• Tuesday, 21 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.

Gulan Media September 16, 2013 Dîmane
Mesrûr Barzanî bo Gulan: Em ê diroşma Kurdistan Yan Neman ku cenabê Barzanî nemir helgrtî bikin armanca xwe ya serekî.
Mesrûr Barzanî di çend rêzan de:- Li sala 1969ê li devera balekayetî di fînala satewextên serketina şoreşa Eylolê de ji dayik bûye.- Temenê zarokatiyê hevdem bû di gel satewextên şoreşa Eylolê û paşê niskoya şoreş û şer û berxudanê.- Li sala 1975ê koçî Îranê bûye.- Di destpêka temenê lawîniya xwe de dest bi karê rêxistinî û partayetiyê kiriye û destpêkê di rêza Yekîtiya Qutabiyan de dest bi xebatê kiriye.- Ji bilî erkê pêşmergatiyê di şoreşa Gulanê de, karî qunaxa xwendinê ta dîplomê li Îranê serkeftî derbazbike. - Beşdarî çendîn dastanên şoreşa Gulanê bûye ji wan jî Dastana Xwakurkê û hertim têkildarî jiyana pêşmerge bûye.- Beşdarî serhildana mezina gelê me di sala 1991ê de kiriye li sinûrê derwazeya raperînê.- Li sala 1994ê bo berdewamî dan bi xwendinê çûye Londonê û paşê li Amerîka li zanîngeha Amerîkî bekaloryos di zanistê siyasî de beşê peywendiyên nêvdewletî standiye.- Xwandina masterê di warê Aştî û Çareseriya Aloziyan de bi pileya nayab bi rêjeya 96% standiye û wek qutabî (honor student) xelata taybet ya zanîngeha Amerîkî pê hatiye pexişkirin.- Paş vegera bo Kurdistanê di karê hizbî de berdewam bûye û di kongireya 12ê ya Partiya Demokrata Kurdistanl de bi Endamê serkirdayetî û paşê pîlotbîroyê hatiye helbijartin.- Di sala 2000ê de erkê pîroza parastina asayişa herêmê wek berpirsê dezgeha Parastinê wergirtiye û hewil daye dezgehên ewlekariyê yên herêmê bike damezrawî û bixe di çarçoveyeke yasayî û niştimanî de, di encamê vam hewlan de li sala 2004ê yasaya hejmar (46) derket û bo cara yekê di dîroka kurdan de damezraweke yasayî di warê parastina asayişa herêmê de hate avakirin.- Paş vê yekê û di çarçova yekxistina dezgehên herêmê de li sala 2011ê yasaya civata asayişê derket û ev civate bû bi sîwanek bo hemo dezgehên ewlekarî û hewalgêrî yên herêmê, rêzdar Mesrûr Barzanî bo şêwermendê vê civatê.- Di kongireya 13ê de bi endamê pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê hat helbijartin.- Mesrûr Barzanî cuda ji erkên xwe yên fermî kar di warê pêşxistina peywendiyên derve û nêvdewletî yên herêmê de hebûye.- Di warên cuda cuda de nivîsîn û gotarên wî di ragehandina kurdî û biyanî de belavbûne û çendîn kor û simînar bo navendên zanistî û cemawerî hebûn.
Du rojên din em ê 52 yemîn salvegera şoreşa mezin ya Eylonê bikin, ew şoreşa bi rêberatiya cenabê Barzaniyê nemir diroşma Kurdistan yan neman bilindkir werçerxaneke hemealî di civaka Kurdistanê de dirust kir û şoreş li Kurdistana Başûr kire şoreşeke seranserî û li nav bizava rizgarî xwaza Kurdistanê qunaxeke nû dirust kir, qunaxek ku her takek li Kurdistanê hest bi wataya biliind ya azadî û serfiraziyê bike û ji bo vê azadî û serfiraziyê diroşma Kurdistan Yan Neman bilind bike.

