• Thursday, 02 May 2024
logo

Storan Stîvinson serokê şanda Yekîtiya Ewropa di dîmaneyek taybet bi kovara Gulan re:

Gulan Media November 7, 2012 Dîmane
Storan Stîvinson serokê şanda Yekîtiya Ewropa di dîmaneyek taybet bi kovara Gulan re:
Storan Stîvinson siyasetmedarekê naskirî yê Sikotlandiye ji sala 1999ê ve nûneratiya Sikotlanda li Yekîtiya Ewropa dike û serokê şanda Perlemana Yekîtiya Ewropa ye bo Iraqê û yeke ji kesatiyên naskiriyên nav welatên Yekîtiya Ewropa , herweha serokê gropa dostên Irana azade, perlementar Storn Stîvison li nav perlemana Yekîtiya Ewropa çavdêriya rewşa Iraqê ji nêzîkve dike û bi şandê Iraqê re komdibe bo helsengandina rewşa Iraqê, lewra axaftinên Stîvinson rengvedana helwêsta PYE ye ku ew jî cêbecêkirina destûr e û binyatnana Iraqek demokrat û federal e, lewra paş ku prosa siyasiya Iraqê aloz bû û Nûrî Malikî serok wezîrên Iraqê zêdetir berev takrewiya milî çû, berêz Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistanê helwêstek hişk li hemberê wî stand, Stîvinson bi navê şanda PYE nameyek piştevaniyê bo helwêsta serok Barzanî şand, ji bo axaftin li ser helwêsta PYE hember Iraq û boçûna wan sebaret bi barodoxa siyasiya Iraqê, me ev gotûbêja taybet bi Storan Stîvinson re encam da û bi vî rengî boçûna xwe ji Gulan re derbirî.
Gulan: we wek serokê şanda PYE bo Iraqê, ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Iraqê dikin û agahdarin ku prosa siyasiya Iraqê di çi astekê re derbaz dibeherweha agahdarin ku Nûrî Malikî serok wezîr bi temamî pêngavan bo takrewiyê avêtiye, prsyara me ew e gelo Iraq bi vê rewşê berev ku ve diçe?

Storan Stîvinson: ev prsyareke baş e, ji ber ku suba (mebest roja 25/9/2012ê) ye, ez temama rojê terxan dikim bo serokatî kirina kombûna salane nav perlemanê li gel şanda civata nûnerên Iraqê ku ew du sê roj in li Brokslê ne, suba em zincîreka kombûnan encam didin, bê goman hemû ev pirsgrêk tên gotûbêj kirin, ev prsgrêk hemû giring in, ku cihê dilgraniya min a kûr in, hemû ew tiştên min gotine wek serokê şanda peywendiyan li gel Iraqê, ew e ku Iraq pêwîstî bi hikûmeteka hevbeşa niştimanî heye, hikûmetka danpêdanê bi demokrasî û azadî û mafên mirovan û mafên jinan bike, cihê mixabiniyê ye ku rêkeftina Hewlêrê bi temamî nehatiye cêbecêkirin, pir ji beşên serekî ya rêkeftina Hewlêrê necêbecêkirî mane, wezîrên serekî, hundir, berevanî û asayiş nehatine dan bi endamên din yên hikûmetê, belku hên jî li jêr destê serok wezîr Nûrî Malikî da ne, di rewşek ku deshelatên zor di bin destê wî de bin ev rewş ne tendiruste ji bo demokrasi yê û ez hezdikim vê yekê bi dirêjî bi şandê perlemanê re ku suba ez amadeyî kombûna wan dibin gotûbêj bikim, herweha kotûbêjê di bara wê dikin ku çawa rewş were çareserkirin.herweha ew cihê dilgraniya min ya kûr e ew e ku deh meh bi ser dawî seredana min ya bo Iraqê re derbaz dibe, ku ez hatibûm piştrast kirin ku wê di heyamek kin de wê kojmê kareba dabînkirî ji çwar seat bo 12 seat û paşê bo bîst û çwar seat were peyda kirinû bilez ava vexwerinê – şêrîn – ji bo hemû welatiyên Iraqê were peydakirin û sîstema avarûya guncayî were danîn ku hemû rûniştvanên gund û bajêrk û bajaran jê mifa dar bin, niha bo min diyar bûye ku çi ji van tiştan nehatiye cêbecêkirin li gel hindê ku berhema neftê wek astê sala 2003yê vegeriye, gelo ew pere hemû dere kuderê? Heger ew pere ne ji bo dirust kirina dezgehên pêwîst û bo dabînkirina 24 seat kareba û ava şêrîn û sîstema avarû yê ji bo welatiyên Iraqê neyê bikaranîn , gelo ew perene ku ve derin? Ev cihê metirsiyê ye bi ya min, suba peyama min bo wî şandî wê ew be ku em li Ewropa hevkarîkerin bo avedankirina Iraqê, belê gereke ew li ser binemalê hikûmraniya baş be, pêwîsta edakirina hikûmeta Iraqê rengvedana yekgiritin û yekbûna niştimanî be, gilî pir geheştine me di bara dadgehî kirina vê dawiyê û biryara bi darvekirina cêgirê serok komar Tariq Elhaşmî, û ev çende şermezariyek temame, zîrevanên wî li bin darê zorê hatin neçar kirin ku danpêdanê bikin, yek ji zêrevanên wî di bin eşkenceyê de hate canê xwe ji dest da, ev kiryarane û pirek ji hikmê darvekirinê ku hatine cêbecêkirin, bêyî ku dadgehî kirinek guncayî were kirin ku li gor standardên yasayî yên li ser astê nêvdewletî hatine cêbecêkirin, ne cihê qebûlkirinê ne û em dixwezin hikûmrdariya baş ciyê van hemû tiştan bigre, heger nebe wê karî geriyê li ser wan harîkariyên aborî bike ku eger heye li paşerojê Ewropa bide Iraqê.

