• Friday, 17 May 2024
logo

Camis Rîlî bo Gulan: nabe Kurdên Sûriya ew ferseta ku niha li pêşiya wan e ji dest xwe bikin

Gulan Media October 29, 2013 Dîmane
Camis Rîlî bo Gulan: nabe Kurdên Sûriya ew ferseta ku niha li pêşiya wan e ji dest xwe bikin
Pirofîsor Camîs Êy Rîlî mamostayê dîrokê li zanîngeha Corc Tawin û taybetmend li ser dîroka Sûriya di serdemê Împratoriyeta Osmanî ta niha û herwiha taybetmend li ser dîroka hevçerx ya Rojhilatê Naverast ji bo axaftin li ser rewşa Sûriya, gulan çend pirsyarek ji pirofîsor Camîs Rîlî kir û wî jî bi vî rengî bersiv da.
* Niha Civaka Nêvdewletî li hêviya wê yekê ye ku kêşeya Sûriya bi aştî di gongireyeke nêvdewletî de çareser bike, gelo çawa ev baweriye peydabûye?

- Hêzên derveyî dema piştevaniya hêzên cuda yên Sûriyê dikin, Emrîka û Rûsiya û Turkiya û welatên kendavê wek Siûdiye û Qeter û bê goman Îran jî, bingeheke hevbeş peydakirin ku kêmkirina astê tundûtîjiyê renge encamên pozetîv li pê werin, bi lê bi dîtina min çareseriya siyasî pir pir dûre.


* Lê tenê du mehan berî niha dema ew gotegot belavbû ku Rejîma Esed çekên kîmawî bikaraniye, Civaka Nêvdewletî helwîsteke pir sert stand lê di praktîkê de çi jê nehat cêbecêkirin gelo bi boçûna te ji bo çi ew helwîst nehat cêbecêkirin.

- Gereke zaravê Civaka Nêvdewletî di navbera du kevanan de were danîn ji ber ku Civaka Nêvdewletî piştevaniya aliyên cuda dike di şerê Sûriyê de, wate boçûneke yekgirtî di nav hêzên derve de tuneye ku pêwîste çi li Sûriya bibe ji ber wê baştirîn tişt yan locîk tirîn tişt ew e bigehine rêkeftinekê bo rêgiritin li pêşiya tûndûtîjiyê bo welatên din, lê ji niha de ez çarçoveyekê bo rêkeftineke Siyasî nabînim ku dawiyê bi vî şerî bîne û çareserbike, ez vê yekê nabînim.

* Civaka Nêvdewletî tenê terkîz li ser bikaranîna çekên kîmawî kir li Sûriya lê di heyama du salên burî de pirtir ji sed hezar sivîl bi çekên lasayî hatin kuştin, gelo ev nebese daku Civaka Nêvdewletî destê xwe bixe nava rewşê?

- Bê goman rewşa Sûriyayê karesate lê niha berjewendiya hêzên herêmî û derve dij hevin. Eger em bi eşkere bêjin ew dewlet û hikumetane li dû bidestxistina berjewendiyên xwe ve ne ew giringiyê nadin çend kesek dimirin yan tên kuştin yan aware dibin, ew a wan dilgiran dike heger şerê Sûriya berdewam be û belav bibe û koçber zêdebibin û ne aramî here derveyî Sûriyê, ber bi Libnan û Urdin û rewşa Turkiya jî aloz dibe, ev jî nabe palderek bo hêzên derve ji bo destêwerdanê yan sinûrdarkirinê, mixabin ez nabînim ku xema mirovahî roleke mezin hebe di hesabên hêzên mezin û hêzên derv de.

* Li ser astê Herêmî rewşa Sûriyê bûye gefek li ser dewletên cîran, bo nimûne li Îraqê Alqaîde bi rojane karên teroristî encam dide û teqînan dike?