Bîranîna îsal ya şoreşa mezina Eylolê hevdeme di gel helbijartinên Perlemana Kurdistanê, ev helbijartine jî bo PDKê helbijartineke çarenivîssaze û giringe di vê qunaxê de partî xudan desthelat be daku armancên şoreşa Eylolê hemo cêbecêbibin ku pişt girêdan bi xwedê qunaxa mafê çarenivîs û ragehandina dewleta Kurdistanê ye.
PDKê ku bi dirêjahiya 67 salan temenê xwe hêza serekiya nav bizava rizgarî xwaza Kurdistanê û hêza serekî bûye di serhildan û damezrandina Perleman û Hikumeta Herêma Kurdistanê de, li hember berpirsyaretiyeke dîrokî de ye daku jiyaneke jihejî û tena û aram bo welatiyên Kurdistanê peydabike û Kurdistanê bigehîne serfiraziyê.

Ji bo axaftin li ser giringiya Şoreşa mezin ya Eylolê bo niha û paşerojê û erkê PDKê di ev qunaxa dîrokî de ku berev helbijartinên Perlemana Kurdistanê diçin, me ev dîdare bi rêzdar Mesrûr Barzanî endamê pîlotbîroya PDKê re encamdaye û berêzî bi sipasî bersiva pirsyarên Gulan da.

Gulan: Wek em zanin şoreşa Eylolê li cem rêzdar Mesrûr Barzanî watayeke taybet heye, bi dîtina te ev şoreşe werçerxaneke hemealiye di jiyana siyasî û civakî ya xelkê Kurdistanê de, di vî warî de we xwendin pir kirine û xwe mandî kiriye, lewra pirsyara me ew e Eylol me fêrî çi dike û em ê çawa di niha de mifayê jê wergirin?

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Eylolê mezintirîn şoreşa rizgarî xwaza Kurdistanê bû ta wî serdemî û bi kiryar kirina diroşmên PDKê bû. Di şoreşa Eylolê de tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bûye tevgereke hemealî û niştîmanî. Yekxistina gelê Kurdistanê û bi hev ve girêdana hemû navçeyên Kurdistanê bû. Her çiqas berê bi şêweyeke tengtir gelê me berevanî û berxudan û serhildan li dijî dagîrkeran encam daye, lê dirêjnekiriye û ji navçeyekê zêdetir belavnebûye, lê belê şoreşa Eylolê li başûrê Kurdistanê bi şêweyekê giştgir hemû navçe vegrirt û hemû tex û çîn û netewe û bawermendên hemû ayîn û ayînzayan li jêr çetir û diroşma şoreşa Eylolê cihê xwe dîtin û beşdarbûn di xebat û têkoşînê de. Şoreşa Eylolê cudahiya çînatiyê nehîşt û bi têkelêirina xelkê hemû dever û navçeyan bingehê tevgereke neteweyî û niştimanî dest pê kir û ta niha jî ev pirensîp û binemayane pêwîstin bo berevpêşçûn û bihêzkirina pêgeha neteweyî û niştimanî.

Gulan: Gelo em ê çawa dîroka Şoreşa Eylolê bi niha ve girêbidin û her bi giyanê vê şoreşî gavan ber bi paşerojê ve bavêjin.

Mesrûr Barzanî: Armanc û hêz û îradeya gelê Kurdistanê bi derbazbûna demî bê reng û zeîf nabe, ji ber heman sedemên bergirîkirin li pênaseya Kurdistan û şoreş kirinê ji bo parastina netewe û niştîman ku şoreşa Eylolê ji bo wê peydabû, niha pêwîste em bi şêwazekî modêrn û şaristiyane dirêjiyê bi xebata gelê xwe bidin.
Şoreşa Eylolê ji bo bi destxistina çendîn armanc û hêviyên gelê me dest pêkir û ta em negehin dawî qunaxa xebatê pêwîste em berdewam bin.

Gulan: Şoreşa Eylolê bi rêberiya sîmbola Netewî Mistefa Barzanî, diroşma (Kurdistan Yan Neman) bilindkir, diyare mebesta Barzanî nemir ji diroşma Kurdistan yan neman, Kurdistaneke azad û tena bû, niha sipas bû PDKê ku hêza serekî bû bi destxistina azadî û tenahiyê li Kurdistanê, eger em carek din em wê dioşmê bo parastina vê azadî û tenahiyê heman diroşim piraktîzebikin, gelo bo parastina azadî û tenahiyê, erkê li ser milê PDKê di ev qunaxa nazik de çiye?

