• Tuesday, 21 May 2024
logo

Dr. Fabrîs Belanş bo Gulan: Ev Herême dikare bibe modêlek bo Rojhilata Navîn

Gulan Media February 9, 2014 Dîmane
Dr. Fabrîs Belanş bo Gulan: Ev Herême dikare bibe modêlek bo Rojhilata Navîn
Dr. Fabrîs Belanş, rêveberê giştî yê giropa vekolînên Firensî li ser Rohilata Navîn e û pisporê cugrafiya siyasî li Rojhilata Navîn e, yek ji taybetmendiyên wî ku berhemên wî li ser cîhana Erebî bi şêweyekî giştî û welatên tengavê bi taybet û niha jî li ser Kurdistanê bi taybetî tir cihê raman û pirsyar û gotûbêjê ne.Nêrînên Dr. Fabrîs Belanş li ser siyaset û cugrafiya siyasî ya Rojhilat bigiştî û Kurdistanê bi taybet beşek mezin ji Rewşenbîrên Ereb û Faris û Turk dilgiran kiriye, yek ji karên wî yê herî ciwan ew etlesa ku li ser cugrafiya siyasî ya Rojihilata Navîn belavkirî, bi me xweş dihat ku em ji nêzîk ve û dûr ji her axaftineke bê mifa hevdîtineke rû bi rû pêre bikin û ronahiyê bixin ser nêrînên wî derbarê gorankariyên cîhana Erebî, pirsa ol û siyasetê di nav cugrafiya siyasî ya Rojhilatê de, herwiha bi navçekirina cihê kurdan di nav hevkêşeyan de.Giringiya nêrînên Dr. Fabrîs Belanş li ser cîhanaa Kurdî di wê de ye ku ew ne beşeke ji dîroka hevrikiya hundirê kurdan de û ta astekî bilind em dikarin babetiyane bi nêrînên wî re helsûkewtê bikin, hevkarê me Dr. Adil Baxewan li bajarê Liyon li Firensayê ev hevdîtine pêre çêkir.
Gulan: destpêkê em hezdikin nêrîna we li ser gorankariyên nû li cîhana Erebî – Îslamî zanibin, wek win zanin li çendîn welatên Erebî tiştek wek şoreş, serhildan, rabûnê çêbûye, win yekîtiya di navbera ev ezmûnên şoreşgêrî de di çi de û çawa dibînin?

Dr. Fabrîs Belanş: raste her yek ji van zaravan bikarhatine û di nav de (Buhara Erebî) jî, lê gelo ev heman ew buhareye ku li sala 1848ê li piraniya welatên Ewropayê çûbî? Ev heman ew gorankariye ye ku bi ser welatên Ewropa de hat û paşê rewşenbîran nav lê kir Buhara Ewropî? Mebesta min ew e gelo heman ew demokrasiya ku Buhara Ewropî bi xwere dirust kir, li cîhana Erebî jî wê dirust bibe? Yan ew a ku li cîhana Erebî çêdibe tenê jinavbirina deshelateke gendele û hatina deshelateke dine ku hên derdê gendeliyê lê nexistiye çûnkî di eniya opozisyonê de bû?

Çi goman tê de tuneye ku Buhara Erebî û tevgera keska Îranî bihevre belgene li ser wê yekê ku geşkirineke sosyolojî mezin di rê deye: neveyek hatiye perwerdekirin, derketina bihêz ya jinê di rûberên giştî de, vekirin bi ser cîhana derve de bi taybet bi rê ya Mediya û Entirnêtê, heza goranê ev hemû me dibine ser ew geşeya sosyolojî ya min destnîşankirî.

Bi nêrîna min hemû welatên Erebî – Îslamî di nav wê çwarçovê de ne ku zanistê civakî nav lêdikin (Civaka Îflîc) û her yek ji van civakan ew a din ber xwe ve dikşîne, wate têkiliyeke nîv otomatîk di nav bera wan de heye, deshelata siyasî di van welatan de bi rêya dahatê neftê tê û ne tenê çaksaziyê paşde dixe , belku xelkê xuli bêdeng dike û bi hêza pera ew tişte tê kirîn ku dibêjinê (aştiya civakî), em dikarin li vir herdû welatên Siûdiye û Cezaêr wek nimûneyên zindî wînin, ew siyaseta geşekirinê ku paş serbixweyiya her yek ji van du welatan kete kar, xwe bi xwe wek armanc kar li ser nehat kirin, belku wek keresta bihêzkirina rijîmê û texa deshelatdar helsûkewt di gel de hatiye kirin, modêrnîtî di van welatan de zêdetir kertoniye, her ev jî me dibe ser şikesta Nasir li Msrê û şikesta Beis li Iraq û Sûriya, di van welatan de duwaneya neft/daplosîn beşdar kiriye di dirêjkirina temenê rejîmê de û bi sinûr bilind bûna astê vê duwanê nedadiya civakî bilind bûye û mewdaya navbera texên civakê de fereh bûye..

