• Thursday, 02 May 2024
logo

Îhsan Daxî ji Gulan re: Turkiya razî nabe hikumeta Malkî guvaşê bixe ser Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 8, 2013 Dîmane
Îhsan Daxî ji Gulan re: Turkiya razî nabe hikumeta Malkî guvaşê bixe ser Herêma Kurdistanê
Îhsan Daxî ku stûn nivîsê rojnama Today Zemana turkî ye, pirofîsorê tîkliyên nêvdewletî ye li zanîngeha Mîdil Nîst a teknolojî yeli Enqere û pispor û taybetmendê siyaseta Turkiya û kêşa Kurd e li navçeyê, sebaret bi pêşhatên vê dawiyê û gorankarî û aloziyên niha yên Îraq û peywendiya navbera Herêma Kurdistan û Turkiya, pirofîsor Daxî bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulan de:
* Niha rewşa Îraqê berev hindê ve diçe ku zêdetir aloz bibe, gelo bi boçûna te wek çavdêrekî Turkiya tu çawa berê xwe didî vê pirsê?

- Bo Turkiyê aramî û yekperçeyî ya îraqê pir giringe, ji ber ku rûdana her aloziyekê li Îraqê bêgoman kartêkirinek nîgetîv li Turkiya dike, lewra ez weha dibînim Turkiya li gel arambûna Îraqê ye û li dijî serhildana şerê îtnî û mezhebî ye li Îraqê, belê rewşa îro ya Îraqê li bere di navbera hikumeta Malkî û Kurd an de alozî û kêşe dirust bibin û helbet ew tişte jî yekperçetiya Îraqê bi giştî dixe jêr metirsiyê, her wek win jî dizanin têkliyên hikumeta Turkiyaa li gel hikumeta Malikî di vê heyamê de ne di astekê baş de ne di heman dem de têkilî bi hikumeta herêma Kurdistanê re (KRG) berev pêşveçûnek berçav çûye û ez hestdikim li Turkiya: Hikumet û Biznizkar û civaka Turkî bi giştî ew têkliyên hikumeta Turkiya li gel hikumeta Kurdistanê bilind dinirxînin, lewra ez pêşbînî dikim cure danûstanek yekalîker were rojevê di navbera hikumeta navendî ya Îraqê bi hikumeta Herêma Kurdistanê re.

*gelo Turkiya heta çi astî piştevaniya herêma Kurdistanê dike, eger pêdivî bû?

- Texmînkirina wî tiştî zehmete, belê ji bo halê hazir ew hest pê tê kirin ew e ku Turkiya ne li gel wê çendê ye ku Hikumeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Malikî ve bikeve bin guvaşan, yan ji aliyê her aliyek din ve, Turkiya ne raziye û qebol nake û piştevaniyê nake ku hikumeta Malikî dest dane ser hikumeta herêma Kurdistanê, mebesta min li vir ew e Turkiya wê hemû hewlan bide ku rewşê aram bike, belê ez ji wê piştrastim ku Turkiya ku Turkiya hest bi dilgraniyê dike ji wê hizrê ku hikumeta herêma Kurdistanê milkciyê hikumeta Malikî be li Bexdayê, nizanim ta çi radê belê bê goman Turkiya piştevaniya hikumeta herêma Kurdistanê dike daku berevaniyê ji xwe bike û xwe dûr ragre ji ziyanên hikumeta navendî, belê pirsgirêk di wê de ye ku hikumeta Turkiya çi kartek guvaşê li ser hikumeta Malikî tunye, wextîn – çend salan berî niha- Turkiya têkiliyên baş bi herdu aliyan re hebûn: hikumeta Kurdistanê û hikumeta navendî li Bexdayê, belê îro Turkiyê peywendiyên baş bi Bexdayê re tunene lewra jî kartê guvaşê ne li ber deste û nikare qenaetê bi hikumeta Bexdayê bike yan guvaşê dane ser yan jî zorê lê bike ji aliyê gorîna reftarên xwe li hember Kurdan li Kurdistana Îraqê.

* Bi boçûna te ta çi astî kêşe ji bo şandina neft û gazê bi rêya Turkiya dirust dibe?