Mesrûr Barzanî: PDKê wek partiyek pêşkewtinxwaz û derbazbûyê dilê xelkê tevgereke cemaweriye bo gîştin bi Kurdistaneke azad û tena û pêşketî xebat kiriye, PDKê tenê amrazek bû bo gîştin bi armancên gelê me. Ji ber ku hên karwanê xebata gelê me negeheştiye kenarê aramiyê pêwîste em li ser xweguncandin di gel şêwazê xebata serdem berdewam bin û ew a ji me bê em ê bi heman ruhiyeta berê berdewam bin û ew diroşma cenabê Barzanî nemir rakirî bi piştgirêdan bi xwedê em ê hewla têkoşîna dilsozên gelê xwe ku Kurdistan Yan Nemane bikine armanca xwe ya serekî û PDKê di wê qunaxê de û bi ew desthelata ku heye wê berdewam be li ser bicihanîna vê belênê, bo vê jî aştewaniya niştîmanî û berevanîkirin li destkeftiyên bi dest ketî û xizmeta berdewam ya welatiyan û bi hêz kirina pêgeha Kurdistanê di meydana nêvdewletî de şêwaz û erkê vî serdemî yê partiya me ye.
Gulan: Şoreşa Eylolê bi kirdar selimandiye ku bûye nexşerê bo temama tevgera rizgarî xwaza Kurdistanê, her ji şoreşa Eylolê tevgera rizgarî xwaza kurd qunaxa navçegeriyê derbazkir û şoreşa seranserî destpêkir, her di şoreşa Eylolê de bingehê hizra netewî bo armanca serbixweyî û serfiraziyê serhilda, gelo em ê çawa ji Eylolê carek din gavan bo gotara siyasî ya hevgirtî bistînin, gelo em ê çawa carek din netewa Kurd û Kurdistanî bi coş bikin daku em bigehine armanca serbixweyîyê, ku ev serbixweyî ye yek ji armancên cenabê Barzaniyê nemir û şoreşa mezin ya Eylolê bû?

Mesrûr Barzanî: PDKê bi dirêjiya dîroka xwe û bi taybet li serdemê şoreşa Eylolê hewla yekrêzî û yekxistina gel û axa Kurdistanê daye, niha zêdetir ji her demekê pêwîste PDKê li ser takên welat kar bike ku hestê netewayetî û niştimanî têde bercestetir bike û li ew dema her takekî vî welatî xwe bi xudanê welat zanî û mafê çarenivîsê bi mafê xwe yê xuzayî zanî, wê demê em dikarin piştrast bin ku armancên cenabê Barzaniyê nemir û şoreşa mezin ya Eylolê wê cêbicê bibin.

Gulan: Serok Masûd Barzanî di kongireya 13ê ya PDKê de, bbi yekcarî bi hemo aliyan ragihand ku armanca PDKê ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye, ev armance bê goman armanca cenabê Barzaniyê nemir bû, belê dema cenabê serk Mesûd Barzanî behsê dike, em di hindirê xwe de hest dikin ku ev armance nêzîk bûye, di vê delîfê de pir giringe cenabê te mizgîniyekê bidî gelê Kurdistanê?

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê wek hemû gelên din yên cîhanê maf heye xudan dewleta xwe be, her çiqas bas kirina vê babetê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve li cem nehezan bi tiştekî xerîb tê dîtin, lê ya ji hemiyê nexweş tir di nav Kurdistanê bi xwe de jî dewleta Kurdistanê bi xewin û dûr ji lojîk dihat zanîn. Bas kirina wî mafî û gîştin bi wî mafî ne tawane, belku rakirina wê tawanê ye ku li dijî xelkê Kurdistanê hatiye kirin. Cenabê serok Mesûd Barzanî bi wê dîtinê ku wek cenabê Barzaniyê nemir karî pir qunaxên giring derbazbike û baskirina dewleta Kurdistanê bike babeteke gerim û pêwîst li navçe û cîhanê de. Raste niha zemîne xweştire bo gîştin bi vê hêviyê, lê ji hemûyê giringtir hêz û îradeya gelê me ye ku dikare ew rêya ku maye bi kurttirîn dem de derbazbike.