Ez dibînim ku yek ji sedemên serekî yên raperîna gelên Erebî têkilî bi ew kirêza abûrî ve heye ku li sala 2008ê de serî hildayî cîhan hemî vegirtî, bi sedema wê kirêzê nirxê bermîlek neft ji 150 $ bo 40$ daket û ev jî bûye sedema lerzîna ew hevsengiya ku di welatên Erebî de berqerarbû, di derfeteke wiha de ku welatên kendava Erebî biryar dan ku rûberê pirojeyên weberhênanê di welatên din yên Erebî de kêmbikin û li vir bi hezara xudan karan xistine ser cadeyan û bê kar û bê muçe man, her yek ji wan bê kar û bê mûçe bûne bombeyên katî û paşê bi şoreş yan buhara Erebî hate binavkirin û bi teqîna serhildanan re, Alcazîra û Qeter bi çendîn rêyên cuda hatine ser xetê û bûne biştevanên yekem yê Birayên Musliman li Tunis û Misrê, dema ku Qerzawî di bernama (Şerîet û Jiyan) de li ser kenala Alcazîra dibêje: Karwana Şoreşa Erebî Gehîştiye Ber Dergehê Dîmeşqê û nabe Sûriya di derveyî Dîrokê de be! Ev wek ragihandina şerê rastewxo yê Qeterê ye li dijî rejîma Beşar Esed hate wergêran û helsûkewt pêre hat kirin..

Serhildanên Erebî çiqas rengvedana şkesta siyasî û abûrî ya rejîmên Erebî be ewqas jî rengvedana xwesta hesabên Qeter û Siûdiyê ye û xwesta kontrolkirina navçeyê ye ji aliyê van du hêzan ve, rojava ji destpêkê ve hevaltiya van serhildanan kir û wiha dizanî ku geheştina opozisyonê bi dehelatê çareseriyeke giringe bo ewlehiya cîhana Erebî, rojavayiya wiha dizanîn ku Birayên Musliman wek hêzeke berdêl ku lobiyeke wan ya mezin li Emrîka û Ewropa heye, dikarin bi vî karî rabin, Birayên Musliman xwe weke hêzeke lîbral pênasedikin û dibêjin ku ew cureke taybet ya ilmaniyetê qebûldikin, lê mask bilez ketin, Ewropa rastî ecêbiyeke mezin hat û bi nexweşiyeke giran ket, Erebistana Seûdî destpêşxerî kir û bi rêya bi hezaran milyar dolar destê xwe kir nav karûbarên Misrê û dawî li deshelata Birayên Musliman anî û li dawiyê pirsa ciyopolîtîk di lîkê de bi serket û dawî bi xewna demokrasiyê anî: Lîbiya, Misir, Behrên, Yemen bihevre demokrasî kuştin, heger çirîskek mabe jî tenê li Tunisê ye û bes!

Gulan: curek ji reşbîniyê di bersiva te de xuyaye! Ez hest bi wê dikim ku gerek li pê cewhereke hertimî de heye, wek wek ku tu bixwezî cîhana Erebî bi curekî bi kiltûrekî taybet ve girêdî, kiltûrek ku wê mehkum dike ku hertim di wê çwarçûvê de bimîne, herçiqas ji dem ez we dinasim û em bi hevre ketine diyalokê, ez wiha nabînim ku mebesta we di vê guşeyê de be, li vir ez dixwezim bizanim win behsa çi modêlek siyasî bo cîhana Erebî dikin?

Dr. Fabrîs Belanş: ez nabînim ku modêleke taybet (demokrasî, dîktatorî, totalytarîsim, paşatî, cimhorî) bi ew civakên îslamî de bigunce û modêleke din negunce, lê ez dibînim nêzîkî û dûriya ji her yek ji van modêlan girêdayî ye bi astê dûrî nêzîkiya civakê ji olê, bo nimûne dibe me civakek hebe ku xudan kiltûrê îslamî yan mesîhî be, lê di heman dem de (ilmaniyetê) wek sîstemeke siyasî birêve bibe, li ew civakên ku cemawer bi şêweyekî hişik girêdayî olê ne, di piraniya girêmanan de deshelata siyasî dibe helgirê siruşteke siltewî, vêca çi paşatî be yan komarî, Birayên Musliman behsa rejîma komarî dikin, lê di rastî de rejîma komarî li cem wan tenê qunaxeke bo geheştin bi sîstema xîlafetê, di welatekî de ku ol bi ser civak û siyasetê de zale baştirîn rejîm paşayetî ye, çûnkî padîşa dibe mîrê îmandara û rewatiyê ji xwe distîne ne ji civakê, dema ev padîşaye rêklamê bû wê yekê dike ku xanewadeya wî vedigere ser pêxember û rewatiyê ji vê kokê distîne êdî xwe ji hemû bahozekê diparêze, bo nimûne padîşa li Mexrîb û Urdon rastî tu bahozan nehatin û karîn curek ji berdewamiyê ji xwe re peydabikin, sîstema paşatiyê dikare bi rêya berdewamî û ewlehî û cîgiriyê curek ji derbazbûn bo demokrasiya nerim peyda bike, berovajî rejîma komarî ku her tim dibin gefa rewatiya olî de ye, her ev jî wedike ku Mexrîba padîşatî zêdetir ji demokrasiyê ve nêzîk bibe ji Cezaîra komartî..

