• Thursday, 02 May 2024
logo

Dr. Ebdulhekîm Beşar sekreterê Parta Demokrata Kurd li Sûriyê ji Gulan re:

Dr. Ebdulhekîm Beşar sekreterê Parta Demokrata Kurd li Sûriyê ji Gulan re:
Li gel alozbûna rewşa Sûriyayê û bê omêdbûna civaka nêvdewletî ji kêmbûna tundûtîjiyê û qurbaniyan, ku hevdeme li gel dûriya egerê destêwerdana leşkerî û bikaranîna hêzê li dijî rejîma Beşar, hemû serinc berev hêzên opozisyon û Civata Niştimaniya Kurd li Sûriyê diçin, ku dikare ji niha ve gerentiya parastina mafên gelê kurd li Sûriyê bikin, di vê çavpêketinê de Dr. Ebdulhekîm Beşar sekreterê Parta Demokrata Kurd li Sûriyê bas li dawî pêşhatên rewşê û opozisyona kurd û rolê Civata Niştimaniya Kurd li Sûriya dike û hewlên Barzanî jî bo harîkarî û piştevaniya bidestxistina mafê gelê kurd li Sûriya bilind dinirxîne: “Gereke berî rûxana rejîma Esed, opozisyona Sûriya mafên kurd pesend bike û paşê di destûrê de bê çespandin”
• Li vê dawiyê we seredana çend welatên herêmî û erebî kir, gelo ejindayê seredana we ji bo (Turkiya û Qeter û Mîsr) çi bû?, herweha boçûn û helwêsta wan welatan li hember opozisyon û rûxana rejîma Esed çawabû?

- Berî çûna me bo Turkiya û Qeter me seredana Emrîka kir û me çend rûniştin û gotûbêjek bi Wezarete Derve û Koşka Sipî û Kongires û aliyên din yên Hikûmeta Emrîka re sazkir di hemû kombûn û rûniştinan da me hizir û boçûna Civata Niştimaniya Kurd li Sûriyê ji wan re ronkir û li 15 û 16î vê mehê opozisyona Sûriyayê bi giştî kombûn ku têda em weku Civata Niştimaniya Kurd beşdarbûn û wek yek hêz biryar li ser rûxana rejîma Beşar hat dan ku ew biryar û hindek raspardeyên tir dawakarî û daxwaziya me bû, yek ji ew dawakariyên me ku biryar li ser hatî dan ku em kongireyekê li Qahîrayê girêdin û ji bo wê kongirê gerek çend kar û pêdawîstiyek bên amadekirin, ji wan nivîsandina reşnûsa piroja siyasî ku berê min amaje pê kiribû daku li kongirê bê pêşkêşkirin û gotûbêj û biryar li ser bê dan, herweha destnîşankirina ew kes û aliyên ku dê beşdarî kongireyê bibin, herweha li 17 û 18î vê mehê me seredana Qeterê kir û ji aliyê peymangeha Pirokîngiz ya Emrîkî dawetnameyek ji me re hatibû ji bo beşdar bûn di gotûbêj û semînarekê de, ew peymangehe kar li ser vekolînên siyasî û stratejî dike û ra û boçûna vê peymangehê ji aliyê hikûmeta Emrîka ve pir giringe û li cihekê taybet tê danan û ev giftûgo û vekolînane ku li vê peymangehê tên encamdan paşê dibe raport û ji wezareta derve ya Emrîka re tê bilind kirin, herweha em ê serdana Qahîrayê bikin ku li wir jî çendîn bas û lêkolîn li ser rewşa Sûriyê û korankariyan gotûbêj li ser tê kirin û pişt re bernameyek heye bo seredana Parîsê, ew helwîsta ta niha li Emrîka û Berîtaniya û Ferensa û welatên tir ên dost û harîkariya opozisyon û me jî heye û me dîtiy ku harîkariyek baş û bi hêz e û her hemû li ser wê çendê rijdin ku bi her rê û sînaryoyekê be rejîma Beşar nemîne û birûxe, belê ev kengî rûdide em wê nizanin û helwêst û piştevaniya Emrîka û welatên dost karîgerî li ser rûxana rejîma Beşar Essed heye, çûnkî hemê ew welatane dixwazin bi her curekê be sîstema Sûriya bê guhartin û bibe welatekî demokrat û azadîxwaz û mafê hemû pêkhatan têda li ber dest be, ji aliyekî din Emrîka û welatên din yên dost têbînî û serincên baş li ser kar û helwîsta opozisyon û Civata Niştimaniya Kurd li Sûriyê heye û mitmane û baweriya wan bi karê me heye bitaybet wezareta derve û koşka sipî ya Emrîka piştevaniya xwe ji bo opozisyon û me li hember rûxana rejîma Beşar derbiriye.