- Bi boçûna min qeyrana mezin a navbera hikumeta Îraq û herêma Kurdistanê kartêkirin li ser alîgorên aborî yên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê û kartêkirin li ser hemahengiyê dibe di kartê berhemanîna wize û herweha biwarê veguhastinê, helbet wê karesatek mezin be li ser hemahengî û peywendiya navbera Hewlê û Enqerê, lewra ev wê bi kêşeyek pir mezin be ji bo Turkyê, bi boçûna min Turkiya wê hemû hewlên xwe bide ji bo rêgirtinê li hikumeta Malikî bike ku hêzê li dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê bikarnîne û qenaetê bi hikumeta Malikî re çêke ji bo encamdana danostanan ji bo dîtina çareseriyekê ji bo kêşa navbera Hewlêr û Bexdayê.

* Niha yek ji pirsên giring pirsa Sûriya û rûxana Essed e, helwêsta Turkiya û Herêma Kurdistanê ji hev nêzîke, gelo ev doseye çiqas ji herdu aliya re giringe?

- Nêzîkiyek mezin heye di nêrîna Turkiya û Hikumeta Herêma Kurdistanê de di bara pêşhatên navçeyê de, hikumeta Malikî jî nêrînek cuda heye ji nêrîna herdu aliyan, lewra herdu alî xudan helwêstên hevbeşin di bara Malikî û herweha di bara Sûriyê de, helbet ev jî faktereke ji bo berevpêşçûna têkiliyên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê de, belê heger hat û rejîma Essed hilweşiya – herwek tê pêşbînî kirin ku di maweyek kin de birûxe – wê demê hikumeta Malikî li Bexdayê wê rastî kêşeyan were, çûnkî bi roxana Essed hevpeymanekî li navçeyê ji dest dide û di heman dem de pêgeha Îdara Malikî li navçeyê bi giştî lerzok dike û peywendiya wê lawaz dibe bi Turkiya û Herêma Kurdistanê re.

* Li Turkiya jî kêşa Kurd heye, gelo ta çend hikumeta Turkiya amadeye bo çareserkirina kêşa Kurd di welatê xwe de?

- Îro li Enqere têgeheştinek heye di bara ku PKK ne amadeye çek dîne û lewra jî weha tê dîtin ku danostan bi PKKê re zehmete ji bo çareserkirina pirsgirêkê, bi boçûna min hikumet bi gomane ji niyaza PKKê û herweha PKK jî ji aliyê xwe ve baweriyê bi hikumetê nake, lewra îro kêşa bawerî ji hev nekirinê di navbera herdu aliyan de heye, ji aliyek din ve di bara pirsa Kurd de aliyên li Turkiya pirsa Kurd yekser bi PKK ve girêdayî ye lewra hikumeta Turkiya halê hazir dudile ji ber ku bi dîtina min heger hat û çend pêngavên çaksaziyê avêtin di bara pirsa Kurd de ew tişte pêgeha Parta Dad û Geşepêdan di siyaseta Turkiya de lawaz dike tenê wê wextê nebe dema PKK ji aliyê xwe de despêşxer be, lewra ez bi wî rengî dibînim ku hikumetê xaleka girêdanê dirust kiriye di navbera encam dana çaksaziyê li gel çekdanana PKKê, ez dibînim ku niha ev e xwendina hikumetê ji pirsa Kurd re li Turkiyê, hikumeta Turkiya pir dilnerihet û dudile ji avêtina her pêngavekê ji ber ku hikumet weha dibîne ku çareserkirina pirsa Kurd renge pêgeha AKPê di helbijartinên bê de lawaz bike, her wek win jî zanin li sala 2014ê helbijartin li ser astê navçe ş paşê li ser astê welat tên sazkirin û ew helbijartin ji aliyê hikumetê ve pir giringtire, lewra ew weha dibînin ku encamdana çaksaziyê di bara pirsa Kurd de pêgehê hikumetê li Turkiya lawaz dike, ez bi xwe li gel wê boçûnê ne hevhizrim, lê belê ev têgehiştina di bara pirsa Kurd de ye li ser astê Hikumetê.
Top