Gulan: cenabê te nameyekê bo Barzanî nivîsandiye, têde piştevaniyê li helwêsta Barzanî dikî di prosa siyasî ya Iraqê de, gelo nîşandana vê piştevaniyê ji aliyê cenabê we ve rengvedana piştevaniya PYE ye bi prosa demokrasiya Iraqê û pişevanî li binyatnana Iraqê wek welatek federal?

Storan Stîvinson: piştevaniya min ji bo serok Barzanî ku min di çend bîranînekê de ew dîtiye, çend caran li vir li Brokslê û herweha li koşka xwe li Kurdistanê, piştevaniya min bo Barzanî û Herêma Kurdistanê ji ber wê çendê ye ku cudahiya navbera Bexda û Hewlêrê de, herweha cudahiya navbera Kurdistan û beşên din yê Iraqê de ji ast derketiye ji ber ku teror li nav Kurditanê nayê rûdan, ji ber ku Hikûmeta Kurdistanê piştevanî daye gelek ji penaberên ser bi hemû kemîneyan, di nav wan de pir ji Mesîhiyan, herweha bo Ereb û Turkman û pir benaberan, her çende ev giraniyê dixe ser aboriya Kurdistanê, belê wan dergehê xwe vekiriye û ragehandine ku penaber wê li cihekî aram a Kurdistanê bimînin, ku di şiyanan de tuneye ev li beşên din yên Iraqê were bidestxistin. Aboriya Kurdistanê di geşekirinê deye, min bi çavê xwe otêl û bazar dîtin – dema ez çûme Hewlêrê – wate jiyana asayî li Kurdistanê destpêkiriye, ev jî ji ber ku li Herêma Kurdistanê hikûmeteke demokrat a guncayî karûbaran bi rêve dibe, herweha aboriyek baş bi rê ve dibin. Wan sinûr ji terorê re danîne bi egerê ku Pêşmerge sinûran diparêzin. Ez dibînim ew hemû wane ne ku gereke beşên din yên Iraqê jê fêr bibin.