• Lê belê niha rewş li Sûriyê ketiyê qûnaxek aloztir , ne Beşar Essed bi kêr tê ku gotûbêj li gel bê kirin ne opozisyon jî qebol dike ku gotûbêjê li gel wê rejêmê bike, bi boçûna te çareserî ji bo vê rewşê çiye?

- Raperîna cemawerî û şoreşgêrî ya Sûriyayê geheştiye qûnaxekê ku millet û şoreşgêr nikarin li gel rejîma Beşar Essed bijîn, lewra egerê gotûbêj û danûstandinê nemaye, li hember jî her rojek Beşar Essed li ser desthelatê bimîne, tudûtîjî zêdetir berev pêş ve diçe û kuştin û tirs û toqandin zêdetir dibe û millet û welat berev karesat û malwêraniyek zêdetir ve diçe, çi deshelatdarek jî nikare heta dawiyê li dijî îrade û xwasta millet be, bi taybet milletekê ku amadeyiya wan hemû qurbaniyan têde hebe, belê bi mana zêdetir ya Beşar Essed egerê vêketina şerê navxoyî û mezhebî ya mezin li Sûriyayê heye bi taybet di navbera Elewî û Suneyan de, ev çende jî metrsiyeke mezin, çûnkî heger hat û ev şerê navxo li Sûriyayê vêket wê demekê dûr û dirêj li ber xwe bide û millet û welat rûberûyî metrsiyeke mezin dibin, belê bi dest ji kar kişandina Beşar û destberdarbûn ji fermanrewatiyê li wê demê milletê Sûriya û Elewî jî tên parastin û carek din sînaryoyê xwînrêtinê û kuştinê berdewam nabe.

• Tu hestnakî ku hêdî çi nemaye civaka nêvdewletî ji rewşa Sûriyê bê omêd dibin, hevdem destêwerdana leşkerî û hêz li hember bikar nînin, wate hemû omêd di opozisyonê daye, gelo wan çi kiriye?

- Opozisyon ta radeyekê cihê omêdiya milletê Sûriyayê ye, belê hemû pêkhate li xwe negrtiye, em weku milletê kurd li Sûriyayê me Civata Niştimaniya Kurd heye, lewra hizr û boçûnên me wehane ku projeyeke siyasî li Sûriya di navbera hêzên opozisyonê bên danan ku berjewendiya hemû aliyan û milletê Ereb û Kurd û mezheban têda parastî û misoger û berçavwergirtî be û ev proja siyasî hemû aliyên opozisyona Sûriyê yên cuda cuda li ser kok bin û paş gotûbêj kirina projê bi razîbûna xwe hemû îmzê li ser bikin, ew proje bibe dekyomenteke bawerî pêkirî ku mafê hemû aliyan û melletê Sûriyê têda xuya û parastî be, daku li pêşerojê hemû alî pabend û pêgîrbin bi binema û xalên wê projeyê û çi kelên û pêşêlkarî dûr ji vê dekyomentê neyê pêş ji ber ku her bû nimûne Elewî û Kirîstyan û Dirozî ku niha rewşa wan baş e û rastî çi zehmetiyan nehatine, li aliyê din kurd jî ku berê jî rewşa wan xerab bû û rastî eşkencedanek zor hatine, di heyamê 16 mehên derbazbûyî ku şoreş berdewam bûye û rejma Beşar zorê li xelkê dike , tenê Rûsiya û çend welatekên kêm harîkariya rejîmê dikin, belku di nav xwe de jî, di hundir da jî hinek grop û alî li Sûriyê hene ku harîkarî û piştevaniya Rejîmê dikin û di nav dezgehên ewlekarî û navxweyî da kardikin, piştevanî û piştgirîya van tîm û aliyan bo rejîma Sûriya ji ber wê şendê ye ku berî niha mifa ji rejîmê wergirtine, ji aliyekî din ve ew kes û girop û aliyane pêşeroja wan ne diyar û ron e û ji wê çendê ditirsin ku rejîma Beşar nemîne û ji berjewndiyên xwe werin dûrxistin, belê li demê ew proja siyasî a min nîşanpêdayî weku dîkyoment were cêbecêkirin û opozisyon li paş nemana rejîma Essed li ser biçe û pê pabend bin û maf û azadiyên tak û alî û hemû millet biparêzin li gel ew kesên ku li gel Beşar û rejîmê ne û ji xwe û berjewendiyên xwe ditirsin, li wê demê ew piştevanî û harîkarî kirina rejîma Essed jî namîne, me ji opozisyonê ra gotpêwîste em di vê proja siyasî da peymanekê bidin hemû aliyan bi taybet Elewî û Dirozî û Krîstiyan û milletê Kurd jî, nabe opozisyon daxwaza harîkarî û piştevanî û beşdariyek zêdetir a cemawerî di şoreşê da bike di demekê da ew proja siyasî ku pêşeroj û şarenvîsa û berjewendiya wan rondike hebûna wê tunebe, ji aliyekî din ve gereke opozisyon pêngav û karên xwe li hudrî welat û tev xelkê be nabe weku niha opozisyon pirtir li derveyî welat be û dûr ji xelkê û êşeka wan be, bi taybet li welatên ku ne welatên mezin û xudan sengin li ser astê nêvdewletî yan li welatekê erebî ku ta niha bi temamî piştevanî û palpiştiya û beşdarî di şoreşa Sûriyê da nekiriye, tenê ew ê ku di vê şoreşê da beşdar e û xwînê dirjîne û daxwaza azadî û demokrasiyê dike millet e ku ew jî zêdetir milletê Ereb û melletê Kurd e, û weha jî tê çaverê kirin ku ku paş şoreşê piraniya welatên derve û erebî rêgirî û berbestan li hember maf û xwastekên gelê kurd dirust kin.