Gulan: wate win jî wek beşek giring ji taybetmendiyan, dîroka milmilaniyan li cîhana Îslamî bi olê ve girêdidin û win dibînin ku têkliya navbera fakterên olî û fakterên siyasî paşeroja cîhana îslamî yekalî dike, di goşeyeke din de pirsyara we perî hemû tiştekî li ser skolarîzasyone..

Dr. Fabrîs Belanş: belê, ez berovajî ew ên dibêjin cîhana îslamî istisnaye, ez dibînim ku ev cîhane dikare gavê bavêje nav skolarîasyonê, herçiqas ez dibînim ku niha civakên Erebî zêdetir çav li ser modêla welatên kendavê ne ji her cihekî din pirtir, ev jî ji ber ew serketinên abûrî ku bidestxistine, win baş dizanin ku ew buhayên ku Seûdiye, Qeter, Îmarat bi rêve dibin pir dûrin ji skolarîzasyonê, bêgoman civakên îslamî çiqas ji modêla kendavê nêzîk bibin ewqas ji ilmaniyetê û elmenê dûrdikevin, bêgoman niha şûndeçûnek di pirosesa bi ilmanîkirina civakên îslamî de heye ku sedsalekê berî niha destpêkiribû, li cihê skolarîzasyon civakên îslamî carek din gav ber bi îslamîzasyonê avêtin, di derfeteke wiha de ku bihara Erebî berî hemû tiştekî bihara îslamîstanee, lê ez piştrastim ku tevgerên îslamî li dawiyê di lîkê de bisernakevin!

Gulan: heger ew li ser astê siyasî jî di lîskê de bisernekevin, li ser astê civakî demeke di lîskê de biserketine, niha ji her demekê zêdetir civak bi buhayên olî hatine çêrckirin, lê bi min xweşe bizanim win wek taybetmendiyeke cîhanî behskirî, çawa di nav van hemû hevkêşên alozde lokalîza pêgeha kurd dikin? Win ku li derveyî kêlgehê ne çawa lîska kurdî dibînin?

Dr. Fabrîs Belanş: min çendîn caran seredana Kurdistana Iraqê kiriye û min çendîn data li ser vê herêmê komkirine û bê tu dudiliyekê ez dibêjim: Kurdistana Iraqê dikare bibe bi modêlek li Rojhilata Navîn, di vê herêmê de dezgehên hikumetê di nav pirosesa ilmaniyeteke rasteqîne dane, çendîn ol û mezheb bi hevre dijîn (Musliman, Mesîhî, Êzîdî), di demekê de li Iraqa Ereban de hevdu komkuj dikin, raste civaka kurdî muhafîzkare, lê em têbîniya lêbodiyeke fereh derbarê kemîneyan dikin, geşekirin û fereh û rûberê mîdyaya azad û serbixwe belgeheke dine li ser azadiya siyasî li vê herêmê, helbijartin bi şêweyeke rêxstî û berdewam tê lidarxistin, bê goman em dikarin çendîn rexne arasteyî diyarda tezwîr û mehsubiyetê bikin lê ji bîra me neçe ku demokrasî pêwîstî bi dem heye û herêma Kurdistana Iraqê jî temenê wê tenê bîst salin!

Gulan: gotineke Firensî heye dibêje: Şeytan di nav wirdkariyan de ye! Di şiyan deye li cihekî din ev modêla ku win behsê dikin bixin bin ronahiyê daku em bizanin win behsa locîkê dikin yan modêlek ku di şiyan deye dûrhêla Kurdî li ser were dirust kirin, ew a ez dixwazim zanîna boçûna weye li ser ciyopolîtîka kurd di navbera Turkiya û Iran û Sûriya û Iraqê de, win çawa li rûberê manora kurdî di nav van welatan de dibînin?

