• Tuesday, 21 May 2024
logo

Nîçirvan Barzanî: Me gellekî eşkere ji Bexdayê re got em zimanê gefê qebûl nakin

Gulan Media January 22, 2014 Dîmane
Nîçirvan Barzanî: Me gellekî eşkere ji Bexdayê re got em zimanê gefê qebûl nakin
Piştî bidawîbûna civînên wî ligel hikûmeta Iraqê li Bexdayê, ku vê carê jî negihiştin encamê, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bersiva çend pirsên Rûdawê de got ku ji bo firotina petrola Kurdistanê "Behsa ti gerentiyê nebûye". Rexneyê jî li hikûmeta Iraqê dike û dibêje "Ev budceya niha li parlementoya Iraqê ye bi ti awayî nayê qebûlkirin." Derbarê derengketina pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê jî neveşart ku "Ev kar ne hêsan e" û got "Nikarim bêjim hikûmet di filan demê de pêk tê."Hevpeyvîn - Hîvîdar EhmedRûdaw- Bexda
Seredana Bexdayê Û Kêşeya Petrol Û Budceyê

Rûdaw: Bo doza petrolê û budceyê we serdana Bexdayê kir. Hûn gihiştin çi encamê?

Nêçîrvan Barzanî: Ev ne serdana me ya yekem e bo Bexdayê. Berê jî serdana me hebû û em hatine Bexdayê. Amanca me ewe em di vê serdanê de bigihin çareseriyekê li ser pirsa petrolê.

Tişê me di vê civînê de li Bexdayê dît hem aliyê cenabê serokwezîrê Iraqê, hem jî aliyê Dr. Şehristanî û wê şanda ku ligel bû, bi rastî arezûyeke cidî em dibînin da ku bigihin çareseriyekê. Ev arezû hem li Bexdayê heye, hem jî li cem me helbet heye. Lê ev prose bi rûniştinekê yan bi du rûniştinan nagihe çareseriyê. Îro di vê civînê de me pêşniyara xwe bo çareseriyê danî ber Bexdayê, biryar e di rojên bê de ew pêşniyarên me vekolin û piştre dîsa em rûniştineke din dikin.

Tiştê girîng, ev zincîra civînan berdewam dibe. Em jî bi hêviya wê yekê ne ku hem ji berjewendiya Bexdayê û hem ji berjewendiya Herêma Kurdistanê be.

Berî serdana şanda kurdî, her yekî ji Nûrî Malikî, Husên Şehristanî û wezîrê petrola Iraqê gefa birrîna beşê budceya Herêma Kurdistanê da. We ev yek ligel Bexdayê behs kir?

Me gellekî eşkere ji wan re got. Me got em zimanê gefê qebûl nakin. Ne ji berjewendiya ti alî ye jî. Ne ji berjewendiya Bexdayê ye bi gefan axaftinê bike. Ne jî berjewendiya Hewlêrê di wê yekê de ye ku bi gefan axaftinê bike. Çiku ev nekêşaya ku bi gefan çareser bibe. Lê belê pêwîstiyê bi wê yekê dike ku bi rûniştin û danûstandinê em bigihin çareseriyekê. Ez wê arezûyê dibînim ku dixwazin çareyekê bibînin. Lê di wê yekê de jî digihim ku ev çareserî ne hêsan e. Dibe civîneke din pêwîst be bi hêviya ku em bigihin encamê.

Herêma Kurdistanê bê Bexdayê petrolê difiroşe? Çiku wezareta samanên siruştî ragihand ku di dawiya vê mehê de hûn petrola Kurdistanê bi rêya tenderê difiroşin.

Em hemû hewlan didin ku ligel Bexdayê bigihin çareseriyekê. Amanca me li Herêma Kurdistanê ewe ku em dixwazin bigihin hevtêgihiştineke hevbeş ligel Bexdayê di pirsa petrolê de.

Hûn petrolê bê Bexdayê difiroşin?

Me pêşniyara xwe pêşkêşî Bexdayê kiriye. Em çaverêyê wê yekê ne ku bi fermî bersiva me bidin. Helbet civîneke me ya din ligel wan heye. Em hêvîdar in di vê civînê de bigihin encamê.

Eger hûn di pirsa petrolê de gihiştin encamê kêşeya budceyê jî çareser dibe?

