• Thursday, 02 May 2024
logo

Seredana DawidOxlo bo cem Barzanî giringe û Turkiya û herêma Kurdistanê gav ji bo hevpeymanên sitratîjî tavên

Gulan Media August 13, 2012 Dîmane
Seredana DawidOxlo bo cem Barzanî giringe û Turkiya û herêma Kurdistanê gav ji bo hevpeymanên sitratîjî tavên
Pirofîsor D. Îhsan Bal mezine şirovekarê şîretgeha sitratîjiya USAK a ku yeke ji şirovekar û nivîserên xuyayên Turkiya yên taybetmend li ser pirsa Asayîş û têrorêzmê û berdewan di rojnama Turkish Wêklî Jornal û hind rojnamên din jî de gotara belav dike, sebaret seredana vê dawiyê ya Dawidoxloy bo herêma Kurdistanê û civîna wî tev Barzanî me hind pirs jê kirin wê jî bi vê awayî bersiva Gulan de.
*seredana berêz dawidoxlo bo herêma Kurdistanê nîşana peywendiyên baş û dustatiyê di nav bera herdu aliyan de ye, hûn çawan vê seredanê dinirxînin?
- di mijara başbûna peywendiyên Turkiya û herêma Kurdistanê di van pênç şeş salên dawiyê de, em dikarin weke hevbeş û hevkarên yek wesifbikin,herwisa em dikarin mina hevpeynanên hevê li ser astek herêmî wesif bikin ji bo demên dahatî û ji bo paraastina berjewendên herdu aliyan, ev ji aliyekê de û ji aliyekê din de weke xuya berêz Barzanî û berêz dawidoxlo wek hev li rewşa Suriyê dinêrin û têgehiştinek hevbeş heye, anku herdu alî dixwazin rijêma niha bikeve û xelkê Suriyê pêtir rola xwe di Suriya nû de bilîze, her weha ji bo Kurdên Îraqê û Barzanî ev seredan girine ji bo peywendiya wan bi Turkiyê re ku dergeheke ji bo wan ber bi rojava de, ji berku di piraniya pirsan de nêrînên hevbeş hene, û şêwazek hevbeş di pirsên navxweyî û hermî û cihanî de hey, eger em ji van sê aliyan temaşey vê seredanê bikin giringiyek mezin ji bo herdu aliyan heye.
Suriya demokratîk ji bp Turkiya û herêma Kurdistanê pir girinke, lê tirsa şerê navxwe paş çûna rêjêma esed heye, gelo gereke çawa amadekarî ji bo parastina aramiyê li Suriyê were kirin û Turkiya ji vê rewşê çend dudile?
Turkiya pir bitirse ji wê ku Suriya ji rewşekê xirab bikeve rewşekê xirabtir, eger paş çûna Esed welat kete milmilanêya taivî û etnî wê ji bo deverê hemiyê bibe derdekê mezin, wate ne li ser Suriyê bi tenê belku bandura xwe wê bike ser Turk û Kurd û Ereb û hemû aliyan, ev yek jî ne di berjewenda kesê daye li deverê, di be ji hind hêzên derekî ku ji dervey deverê li pirsgirêkê dinêrin başbe lê ji bo cîranê Suriyê Suriyayê lawaz û ne aram tiştek nebaşe û di berjewenda kesê de nîne, ji ber hindê Turkiya bizavdike hevpeymanekî li deverê bibîne taku tevhev kar bo suryayek aram di dahatî de bike, Suriyayek ku mafê tev gel û netewan Kurd û Mesîhî û musilman bi tebayî hebe, xema Turkî ewe ku şerekê navxweyê dirêj peyda nebe daku bandûrê li deverê jî nekem gereke eve ne xema Turkiyê bi tenê be belkû pêdiviye eve ciyê tirsê be li dev her aliyekê, ji ber vê yekê Turkiya bizav dike kar tev cîranên baş û dustên xwe bike, mina herêma Kurdistana Îraqê û cîhana Erebî û cîranên din jî. eger em bikarin bi tev aliyan û bi hev re karkirnê bikin taku em Suriyaye aştîxwaz û aram bînin holê û mafê gelê wê parastî be û gelê wê rola xwe di avakirina welatê xwe de bilîze, me li Turkiyê û tev berêz Barzanî di vê mijarê de nêrînek hevbeş heye, wate gereke tev aliyan para xwe di Suriya de hebe, lê nabe tu kes daxwazkarê dabeşbûnê û tagiriyê be li Suriyê.