Dr. Fabrîs Belanş: yek ji şansê kurdan ewe ku dikarin sudmend bin ji ew cudahiya bê sinûr ku di navbera Iran û Turkiya û Sûriya û Iraqê de heye, çiqas ew nakok bin ewqas rûberê manorê bi ser kurdan de ferehtir dibe, bi rêketina herdu mîhwerê Iranî û Siûdî di berjewendiya kurdan deye, li Sûriya kurdan jîrane karîn xwe ji hevrikiya tund ya di navberê rejîm û opozisyonê dûrbixin û ji wir piroja xwe ya otonomî berev pêşve birin, li vir her çiqas hemahengia niştimaniya kurdan bi hêzbee ewqas dikarin nakokiyên welatên cîran bo berjewendiya xwe bikarbînin..
Di Iraqê de helwîsta kurdan pir giringe, bê alîgiriya wan di milmilaneya di navbera Sune û Şîeyan de wekiriye ku nirxeke pir mezin biha bixine ser alîgiryên wan, ev wedike ku bi asanî bikarin di navbera herdu cemseran de bilîzin û herdu aliyan bo berjewendiya xwe bikarbînin, di demekê de ku Iraq wek per didire Kurdistan wek welatek avadibe, lê ev dewlete pêwîstî bi piştevaniya derve heye, lewra nêzîkbûna Kurdistana Iraqê li NATOyê wek şansek dîrokî ye ..

Gulan: win yekin ji wan vekolerên ku berdewam seredana Kurdistana Iraqê dikin û bi rêya karên meydanî çavdêriya civaka Kurdî dikin, ta çiqasî baweriya we bi girêmana daraştina vî civakî li ser modêla Turkî heye? Ta çiqasî baweriya we bi girêmana (Turkîzekiridin)î civakî Kurdî heye?

Dr. Fabrîs Belanş: bê goman Kurdistana Iraqê rastewxo di jêr kartêkirina abûriya Turkiya deyee, lê gelo ev yeksane bi wê re ku civaka Turkî hejmûna xwe disepîne? Zêdetir ji sedeyekê ye kurd li jêr hejmûna Osmaniyan de bûn û niha mezintirrîn beşê Kurdistanê li Turkiya ye û karîgeriya Turkiya jî bi ser Kurdistana Iraqê carek din hatiye çalak kirin û çiqas Kurdistan ji cîhana Erebî dûrbikeve ewqas ji cîhana Turkiya nêzîk dibe, lê di astekî din de ez dikarim bêjim modêla jiyanê li Kurdistanê zêdetir ji modêla welatên kendavê ve nêzîke ji her cihekî din zêdetir, wate berxoya fereh li jêr karayiya dahata neftê.

Herwiha cudahiya navbera ew cîlê ku Herêma Kurdistanê avakirine û cîlê niha de ji hemû aliyan ve diyare, ew ez têgeheştim cîlê nû yê kurdî kêmtir giringiyê bi gefên navçeyî dide ku li ser Herêma Kurdistanê ne û zêdetir pêdagiriyê bi pêdawîstiyên niha dide, cîlê nû ewqas li dû berxuriya fereh digere nîva wê giringiyê bi ewlehiya niştimanî û kirêzên mezin û rêgiriyên pir mezin di rêya dewleta kurdî nadin û ev jî gereke bibe cihê dilgiraniyê, ji bîra me nere ku Kurdistan ta niha jî beşeke ji ew Iraqa ku xerabtirîn navçeye li cîhanê.

Gulan: bêgoman kêşeyên cîlê nû yê Kurdî pir aloze û pêwîstî bi çend katijmêrane bo diyalokê li ser bikin, we behsê Iraqê kir, ez dixwazim bizanim ku win ne beşekin ji kêşeyan û ji nêzîk ve çavdêriya hevkêşan dikin, win çawa li têkiliya navbera Hewlêr û Bexdayê dinêrin? Win dibînin ku bihevre jiyana navbera Kurd û Ereban ta niha jî mumkine?

Dr. Fabrîs Belanş: pir çetine, ez dibînim ku bi hevrejiyan pir çetine, çûnkî ew Iraqa ku me nasdikir bi dawî bû, başûrê Iraqê ji 2003yê ve ta niha navçeyeke neseqamgîre û şerê hundir di navbera hêzan de berdewame, Erebên Sune taniha hejmûna Şîeyan qebûlnakin û di berengariyeke berdewam de ne, welatên kendavê bi pare û çek û siyasetê piştevaniya Erebên Sune dikin û dijatiya ejmûna Şîeyan dikin, ev jî yeke ji sedemên serekî yên tirajîdiya Iraqê, ez dibînim ku Iraq ji dirînekê dere dirînekê û di kontêkisteke weha de pir çetine bo kurdan ku bikarin bi aramî bijîn û ewlehiya niştimaniya xwe biparêzin heger bi Iraqeke bi vî curî re bimînin, bêgoman heger cuda nebin li dawiyê dibin bi beşek ji dirînê.
Top