Budce ne li ser me maye. Ev budceya ku niha çûye parlementoya Iraqê li cem me wek Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin. Hejmarek raperandin (icraat) tê de danîne bo Herêma Kurdistanê ku bi xurtî em red dikin. Em hêvîdar in ku bi hevtêgihiştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de em bigihin encamê û budce jî ji parlementoyê derbes bibe.

We ti gerentî daye Bexdayê ku petrola Herêma Kurdistanê bê Bexdayê naşînin û nafiroşin?

Ti gerentî û gotinên wiha nebûne. Me gerentî jî nedaye ti aliyekî. Be behsa wê yekê kir ku mîkanîzma cîbicîkirina peymana di navbera me û Bexdayê de divê çi be. Ew civînên xwe dikin û bi nivîsîn bersiva me didin. Em jî binivîsîn bersiva wan didin. Arezûya me li Herêma Kurdistanê ewe ku em ligel Bexdayê bigihin hevtêgihiştineke rêkûpêk.

Pêkanîna Hikûmeta Nû

Çar meh di ser hilbijartinan re derbas bûn û hêj hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk nehatiye. Çima?

Ne çar meh in. Divê ji wê rojê ve em bihejmêrin, ku komisyonê encama hilbijartinan ragihand. Kabîneya heştem ji kabîneyên din cuda ye. Berê em du alî bûn ligel hinek aliyên din bihêsanî me karîbû wezaretan, postan di navbera xwe de dabeş bikin. Helbet ev yekem car e di vê kabîneyê de ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwazin beşdar bin. Em jî gellekî bi me xweş e ku hemû alî beşdariyê di hikûmetê de bikin. Diyar e ev pirs dike ku hem di mijada bernameya hikûmetê de û hem di mijada postan de axaftin bêhtir li ser bibe. Hewla me bêhtir ewe ku em bigihin encameke hevbeş ligel hemû aliyan.

Ne mebesta me ye em tiştekî pêşkêş bikin. Kaxezekê pêşkêş bikin û bêjin ev biryara me ya dawî ye. Hewla me ya bêhtir ewe ku em aliyan ji hev nêzîk bikin da ku bigihin hevtêgihiştinê. Diyar e ev nêzîkkirin jî ne hêsan e, çi di pirsa postan de, çi di pirsa bernameya hikûmetê de. Wat demê dixwaze û em jî li ser xetê ne ligel hemû aliyên siyasî. Em hêvîdar in karibin bigihin hevtêgihiştineke hevbeş.

Kengî kabîneya heştem pêk tê?

Nikarim bêjim hikûmet di filan demê de pêk tê. Lê danûstandina me ligel aliyan gellekî bi awayekî çirr û cidî berdewam e da ku em bigihin encamê.

Helwêsta PDK ji YNK û beşdariya wan di hikûmeta bê de çiye. Hûn gihiştine kû?

Em YNK wek hêzeke hevpeyman ji xwe re dihejmêrin û piştgiriya wê dikin bo beşdariya wê di hikûmetê de. Wan biryara xwe dane ku dibin beşdarên cidî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Derbarê cîgirê serokê hikûmeta bê we çi biryar daye. Herwiha wê çend cîgirên serokê hikûmetê hebin?

Heta niha ev çareser nebûye. Çi cîgirê serokê hikûmetê, çi jî serokê parlementoyê. Ev in ew pirsên ku niha em lilgel aliyan pê mijûl in û axaftinê li ser dikin da ku em bigihin hevtêgihiştinê. Tiştê dixwazim bêjim ewe ku prose zehmet e û ne hêsan e. lê Kurdistan û ev roja Kurdistanê pêwîstiya wê bi komdengiya hemû hêz û aliyên siyasî heye. Ev komdengî ne ewqasî hêsan e ku bi çend rûniştinan em bigihin encamê. Ew demê dixwaze. Bîrokeya me ewe ku dema tekûz bidin da ku em bigihin hevtêgihiştineke hevbeş. Em dixwazin hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hikûmetê de beşdar bin, YNK, KOmel, Yekgirtû û Goran. Em dixwazin hikûmeteke wiha pêk bînin ku hemû alî karibin di van çar salan de bi hev re kar bikin bo van pirsên giring ên ku beramberî Herêma Kurdistanê dibin.
Top