Gulan: niha li Herêma Kurdistanê tê hestkirin ku piraniya welatên YE konslxaneyên xwe li Hewlêrê vedikin, herweha tê hest kirin ku astî weberhênanê û kompaniyên welatên YE li Herêma Kurdistanê zêd dibin, gelo hebûna ev peywendiyên aborî û bazirganî navbera Herêma Kurdistanê û hewildanên YE çawa dixwînî?
Storan Stîvinson: ez dibînim ew peywendiyên bazirganî yên tendirustin, ji ber ku piyawkarên ewropa dibînin ku xistina sermayê bo nav Kurdistanê karekê tendiruste, di demekê de ku weberhênan li beşên din yên Iraqê cihê kêş û giriftên zor e, ew jî ji ber ku astê gendelî û tindûtîjiyê û yunebûna prosyeka dadwerî ya guncayî, taku beşên din yên Iraqê bi hev re kar nakin û welêt pak nekin û nûneratiya hemû beş û aliyan nekin û nûneratiya mafê kemîneya nekin bi heman şêwê nûneratî kirina piraniya Şîeyan, wate taku ev tiştane rûnedin wê weberhênerên rojava pir dilgran bin ku weberhênanê li Iraqê bikin. Ez karê xwe di wê çendê da dibînim ku handana wê proseyê bidim, belê ev çende ta diçe pirtir û pirtir giran dibe, dema tê dîtin ku çalakiyên yaxîkeriyê dest pêkiriye û çendîn xelk tên kuştin û karên xwekujiyê tên encam dan û nêzîkî her hefteyeê karê kuştinê tên encam dan.

Gulan: Berêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pir bi tundî li pêş siyasetên Nûrî Malkî rawestiye û heta ragehandiye ku bi çi rengî takrewiya xwe sepandina Malikî nayê qebûlkirin, di vê bareyê de jî aliyên Erebî û Sûne piştevaniya helwêsta Barzanî dikin, bi nêrîna cenabê te gelo ta çi astî Barzanî dikare di vê qunaxê de proseyê ji destê diktatoriyetê rizgar bike?

Storan Stîvinson: bê goman ew rêkeftine bi amadebûna balyozê Emrîka hatiye îmzakirin li Hewlêrê, paş ew helbijardina cihê nelhevkirinê bû, rêkeftina Hewlêrê kevirê bingehîn ya hikûmeta hevpeymanî bû, ku biryar bû hikûmeteka hevbeşa niştimanî be serokatiya Nûrî Malikî, belê nîşan di zêdebûnê dene ku ew yeke rûnade, ew jî cihê dilgraniyeka kûr e, ji ber wê ez dibînim ku serok Barzanî dikare hinek dersan fêrî serok wezîr Nûrî Malkî bike ku nîşanê bike ka çawa tenahiya li Herêma Kurdistaanê ser kişand bo geşeya aborî, ser kişand ji bo ku weberhênana derve were ji aliyê rojava ve û bawerî bi paşeroja Kurdistanê, herweha ew rastiya ku Turkiya yeke ji weberhênerên derveyî li Kurditstanê, ew selimand ku dibe heta ew aliyên ku tên çaverêkirin bibin dij û dijminê te, bibin dost û weberhênerê serekî, heger hat û keşeya siyasî û keşeya aborî aram bû.

Gulan: niha bi eşkere hest tê kirin ku Erebên Şîe yên Iraqê xwe bi aliyê Iranê de ladidin, li hemberê jî bi eşkere Turkiya piştevaniya Erebên Sune digre, her bo nimûne niha Tariq Elhaşimî li turkiyê ye û li bexdayê biryara bidarvekirina wî derketiye, lewra pirsgrêk bi vî rengî tê xwendin ku Iran dixweze rolekê karîger li nav Iraqê bilîze, pirsyar li vir ew e Iraq di navbera Turkiya û Iranê de çawa kêşeyên xwe çareser dike?

Storan Stîvinson: ev pirsyarek pir baş e, ji ber ku li cem min çi goman têde tuneye, ku ev nêrîna pir xelkane li Ewropa û Emrîka, belê ji niha ve Iran mezintirîn metirsî ye li ser aştiyanavçeyê, herweha renge mezintirîn metirsî be li ser aştiya cîhanê û li ser her welatekî li ser vî erdî, hikûmeta niha ya Iranê bi eşkera piştevaniya Beşşar Essed dike li Sûriyayê û çek ji wan re dişîne, di hewlên berhemanîna çekê etomî ye û ew jî ron e ku kartêkirin û destê wan di siyaseta serok wezîr Nûrî Malkî de heye, ew ne rewşek tendirust te û destêwerdana Iranê di karûbarên Iraqê de pirsgrêkeke nabe çi welatiyekê Iraqê qebûlbike.