- Bê goman torên rêxistina Alqaîdeya Îraqê têkiliyên wan bi hevhizrên xwe yên li Sûriya ku tên û diçin re hene, ji ber wê heger rewşa Sûriyayê berdewam be, ev ê nûçeyeke nexweş be ji bo Îraq û îraqiyan.

* Behsa wê têkirin ku Emrîka û Rojava dudilin ku destêwerdanê bikin ji ber hebûna girûpên tûndrew yên Îslamî li nav opozisyonê de û ew wan ji Esed baştir nabînin, gelo tu dibînî ku pêwîste piştevaniya Rejîmeke dîktatorî ku karesat kirine were kirin tenê ji ber ku girûpeke tundrew cihê wê negre?

- Bersiv na ye, ji ber ku kêşeya Sûriyê di mewdeya dûr de bi sedema Rejîma Esed e – bi bav û kur ve – dirust bûye, herwiha bi sedema bi deh salan xerabiya hikumetê ye li Sûriya, ji ber wê ez dibînim ku piştevaniya Rejîmê ne tiştekî başe, ji aliyekî din ve hêzên mezin yên din û hêzên derveyî terkîza wan li ser ka kî tevî şerê Sûriya bûye, evqasî ez zanim bi kêmanî sê navçe li Sûriyê hene, navçeyek Rejîma Esed kontrol dike, navçeyek di destê giropên nasyonalît û Îslamî de ye û navçeyek heye di bin kontrola Part û Mîlîşiyayên Kurdî de ye û renge Turk û Siûdiye û Îranî dibînin ku baştire xwe di gel wê locîkê biguncînin li cihê ku hewila wê yekê bidin ku serketineke yekcarî ya Esed bi ser opozisyonê yan berovajî bibînin.

* Turkiya di heyama ev çend salên kêm yên bûrî de piştevaniya opozisyonê kiriye û rewşa Sûriyê kartêkirinek yekser li ser rewşa navxuyî ya Turkiyê heye, gelo tu nabînî mana Esed bibe sedemê ku Rejîma Esed hizir di heyfvedanê bike ji Turkiyê ku ev yek jî kartêkirinê li ser rewşa navçeyê dike û gelo tu paşeroja Kurdên Sûriya çawa dibînî?

- Ez nabînim ku Esed li cihekî wiha be bikare hêza xwe li derveyî sinûr biçespîne, çûnkî ew bi xwe di wê milmilanê dee ye ku deshelata xwe di beşeke Sûriyê de biparêze, ji ber wê ez nabînim ku Rejîm bikaribe gefeke mezin li ser Turkiya dirust bike, ji aliyekî din ve helwêsta hikumeta Turkiya di astê şerê Sûriya de bûye sedema perçebûna civaka Turkî ji ber wê renge fişarên navxweyî hebin ku kêşeyê bo hikumeta Erdogan dirust bike heger ev hikumete berdewam be li ser piştevaniya serhildêran – opozisyona dijî hikumeta Esed.

Ew a têkilî bi kêşa Kurdî û curê têkiliya navbera Kurdên Sûriya û Kurdên Îraqê û Turkiya ve hebe jî, ev xaleke hestyare bo hikumeta Turkiya, ji ber wê Rejîma Esed çiqas bikare wê bi vê rewşê bilîze bi sedema parastina têkiliyên nêzîk bi navçeyên kurd re, ji ber wê ez nabînim ku Rejîma Esed di rewşekê de ye bikaribe deshelata xwe li derve biçesipîne ji ber ku bi zehmet kontrola beşek ji welatê xwe dike, lê ew rewşa hundir yê Turkiya ku bi sedema şerê Sûriya dirust dibe yan têkilî bi şerê Sûriya ve heye dibe ku aloziyê li Turkiyayê peydabike û bandorê li ser helwîsta hikumeta Turkiya bike.. û halê hazir Kurdên Sûriya xwe bi xwe birêv dibin û ev bûye waqiek û nabe Kurdên Sûriya vê xweseriyê ji dest xwe berdin ku niha didest deye.
Top