• Kurd pêkhateyekê giringê Sûriya ye û di nav şoreşê da jî qurbanî û şehîd zor dane, gelo di nav kombûnên opozisyonê da çawa basa mafê gelê kurd tê kirin?

- Ji bo me weku milletê kurd sê xalên stratejî û giring hene gereke destberdarî jê neyê kirin:
Yek, gereke opozisyon hebûna Kurd weku millet ku li ser axa xwe ye pesend bikin, ev çende jî di destûra Sûriyê da weku millet û maf binecih be.
Du, gereke ew siyaseta şovînî û regezperestî were rakirin ku çendîn salin ji aliyê rejîma Sûriyê ve tê ajotin û kar bo guhartina demografî û ji nav birina nasname û şewsandin milletê kurd li Sûriyayê tê kirin.
Sê, gereke peştevaniya mafê milletê kurd bê kirin û bişêweyek demokrasî pirsa milletê kurd bê çareserkirin û ji bo vê yekê gereke refrandomek azad û zelal bi piştevanî û çavdêriya nêvdewletî were encamdan û milletê kurd li wî demî çarenivîsa xwe diyar dike û biryar dide weku milletekê ku li ser axa xwe dijî û mafê çarenivîsa xwe di çwarçêwê welat de bo xwe diyar dike.
ji aliyekî din îro hêza mezin û diyar û bi şiyan li Sûriya Civata Niştimaniya Sûriyayê ye, ev hêze jî pêkhatên nav Sûriyê bi yek millet dizanin û miletê Kurd bi cuda nabînin, wate gelê Kurd bi milletekî serbixwe û cuda ji milletê Ereb û Sûriyayê nabînin û baweriya wan bi wê çendê heye ku zulm û sitem li Kurdan hatiye kirin û ew siyaseta şovenî û regezperestî li hember hatiye kirin nemîne û were çareserkirin û opozisyon bas li wê yekê jî dikin ku mafê kurd li Sûriya gereke were çareserkirin bi şêweyekî demokrasî, lê belê bê refrandom ev çende jî berovajî daxwaziya me û milletê kurd e û em niha daxwazdikin ku mafên milletê kurd berî rûxan û nemana Beşar û rejîma wî bê xuyakirin û li nav proja siyasî û weku dîkomênt û destûrekê gereke hûrbîniyên hestyar û guncayî û dirust ji bo milletê kurd diyar û parastî be, her çende ew dibêjin na paş rûxan û şoreşê em biryarê li ser maf û çarenûsa kurd bidin, ev yaeke jî ji alî me ve nayê pejrandin, çûnkî kar û gotin û peymanên devkî ne cihê baweriyê ne, dîroka kurdan jî şahidê ew gotin û peymanên devkî ye ku çi frtûfêl û ne heqiyek li hember me hatiye kirin, her lewra jêderê maf û azadî û demokrasiyê li cem me û hemû welatan ji bo diyarkirna çarenvîsê refrandom e ku bi çavdêriya rêxistinên nêvdewletî tê çavdêrîkirinû parêzgariyê li zelalî û rastiyan dikin.

• Kurd niha li Sûriyê weku milletek ji bo bi dest ve anîna wan maf û berjewendiyan paş rûxana rejîma Beşar çi dixwaze û win jî opozisyon û nûnerê milletê kurd li Sûriyê dê çi pêngavê bavêjin?