Gulan: Di ev dema ku em bîrhatina Şoreşa Eylolê bibîrtînin, PDKê li hember piroseyeke helbijartinan ya çarenûsaz deye, herwiha ev helbijartine bo PDKê pir giringe ji ber ku PDKê di nav piroseya hikumraniya Herêma Kuridstanê de li ser astê tevgera rizgarî xwaza Kurdistanê jî hêzeke mezin û serekiye, gelo tu çawa van helbijartinan heldisengînî?

Mesrûr Barzanî: Helbijartin belgeyê demokrasî bûna civak û her ezmûnekê ye, ji ber wê gereke em wek erkekî niştimanî temaşeya helbijartinan bikin û berî hemû tiştan em hewil bidin Kurdistan armanca yekê be di van helbijartinan de, ku helbijartineke pak û zelal û şaristiyane bi rê ve bibin, paşê em hewil bidin ku lîsta partiya xwe serbixin, çûnkî encamê helbijartinan şêwazê hikumraniya bê destnîşan dike, bi belgeyên dîrokî em dikarin bêjin ku serketina PDKê û bidestxistina desthelatê di berjewendiya giştî ya welatê me de ye. Bihêz bûna PDKê bihêzbûna Kurdistanê û dûrxistina metirsî û hermandinê ye. Perepêdana aştewayî û demokrasiyet û pêşketin û tenahiyê ye, deshelat li cem PDKê amrazê xizmetkirinê ye, ji ber wê ez hêvîdarim hemû takek helsengandinên lojîkane bo van helbijartinan bike û PDKê helbijêre.

Gulan: Eger ev helbijartine ew qas çarenûssaz û giring be bo paşeroja PDKê û paşeroja tevgera rizgarî xwaza Kurdistanê , bê goman pêwîstî bi giyanê pêşmergane ya şoreşa Eylolê heye, gelo em ê çawa bikarin giyanê xebata pêşmergên Eylolê bikine xebata sivîl di helbijartinan de?

Mesrûr Barzanî: pêwîste em aramiyê û tenahiyê û pereppêdan bi piroseya demokrasiyetê têkel bi helmetên helbijartinan bikin, çawa berê di şoreşa Eylolê de parastina serûmala gel û axa Kurdistanê erkê PDKê bû, niha jî bi wê ruhiyetê kar ji bo helbijartinan bikin û hewil bidin lîsta me berev serketineke dîrokî bibin û nîşanî dinyayê bidin ku gelê Kurdistanê ji bilî serketin di hilbijartinan de di piroseya demokrasiyê de serketiye.

Gulan: Ji şoreşa Eylolê heta niha, anku bi dirêjiya (52) salên borî, her destkeftiyeka bo kurdan hatibe, yan li ser destê partî hatiye yan jî partî hêza serekî û karîger bûye bo bidestxistina wan destkeftan, lê li hember vê jî hertim partî rastî pelamara terorî ya hizrî û şêwandina rastiyan û hewildan bo dijatîkirinê bi mebesta ji navbirinê hatiye, belê sipas bo xwedê PDKê di wan pîlanan de bihêztir bûye, pirsyara me ew e bo çi ev hemû çewaşekarî û dijminatiya PDKê tê kirin?

Mesrûr Barzanî: Raste, di dîroka hevçerxa gelê me de pir bi ronî xuyaye ku li serdemê bihêzbûna PDKê dezgeh û deshelata Kurdistanê pêkhatiye û ji bilî PDKê jî tu hêzekê nekariye bi bê PDKê deshelata damezrawî li Kurdistanê biçesipîne. Ev bi xwe di xwe de nîşana wê yekê ye ku hêza serekî ya tevgera rizgarî xwaza gelê Kurdistanê PDKê ye û goman têde tuneye ku ew alî û hêzên dixwazin derbê li tevgera rizgarî xwaza gelê Kurdistanê xin û rê li serkeftina me bigrin wê demê PDKê dikin armanc. Ew jî baş dizanin ku zeîf kirin û şkandina PDKê pirsa Kurd û Kurdistanê ber paş ve dibe, PDKê hum karî hizra netewî û niştiman perwerî ne tenê li başûrê Kurdistanê belku li hemû bajar û gundekî Kurdistanê pêşxe û hum karî bi kiryar deshelata Kurdistanê biçespîne, ev îrade û rastgoyîya PDKê û cesareta ku rûbirûyî pêlanan we kir ku zal be di ser hemû pîlanekê de.

