Profîsor Ofra Bîngo bo Gulan: renge kurd neçar bibin biryara serbixweyî yê bidin.
Profîsor Ofra Bîngo mamostayê dîroka Rojhelata Navîn û Bakûrê Efrîqaye li zanîngeha Tilebîb, û vekolerekê bilinde di şîretgeha Muşî Dayayn bo xwendinên Rojhelata Naverast û Efrîqa û taybetmende di dîroka hevdem a Rojhelata naverast û dîroka hevdem a Îraq û kemîneyan û bi taybet kurd, Profîsor Ofra Bîngo nivîserê pirtûka (Şoreşa kurd li Îraqê) û herweha pirtûka (Îraqa Sedam û peyva siyasî û zimanê hêzê di Îraqê de) sebaret bi rewşa niha ya Îraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê, Gulan çend pirsyarek arastekir û wî jî bi vî şêweyî bersiva Gulan da* Li gor têgeheştina we, ta çi astî rûdana karesatan li Îraqê rewşa navçeyê aloztir dike û ziyanê digehîne berjewendiyên Emrîka?
- Herdem Îraqa hevçerx ((modêrin)) bûye jêderê ne aramiyê li navçeyê, ew sê şerên li serdemê hikumraniya Beis li Îraqê rûdane, baştrîn belgehin ji bo rastiya vê axaftinê. Heta heger Emrîkî sed salên din jî li Îraqê maban, wan ne dikarî sîstemê arambikin, ew jî ji ber hebûna egerên dîrokî û civakî û siyasî yên cuda. Bi dilinyayî, serhildanên li navçeyê û bi taybet li Sûriya, rewşa aloza Îraqê zêdetir aloz kiriye, ku halê hazir ev rewşe tijî metrsiyên serhildana raperînek din yan şerekê din yê navxweyî. Çi goman têde tuneye ku ev ne aramiye ziyanê digehîne Emrîka ku omêda wan ew bû Îraq bibe kelayek û nêzîktirîn hevpeyman li navçeyê.
* Rewşa Îraqê geheştiye wê astê ku serok wezîr rastewxo amajê bi ne rewayî ya perlemanê dike ji ber ku piştevaniya xwepêşanderan dike, ev jî bi wê watayê ku malikî deshelatê li perlemanê dike ne berovajî, gelo ev ne serbilindkirina dîktatorêkî dine li Îraqê?
- Helwêsta Malkî di astê rola perlemanê de, rewşa perlemana Îraqê ya serdemê paşatiyê tîne bîra me kw têde hikumetê kuntrola perlemanê dikir ne berovajî. Bi rastî di wê heyamê de çi carî perlemanê ji bo standina baweriyê ji hikumetê deng nedaye. Ew a ku têklî bi pirosa siyasî ya serdema paş Sedam Husên hebe, ew e ku em çarçobeke demokrasiyê dibînin. Lê belê ev çarçova demokrasiyê valaye ji rohiyet û naverokê. Bi çendîn şêwe Malikî buhayên bingehîn yên demokrasiyê binpêdike û welêt berev hikumraniyek xwesepandinê dibe. Lê belê hîn karînên wî tunene ku bigehe astê Beis yan Sedam, ji ber ku hîn dest ne daye ser dezgehan û ji ku hêzên pêkhatên din hene di sinûrê wî de rê li pêşê dirin.
* Gelo ji bo rêgrtin li pêş dirustbûna dîktatorekî din li Îraqê çi pêgihûrk heye?
- Em nikarin pêşbîniya wê yekê bikin ku gelo Civaka Nêvdeletî wê karekî bike ji bo seknandina Malikî, belku egerê zêdetir ew e çavên xwe bi girin di ast ew a li Îraqê rûdide. Bi taybet paş ew derencama ne li gor hêviyan ku paş şerê 2003 yê hatine pêş. Herweha egerê wê yekê jî heye Emrîka vê rolê bibîne ji ber ku naxwaze Malikî bike dijmin, çûnkî ditirse karekî bi vî rengî Malikî palbide pirtir bike di hembêza Îranê de. Egerekê din jî ku ew naxwazin weha bên temaşekirin kw bûne sedemê ne aramiya Îraqê û taku Malikî wek serkrdeyekî bi hêz dirkeve ku dikare parastina yekîtiya Îraqê biparêze, ew ê kar bi wî re bikin.