Gulan: li ser astê peywendiyên dîplomasî yên navbera Herêma Kurdistan û Ewropa yê, em hest dikin seredanên berêz Barzanî bo welatên YE zêde bûne û em dikarin bêjin piraniya welatên YE vekirtiye, gelo pêşwaziya welatên YE bo serok Barzanî di ew astê bilind de tu çawa dibînî?

Storan Stîvinson: Ew serok Barzanî bi kesatiyek endaze giring li Iraqê dizanin, herweha wek serkrdeyekê eqlîmî dibînin, ku aştî û seqamgîriyê li herêma Kurdistanê peydakiriye, bi vî rengî, ew bi dostaniyek mezin lê dinêrin û seredana wî bo vêrê cihê pêşwazî lêkirinek germe.

Gulan: hebûna serûkaniyên neft û gazê li Herêma Kurdistanê, herêma Kurdistanê kiriye dewletek xudan jêderê wize yê, tu jî dizanî ku neft û gaza Kurdistanê bi rêya Turkiyê berev Ewropa diçe, gelo ta çend neft û gazê Herêma Kurdistanê ji YE nêzîk kiriye?

Storan Stîvinson: bê şek jêderên nef û gazê giringiyek bineretî heye, ne tenê bo Kurdistanê, belku bo temama Iraqê, herweha we rêketina destûrî heye bo dabeşkirina dahatê jêderên neft û gaza ku li Kurdistanê têye derxistin. Ez dibînim pêwîste pêdaçûn ji bo van tertîbatên destûrî were kirin, anku gereke ji nêzîk ve û di bin sêbera yasayên nêvdewletî da pêdaçûn were kirin. Belê ew rastiya ku me ta radeyekê diyarkir û hinardekirina neft û gaz ê ji Kurdistanê bi rêya Turkiyê, wê nîşan dide ku Kurdistan çend giringe û bi çavekê bilind li aboriya Kurdistanê tê temaşekirin ji aliyê YE ve.

Gulan: Mesûd Barzanî hefteya borî carek din li Italiya dobare kir ku mana Kurd li gel Iraqê girêdayî ye bi cêbecêkirina destûrê ve, herweha girêdayî ye bi demokrat bûna Iraqê ve, hemû kes dibîne ku hikûmeta Bexdayê ne destûrê cêbecêdike û ne demokrate, ev wê watiyê dide ku Barzanî di wê hewlêdeye Herêma Kurdistanê ji Iraqê cudabike û dewletekê ragehîne, gelo heger Kurd dewletê rabigehînin, YE wê helwêstek çawa hebe li hember ew dewleta nû?

Storan Stîvinson: bê goman ev pirseke ta dawî rade hestyare, ez xelkê Skotlanda me Skotlanda jî pêşinyar kiriye ku li sala 2014ê rapirsî were encam dan û ew prsyare ji xelkê Skotlanda bê kirin ka dixwazin ji Birêtaniya (Şahnişîna Yekgirtî) cuda bibin, ez dibînim ku ew hizrek pir xerab e û ez ne li gel hindê me ku Skotlanda wek neteweyekê cuda bibe, ez dizanim fişarên zor û pirsên zor hene ku karîgerî li ser Kurdistanê hene, ew jî prsek bêendaze hestyare û ne aramî û dilgiraniyek zor mezin peyda dike li hemû welatên cîran de, bo nimûne Iran û Turkiya, herweha li beşên din yên Iraqê de jî, di heman dem de, ez dibînim pirsgrêkek aloz û hestyar wek vê pirsgrêkê were girtin ta demê bidestveanîna – ew a min daxwaz kiriye – hikûmeta hevbeşa niştimanî li Bexdayê, karekê mumkin be, ku baştirîn şêwe nûneratiya hemû berjewendiyên Iraqê bike, bi ew rengê em bi xwe xwe ji alozî û girjiya ladidin di pêşerojê de.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top