- Ji bilî ku gereke opozisyon milletê kurd weku millet ku li ser axa xwe dijî bipejrîne û di destûrê da jî temama mafên wan werin danîn û werin çespandin û ew siyaseta dujminkarî ku berê li hember hatiye kirin were ji navbirin û qerebûya millet jî were kirin û bi şêweyekî demokrasî û bi refrandomek azad û zelal kurd biryarê li ser şarenivîsa xwe bide , hevdem em kurd daxwaza hikûm û deshelatek ne navendî sîyasî dikin, di vê da jî pêwîste nenavendiyek bi şêwê otonomî yan sîstema federalî be, îro em pirtir tekezê li ser sîstema federalî bo kurd dikin weku binema û xal û naveroka rasteqîne ya federaliyê ne weku federaliyeteke bi nav û gotin be. Anku em dxwazin di sîstema federaliyet da ji bo kurd li Sûriya di hemû aliyan da aborî û siyasî civakî, li gor daxwazî pêwîstiya xwe karbikin, daku em bikarin li ser şiyan û hêza xwe pirsgirêk û kêşeyên xwe çareserbin û xizmeta navçeyên kurd cîh û milletê xwe bikin, herweha bi sîstema federalî em dikarin sinûr û navçeyên xwe bi azadane birêvebibin ku çendîn salin ev omêd û xwesteka me ye. Ji aliyekî din ve bi pê vî sîstemî em dikarin dahat û rêveberatiya xwe zanibin û di pêşxistin û geşekirina biwarên jiyanê bikar bînin. Ew kêş û giriftên ku çendîn salin hene û em ji ber dinalin bi taybet pirsa nasnameya neteweyî û guhrîna demografî û çendîn biwarên din çareserbikin û li ser şêweyek hevçerx û pêşketî bingehbikin, herweha ji aliyê perwerde û ziman û keltur û tendrustî û hemû biwarên din yên jiyan û xizmetiyê ku çendîn salin hatine piştguhxistin û zarok û neviyên me jê hatin bê parkirin bi pêngav berev pêşve bibin û çareseriya hemû kêş kemûkasiyan bikin, heger hat û kêşa kurd wek millet nehat çareserkirin û sîstema siyasî ya federalî û ne navendî neyê çespandin wê şerekê navxwe mezin û berfereh û dirêj li Sûriyayê rûbide, di navbera hemû pêkhatûn Sûriyayê da bi taybet di navbera Elewî û Sunî û Şîe û Dirozî û ta Kurd jî, belê sîstema federalî li Sûriya ne tenê xizmeta kurdan dike belku xizmeta seranserî welat û hemû pêkhatan dike, herweha xizmeta yekîtî û serwerî û serbixweyiya axa Sûriya jî dike.

• Rolê cenabê serok Barzanî di vê rewşê da li hember şoreş û milletê kurd li Sûriyê çawaye û win çawa dihelsengînin?

- Ji bo me weku partî li Sûriya Barzanî simbola netewî ye û şansê kurdane ku me kes û malbatek weku cenabê serok Barzanî heye û piştevaniyeke pir mezin û bi hêz ji Civata Niştimanî re kiriye û cenabê Barzanî ku li her hevdîtin û kombûnekê ku li gel welatên mezin û serok û berpirsên dinyayê weku Emrîka û ferensa û Turkiya û .. HD, encamdaye têda piştevanî û hevkarî li demokrasî bo Sûriya û bidest xistina mafê gelê kurd li Sûriyayê kiriye û ew bas û piştevaniyane bo me kurdan û Civata Niştimaniya Kurd li Sûriyê pir giring û karîger e, çûnkî rolekê giring daye kurd û Civata Niştimaniya Kurd, em Civata Niştimaniya Kurd li Sûriyê bi nûnerê rasteqîne yê kurd li Sûriyê daniye, ev jî cihê rêzê ye û ji aliyekî din ve ji bo me piştevanî û hêzek mezin û giringe, hevdem cenabê serok Barzanî dibêje em harîkarê we ne ji bo bidestveanîna mafê milletê kurd li Sûriyê û çi kes jî ji bilî kurdê Sûriyayê bi xwe nikare rewşa we kontrol bike, qebûl jî nake milletê kurd li Sûriyayê li jêr zulm û sitem û tepeseriyê bimîne.

• Heger dawî pirsyar sebaret bi rolê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin wek piştevan bo we, gelo çi piştevanî kiriye?

- Deshelata siyasî û Hikûmat Herêma Kurdistanê alîkar û piştevanekî giring û karîger û başin bo me daku milletê Sûriya bi giştî û Kurdê wî welatî bi taybetî di ev qunaxa ne xweş û zor da rizgarbibin û sîstemek demokrasî peyda bibe û milletê kurd jî bigehe ax û ziman û keltur hêvî û mirazê xwe, daxwazê jî ji kovara Gulan dikim ku giringiyek taybet û berdewam bi rewş û gorankariyên Sûriyayê bide û doseyê taybet û cuda li ser binûse û bi rê ya wê doseyê giringiyê bi mafê gelê kurd û rolê Civata Niştimaniya Kurd bide.

Veguhaztin ji K-jêrî: Kalo Kalo
Top