Profîsor Camîs Girîn bo Gulan: Ew a niha li Herêma Kurdistanê têdîtin, 20 salan berî niha wek qet nemumkun dihat temaşekirin.
Profîsor Camîs Ên Girîn mamostayê dîroka siyasetê ye li zanîngeha Brawin û taybetmende li ser dîroka dewletên Emrîka Latînî bi giştî û dîroka Berazîl û Portugalê bi taybetî, ku ev herdu dewlet jî ta demeke dirêj ji aliyê dîktatoriyetên serbazî ve dihatin birêvebirin, ji bo axaftin li ser mejiyê dîktatoriyetê û metirsiya serhildana vî mejî di welatên ku di qunaxa veguhastinê de ne ber bi demokrasiyê, me çend pirsyar ji profîsor Girîn kirin û bi vî rengî bersiva Gulanê da.* Kêşeya serekî ya dîktatoran ew e ku kêşeyên siyasî bi hemû hevpeymanan re dirust dike herwiha wek dujmin danustanê bi hemû aliyan re dike. Bi nêrîna we ta çi astekî serhildana aydiyolojiya dîktatroî bi gavavêtin ber bi şikestina dewletê tê hejmartin?
- mejiyê dîktatorî dewleta demokrasiyê dişkêne û diguhêre bo tepeserkirin û xwe sepandin, dema ku karî vê bike wê demê di wî dewletî de him dikare serketinê bidestxîne û him jî bi sedema tepeserkirinê dikare piştevaniya cemawerî jî bidest xwe ve bîne daku cihê xwe bêtir bihêz bike, wiha berî xwe dide siyaseta abûrî û livandina hesta nasyonalîzmî ya xelkê, lewra bi vê rêyê hesta xelkê berev xwe ve dikşîne, lê heger ev yeke nebû û nikarî bi rêya siyaseta abûrî û livandina hesta nasyonalîzmî ya xelkê piştevaniya xelkê ber xwe ve bikşîne, wê demê berî xwe didin şêweyên din bo kontrolkirina deshelatê yan bi rêya helbijartinê deshelatê dibin, bo vîyekê jî berê xwe didin (Guvaş, neçarkirin, tundûtîjî, tepeserkirin, tîror)ê.
Di dîroka siyasî de beşek mezin ji dîktatoran bo demek dûr û dirêj serketîbûne û karîne vî karî bikin û berdewamiyê bidinê, lewa ji bilî ku dîktator berê xwe didin tundûtîjî û guvaş û terorê di heman dem de bi rêya hikumetê hinek karan dikin ku xelk bi erênî wesifê bikin, lê pir ji dîktatoran rastî kêşeyan tên dema ew karê wan tê piropagindekirin ji ber hev hildiweşin. Em dikarin li vir nimûneya berazîlê bînin ku xerabtirîn serdemê dîktatoriyetê di navbera salên 1969 – 1974ê de bûn, ev dem xerabtirîn serdem bû ji aliyê tepeserkirinê ve, lê baştirîn serdem bû jî ji aliyê geşekirina abûrî ve ku astê geşekirinê giheşte 11%, lê dema li sala 1973yê kirêza neftê li cîhanê peyda bû û Berazîl neçarbû neftê ji derv bîne û buhayê wê bilind kir, wiha çîna naverast ku piştevaniya dîktatoriyetê dikirin, dijatiya dîktatoriyetê kirin, herwiha li Ercentînê jî dîktatorek hebû ji salên 1976ê heta 1983ê, destpêkê deshelat stand ji ber ku piştevaniya cemawerî hebû, çûnkî di wî welatî de tundûtîjî hebû ku giropên şoreşgerî encamdidan, çîna naverast piştevaniya sopayê kir ji ber ku aştî û tenahî bo welat vegerand, paşê hikumetê bi rêya tirs û tepeserkirinê hikumranî kir, lê nekarî berdewam be, ji ber ku ew ceneralên ku hest kiribûn renge piştevaniya cemawerî nemîne, biryardan dûrgeha Fokland dagîrbikin ku wê demê ji aliyê Berîtaniya ve hatibû dagîrkirin û dema ev kare kirin derew li xelkê kirin derbarê çawaniya birêveçûna şer û rêvebirinek xerab a şer kirin û dijberiyek mezin li hemberî jeneralan çêbû. Wê demê çîna naverast ku piştevaniya sopayê dikir bi sedema nasyonalîstî û ji ber ku sopayê rêgirî li tundûtîjiya çepan girt, dest ji piştevanî kirinê berdan û sopa şikest.