* Aloziyek din jî têklya navbera Kurd û Hikumeta navendî ya Iraqê ye, navçeyên Kurdî bi temamî aramin, belê ew metrsiye heye ku hikumeta navendî wê aramî yê têkbide, gelo ta çi radê têkdana aramiya Herêma Kurdistanê wê kartêkirinê bike?
- Çend rêyek hene ji bo rêgirtin li Malikî ku dixwaze hikumraniyek take kesî bidest xwe xe, yekemîn car gereke hewlên pêşwex ji bo jinavbirina lihevhatinên kirîna çekan were kirin, çi kirîna çekan ji Emrîka yan Rusiya be, ji ber ku hebûna hêza serbazî cihê pişt hêzbûn û geşbûna dîktatorane.
Duyem, gereke opozisyon hewil bide Emrîkî guvaşê bixin ser Malikî, çûnkî pişta Malikî ji aliyê aborî û siyasî ve bi Emrîka bi hêz e.
Sêyem, heger ev gav aktîv nebûn gereke opozisyon berê xwe bidin rê û şûnên perlemanî ji bo standina baweriyê ji hikumetê. Tiştek din jî ku ji hemûyan giringtire pêwîste Herîma Kurdistanê KRG buhayên demokrasiyê yên taybet bi xwe berevpêşve bibe daku modêlek cuda ji modêla bexdayê pêşkêşbike.
Hikumeta niha ya Iraqê wek hemû hikumetên berî xwe ne amadeye wê hizrê qebûl bike ku kurd an bizaveke neteweyî taybet bi xwe heye û daxwaza mafê çarenivîsa xwe dikin. Ew a zêdetir Bexda jê aciz dibe ew restye ye ku Herêma Kurdistanê (KRG) bûye dewletekê rasteqîne û xudanê xwe û siyaseteke aborî û civakî û siyasî ya serbixwe ye. Serketina vê herêmê di binyatnana qebareyekê geşkirî û kêm zêde aram weke mezintrîn tehedaye li hember Iraqeke hevgirty tê temaşekirin. Li vir heza têkdanê bi hemû şêweyan têpêş, her çawa be, renge ev siyaseta kinbîn karygeriyeke berovajî peydabike û paldereke zêdetir peyda bike daku Herêma Kurdistanê ji Bexdayê dûrbikeve û qutbibe, hertim serkirdên Kurd radigehînin ku armanca wan ne cudabûne, lê heger Hikûmeta Navendî berdewam be li ser ajotina vê siyasetê wê demê renge neçarbin vê gavê bavêjin.
* têpêşbînî kirin ku rewşa Iraqê karygeriyê li welatên cîran bike û li hemberê jî ev dewlet karvedanên cuda cuda hebin, bi taybet Turkiya û Seûdiya alîgirê Suneyan digrin û Iran jî piştevaniya Şîeyên Iraqê dike, gelo ta çiqasî ev metrsiye li ser paşeroja Iraqê?
- Di heyama çend salên borî de nexşeya cugrafî kemberbend bi şêweyekî dramatîkî hatiye guhartin. Hevpeymaniyên kevin herifîne û li cihê wan hevpeymantiyên nû çêbûne, mihwerê Turkî – Sûrî – Iranî bi dawî hatiye û li cihê wê dijatiyeke kûr navbera wan hersê welatan de peydabûye. Ji aliyekî din ve hevpeymantiya pêkhatiye ku bi çi şêweyan nedhat çaverêkirin. Iraqa di bin siya Malikî de bi herdu dujminên xwe yên kevin Sûriya û Iranê re hevpeymane, di heman dem de Turkiya hevpeymanîtî bi Hewlêrê re çêkiriye li dijî Bexdayê, gereke em wê rastiyê jî wînin bîra xwe demê em basa guhertina bingehên dikin ew jî ew e ku li gel bûna Iraqê bi kela Şîeyan, hevrikiya Şîe û Suneyan di cîhana Ereb û Musliman de kûrtir û bihêztir dibe, ev pêşhat hemû heza Taîfî û Îtni di Iraqê de zêdtir kiriye, ev hemû metrsî li ser Iraqeke hevgitî dirustkiriye.