Gulan: Zanîngeh yek ji armancên giring yên şoreşa Eylolê bû, heta ku li sala 1974ê paş ku şoreşê dest pê kir li navçeyên azadkirî dubare zanîngeha Silêmaniyê dest bi xwendinê kir, tu jî pir giringiyê bi zanîngehê didî û te rolekî giring di damezrandina zanîngeha Amerîkî de hebû li Duhokê, gelo tu dikarî di ev helkefta pîroz de behsê giringiya wê zanîngehê bikî?

Mesrûr Barzanî: Xwendin û perwerdekirin û zanistê nû hertim handerên pêgehandina civak û netewan bûn, em jî gereke mifayê ji zanistê serdem bistînin, şoreşa Eylolê ne tenê şoreşeke çekdarî bû, belku pêgehiştina takên Kurdistanê yek ji erkên vê şoreşê bû û niha jî giringiya xwendinê diyar û giringe. Mebest ji danîna vê zanîngehê ew e ku astekî bilindtir yê zanistê tevlî xwendina navxweyî ya herêmê bikin û di vê rêkê de em pireke zanistî di nav ber Herêm û zanîngehên navdar yên cîhanê de dirust bikin. Ji aliyekî din ve jî hinek kolêj ku pêwîstin û li zanîngehan tune ne dabimezrînin daku qutabiyên me bikarin mifayê ji ev zanistên nû wergirin.

Gulan: Cenabê Serok Mesûd Barzanî tevî ev hemû pelamar û hêrişên ne rewa ku li dijî PDKê tên kirin, lê ew rênimayiya endamên Partî dike ku bersiva wan nedin , gelo sedema ev bêdengiya Partî çiye? Gelo Partî li hember van tometan tu bersivek tuneye?

Mesrûr Barzanî: Partî pêwîstî bi pelamardana xelkê tune ye. Armanc û diruşma Partî ron û eşkereye. Xizmet kirina gel û civakê û berev serkeftinê gav avêtin, erkê PDKê ye, ji ber vê yekê cenabê serok hertim rênmayiya wê yekê kiriye ku xwe bi tiştê lawekî û bê wata mijol nekin û demê xwe vala windaneekin, çûnkî berpirsyariyeka giran li ser milê endam û alîgrên PDKê ye, em bi kiryar bersiva tometan didin ne bi deynkirin. Em ê berdewam bin li berevanîkirin û xizmet kirina gel û welatê xwe.

Gulan: Eger em bo pirsa peydakirin aramî û tenahî û gav avêtin bo parastina serûmalê xelkê vegerin ser şoreşa Eylolê, dîsan ev aliye jî aliyê ciwan yê navçeyên azadkirî yên şoreşa Eylolê bû, we rolekê serekî di aramî û tenahiya niha ya Kurdistanê de heye, pirsyara me ew e, çawa berêz Mesrûr Barzanî ev aliyê ciwan yê şoreşa Eylolê veguhast bo lojîka niha û ev aramî û tenahiya Herêma Kurdistanê nexşe jê re danî?

Mesrûr Barzanî: Parastin û berevanî kirin û tenahî erkê serekî yê şoreşa Eylolê bû çûnkî bo parastina gelekî pêwîste tu xweragir bî û te pilanên baş hebin bo cêbcêkirina vî erkî, li gor ew ezmûna li şoreşa Eylolê û paşê jî dezgehên ewlekariyê bidestxistine niha jî me kariye sîstemeke fereh ya parastin û ewlehiyê ji welatî û welatê xwe re dabimezrînin, ev berhem ji zehmetî û şevnexewiya bi hezaran pêşmerge û kadirên ewlehî û asayiş û parastin û polîs û hêzên navxwe ye û çavkaniya her aramiyekê jî hevkarî û piştgiriya cemawerê Kurdistanê ye.

Berdewamiya Babetê heye
Top