*Em dizanin Barzanî û Turkiya xwedî helwîstek hevbeşin ji bo pirsa Suriyê, ji aliyekê din de Îraq û Îran jî hevgir û palpiştên rijêma Esedin, evyek buye sedema givaştinên Îraqê li ser herêma Kurdistanê, ku alozî di navbera Malikî û herêmê de heye û li vê dawiyê gehaye wê radê renge pêkdadanên serbazî rûdin, herwisa dema berêz Oxlo seredana herêmê kir Bexda givaştin li ser herêmê xurttir kirin, pirs ewe eger hikûmeta Îraqê gefa li herêma Kurdistanê bike Turkiya wê çawa raftarê bike gelo ta çi rade aramî û ewlehiya herêmê ji bo Turkiyê giringe?
- Turkiya ji bandura rewşa Suriyê li ser Îraqê bi tevahî û herêmê bi taybetê ditirse, , bisedema alîkariya du alî me pir belge û nîşan hene ew jî bi sedema karê weberhênana me li Kurdistanê û hevkariya diplomatîk di biyavê karûbarên nêvdewletî de, lê ciyê dilgiraniyêye Îran û hikûmeta Malikî nearamiyê li deverê peydadikin û piştevaniya rijêma esed dikin ku hemî duniya di wê bawerê de ye ku wê bikeve, bi çavgirtin li ser helwîsta Kurdî û Turkî jî her ev rijêm wê here, ji berku dijî durhêla mirovatî û herêmiye, Tehran û hikumeta Malikî şaşiyek dîrûkî dikin, pir cara Turkiya ev yek bi eşkera xuyakiriye, mixabin Îran fikir dike eger rijêma Esed çû û Kurd û Turk herin Dîmeşqê û Erebên Sine xwedî deshilat bin li Dîmeşqê wate wê derda û xesirî, jiberwê hemû hiz û karînên xwe dixebitîne û nearamiyê diafrîne taku Esed li ser deshilatê bimîne. Sşnaryoyek din jî heye ewjî dabeşbûna Suriyêye paş çûna Esed, ev jî ciyê tirsêye çunkê dibe sedena girjiyan li deverê, wate hevpeymana Kurd û Turkan ji bo vê pirsgirêkê pir giringe, ji berku bi nêrîna min Barzanî û Turkiyê nêrînên hev beş hene rojbiroj gav ji bo yek hol tavêjin, jiberhindê eger di dema were de Bexda pêtir givaştina li ser herêma Kurdistanê bikem, wê Turkiya pêtir xwenizîkî hewlêrê bike û guhnade Bexdayê, lê biya min di tevgera xwe ya bi hikumeta Kurdiya li bakurê Îraqê gereke Turkiyê pirsên nêvdewletî berçav werbigire, ez şaş nebim Turkiya girêbestên pitrolê tev herêma Kurdistanê hene hetaku Emrîka jî ragehand ku divê Turkiya destorê Îraqê li berçav bigire. Wate gereke hind rêzlênanên nêvdewletî li berşav werindîtin. Bi nêrîna min Turkiya û herên di hevkariyan û dustaniyê de wê berdewam bin.... lê min divê bêjim ku Bexda di tevgerên xwe de neserbixweye, nêrîna xwe ji bo welatiyên xwe nîne, welatiyên wê yê li Kurdistana Îraqê, Turkumen û Erebên Sune û ....Hd. belku niha pêtir guh li Tehranê digire her tiştê ji Tehranê derdikeve ew dubare dike ev jî ne nîşana pêşde çûnê ye ji bo pêşeroja Îraqê, Turkiya jî bi başî vê mijarê dibîne, ji ber vê yek taku bikare wê piştgêriya heêma Kurdistana Îraqê bike, lê jehrawîtirîn û bitirstirîn mijar li ser peywendiyên Turkiya û herêma Kurdistanê pirsgirêka PKK ê ye, ku PKK ê bandur li ser tev peywendiyên di navbera herdu aliyan de heye, eger em bikarin vê pirsgirêkê çareserkin, wê di dema pêş de ev peywendî kûrtir û bihêztirbin û renge bigehe hevbeşiyek sitratîjî li ser pirsên herêmî.


*gotina te a Dawî çiye?
- me pir cara li Turkiyê ragehandiye ku Kurd ne dijminê Turkan e, ne di borêde û ne di niha de û ne di dahatî de, bi vê têgehê ew hevpeymanê mene, pir carî pirsgirêkêm biçûk têne holê lê em mezin dikin, yek ji wan pirsgirêka tîrorîzme zalbûn li ser vê pirsgirêkê pir giringe bê ku şaşiyên mezin werinkirin, li ser astê pirsgirêkên herêmî di peywendiyên Bexda û Tehran û Dîmeşq û cîhana Erebî renge di piraniya pirsan de nêrînên me 100% wek yek bin, ji berku di wê demê de em hevpeymanên hev yên xuzayî bûn û nihajî bi heman hevpeymana xwezayîn, biya min di dahatu de xelkê Suriyê û Îraqê wê mifay ji vê pêşketinê wergirin, ew xelkê daxwazkerên demokratiyê û serweriya yasa û pêşketina abûrê ne, anku nemerce layene bibe wate aliyê din ziyan kir belku dibe hemû behremendên pêşdeçûnê bin, ev nêrîna mine.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top