Heger em li vir behsa cudahiya navbera dîktator û popolîst bikin, wiha heger Popolîzim hikumeteke xwesepandî be yan dîktatorî, bi çend rêyan piştevaniyê ji xwe re çêdike bi taybetî ew rêyên ku hejaran û çîna kirêkaran dikine armanc, ew jî birêya bernama belakirina xwerinê yan peydakirina derfetên kar, her wek min amaje pêkir renge hikumet, hikumeteke xwesepên be yan dîktatorî. li Berazîlê hikumeteke popolîstî hebû rêûşûn pir bikaranîn bo çîna kirêkar, ku piştevaniya hikumetê kirin, lê paşê sopayê ev yek bi metirsî li ser xwe zanî û hikumeta demokrat hilweşand û ew karane sekinandin ku ji bo kirêkaran dihatin kirin û daxwazên wan jî sekinandin.
Anku cudahî di navbera hikumeteke poplîstî demokratî û hikumeteke popolîstî dîktatorî ew e hikumeta dîktatorî dema kar ji bo xelkê dike rêkê nade demokrasiyet hebe û rêkê nade rexne û rayên cuda. Ji ber vê ta wê demê dikarin dirêjiya bi piştevaniya xelkê bo xwe bidin heta ew dema ku tiştan bi ser xelkê de dabeşdikin, lê dema ev tişt nemîne di dema ku demokrasî bi xwe tuneye wiha piştevaniyê ji dest didin û zeîf fibin, çûnkî wê demê berê xwe didin tepeserkirinê û ev yek wan zêdetir zeîf dike ji ber ku karvedan li hember dirust dibe û paşê bûyerên derve – herwek min destnîşan kir di nimûna li ser – pirtir dibine sedema hilweşandina wan.
* Bi serhildana aydiyolojiyeta dîktatorî, nuxbeyên totalîtarî pêkola kontrolkirina deshelatan dikin bi taybet deshelatên abûrî û serbazî ji bo parastina deshelatê. Bi nêrîna we ta çi astî aydiyolojiyeta dîktatorî dibe sedemek ji bo xerabbûna jêrxana xizmetguzariyên hikumî?
- Heger welat bo demek dirêj rijêmeke xwesepandî hebûbe – bo nimûne – neweyek yan heta sedsalek, ka em berê xwe bidin Rûsiya, Rûsiya bo demeke dûr û dirêj hikumeteke navendî xwe sepandî hebû ku qeyserî bûn, û bi rêya tepeseriyê cutkar di bin çengê xwe de hçştibûn û her boçûneke cuda ya hizrî jî serkutdikirin, ev jî bûye sedema ku şoreşgên xebata veşartî û jêrzemînî bikin û paşê her wek win zanin şoreş çêbû, niha jî Potên kesekî xwe sepêne, lê ji ber ku Yekîtiya Sovyet ezmûneke kêm ya demokrasî û dezgehî ya rasteqîne hebû ku dijberî û tehedaya hikumeteke navendî ya bihêz bike, lewra pir çetine ku rejîmeke demokrasî were rêxistin û berdewamî pê dan û xelkî jî fêrî hebûna hikumeteke navendî ya bi hêz bûne, ku ji pir aliyan ve razîdibin yan mildaketîne ji bo rejîmeke xwesepên. Di Rûsiya de ku di çend kêşeyeke abûrî re derbaz dibe aydiyolojiyeke wiha nasyonalistî û bi şikodariya berê wiha li wan dike piştevaniya siyasiyên xwe bikin ji bo vegerandina wê şikodariyê, ku bi wan baş e, lê ew pêşerojek pir xwesepên bû. Lê hizra Kosak ku Qeyseran di sedsala nuzdê de di astek berfereh de bikartanîn ji aliyê Potin ve carek din kete kar û niha êriş dikin ser xelkê, û di goşeya derve de Rûsiya wek dîna reftarê dike, lê Potên wek sîmbolekê bikartîneku Rûsiya di pêşerojê de çiqas mezin bû dê di paşerojê de jî ewqas mezin bibe.
* Gelo di navçeyeke weke Rojhilata Naverast de ta çiqasî gavavêtin ber bi dewleteke şikestî dibe gev li ser asayişa herêmê û rengvedana wê li ser asayişa nêvdewletî? Herwiha ta çi astekê tîrorîzim mifadar dibe ji ew kelêna ewlehiyê ku ji aliyê dewletên şikestxwerî ve tên dirust kirin?
- Bi şêweyekî giştî şiroveya we raste ji aliyê destnçşankirina hel û mercan ve, lê ji aliyekî din ve dijheviyek tê deye, ji ber heger li wê şêwazê binêrin ku Sedam Husên Iraq kire dewletekî şkestxwerî û herwiha ew şêwazê ku Emrîka ji bo dagîrkariyê dayî ber xwe û paşê hevrikî kire navbera Şîe û Suneyan, di ev rewşê Iraqê de ji bo we wek neteweya Kurd mifa hebû, çûnkî him li serdemê Sedam Husên ku paş şerê kendavê pir zeîf bû, him paş dagîrkirina Iraqê dîsa Iraq pir zeîf bû, we mifa ji wê zeîfiyê dît û bûye derfetek ku win bikarin şêweyek ji xwerêvebirina serbixwe ji xwe re peydakin û bibe karekterekî bihêz, lê ev rewşe ne merce li cihekî din peyda bibe, bi taybet li ew cihên ne xudan keltorekî kevin yê demokrasiyê. Lê xewna neteweyî û hesta neteweyî ya kurdan pir giring bû ji bo bidestxistina ew serkeftinên ku we bidestxistine. Ez dibînim ew kêşeya di navbera deshelateke xwesepên û xelkê de heye – wek ew a li Yemenê heyî – rewşeke cudayê. Heta ew a li bakurê Efrîqiya jî rûda ku li vê dawiyê çend deshelatek hatin hilweşandin, lê dezgeh tune bûn ku cihê wan bigre, yan ew serkirdeyên ku rewatiya wan heye cihê wan bigirin.
* Heger em rewşa Sûriya di ber çavan re derbazbikin ku niha bûye dewletekî şikestî, herweha Iraq jî ji ber ku hikumetê kêşe bi hemû pêkhateyên welat re hene, wiha ev du welatane bûne zûnek ku herdu hikumet bi navê şerê dijî terorê berdewamiyê bi berjewendiyên xwe didin, bi nêrîna we gelo çawa serederî bi ev dûrhêla aloz de tê kirin?
- Rewşa Sûriyê cihê giringîdanê ye ji ber ku giropeke olî û etnî destnîşan kirî hene di Sûriyê de ku nêzîkî Esed in, çûnkî ta çiqasî parastîne, ez dibînim ku hinek pir dilgiranin ku rejîma nû mafên wan wek kemîneyeke olî yan etnî sinûrdar bike, di vî alî de aloziya rewşa Sûriyê tê berçavan, çûnkî pir ji ew xelkên ku piştevaniya Esed dikin, dest ji wê piştevaniyê bernadin ji ber ku tirsa wan ji wê yekê heye heger Alqaîde yan rêxstinên din yên nava opozisyonê ku hinek ji wan demokrat in û hinek jî xwesepênin deshelatê bidest xwe xin, wiha tirsa ji destdana mafên wan dirust dibe, wek Qîbtiyên mesîhiyên Misrî ku yekser paş qunaxa veguhastinî rastî êrişên metirsî dar hatin û tirsa wan hebû ku rejîma nû rewşa jiyana wan xerabtir bike, ew jî dema Îxwan Muslimîn hatin helbijartin, wate kêşeya kemîneyên etnî wek Kurd yan kemîneyên olî di welatên cuda de ku demeke dirêje ji ber nêzîkbûna wan ji rejîmeke diyarî kirî karîne berdewamiya bi mana xwe bidin, lewra rolê xwe dibînin di ev rewşa aloz de.
* Rêzdar te destnîşan kir ku Kurdan karîn mifayê ji ew rewşa guhartî ya Iraqê bibînin, gelo ta çiqasî mifa jê wergirtine?
- Ew a niha ez dibêjim tiştekî şexsiye û ne hizreke ekadîmiye, lê ez xweşhalim bi karê berdewam û ne vebirî ya kurdan ji bo bidestxistina rêzê û bidestxistina xweseriyê (otonomî)yê, ev jî xebateke giringe ku hên bidawî nebûye, belku wê dirêjbike û wê berdewam be û renge biserkeve. Çûnkî berî niha bi bîst salan kesî bawernedikir ku navçeyeke xwebirêvebirina serbixwe ya kurdan di welatekî de çûbibe, ev yek bi mehal diha dîtin bi sedema ew tepeseriya ku hemû aliyan li dijî kurdan dikir, ji ber wê kesî texmîn nedikir ev a niha li Herêma Kurdistanê heye peydabibe û ev yek cihê geşbûnê ye, ez dibînim gerek win û xelkê welatê we pir geşbîn bin bi paşeroja xwe.