• Thursday, 02 May 2024
logo

Naveroka hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Ajansa Reuters

Naveroka hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Ajansa Reuters
Li hevpeyvîneke li gel Ajansa Reuters, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê li gel nerazîbûnên Bexdayê berdewamiyê bi peymana li gel kompanyayê mezinê neftî ya Emerîkî Exon Mobil dide. Serok Barzanî li vê hevdîtinê de tekez li ser Kurdistaniya Kerkûkê dike û ragihand dereng bi cîhkirina yan bi cîhnekirina destûra Iraqê paşarojê dixe nava metirsiyekê.

Serokê Herêma Kurdistanê li vê hevpeyvînê de behsa wê yekê dike ku berî îmzakirina vê peymanê li gel Nurî Malîkî Serokê Wezîrê Iraqa Federal axaftiye û wî agahdar kiriye û wî jî tu astengiyek dernebiriye û nerazîbûna Bexdayê bi nerazîbûneke ne destûrî da zanîn.

Serok Barzanî got: "Peyman ne ne destûriye. Belê me peymanê li gel Exxon Mobîl li gor destûrê îmzakiriye. Em wan nerazîbûnên hinek berpirsan dibîhîsîn ku dibêjin eve nedestûriye. Em bi vê peymanê ve pabendîn û bi bêyî wê yekê ku guh bidîn gotinên hinek berpirsên li Bexda ku dibêjin dijî destûre, cîhbicîh dikîn."

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku peymana Hikûmeta Herêmê ya li gel kompanyaya Exxon sûdê neku tenê Herêma Kurdistanê belku bi hemû Iraqê digîhîne. Her wiha got ku bi hoşdariyên vê dawiyê li Bexda ya li ser peymanê me gelek sosret û ecêbgirtî hiştiye. Serok Barzanî got: "Birastî gelek seyre û tu wateyeke xwe tûne. Ji aliyê me ve, tu wateyek nebexşê. Li yekem hengavê da, min peyamek ji bo Serok Wezîr şand û di derbarê naverokên wê peymanê ve min wî agahdar kir. Ew bersîva ku min jî wî wergir eve bû ku wan nerazîbûnek li ser tûne. Eve jî berî îmzakirinê bû."

Serokê Herêma Kurdistanê carekî din rexne li siyaseta nefta Iraqê girt û ragihand Bexda xaw û xilîçkiyê dike li pejirandina reşnivîsa yasaya neft û xaz ku li sala 2007 li navbera Bexda û Hewlêr li ser bi rêk ketibûn. Serokê Herêma Kurdistanê got: "Gelek bi eşkere dibêjim, siyaseta neft li Iraqê da siyasetekî faşîle. Pirsiyar li xelkê Iraqê bikin kanî palawgehên neftê? li navçeyên navîn û başûr çend demjimêr kehrebe ji bo welatiyan heye? û Iraq jî li ser deryayeke neftê dijî. Eger siyasetekî faşîl nebê, kanî sedema vê yekê çiye?"

Serok Barzanî helwesta li dîrokiya Herêma Kurdistanê dûpatkir ku peymanên neft û xaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûrîne û li beramber çareserkirina pirsên li gel Bexda Herêma Kurdistanê destberdarê wan mafên nabê.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand li gor peymana sala 2007, her du Hikûmeta navendî û Herêm berdewam dibin li îmzakirina peymanên li gel kompanyayên neft heta ku yasaya neft û xaz bête pejirandin. Serokê Herêma Kurdistanê got: "Em wê mafa ku destûrê daye me birêve dibîn û tu berpirsek li Bexda nikare vê yekê ji me bistîne."

Em dev ji Kerkûkê bernadîn

Di derbarê wan metirsiyên ku li gel vekişana hêzên Emerîka li dawiya vê mehê de dihêne çaverêkirin rû bidin. Serokê Herêma Kurdistanê ji bo karkirina li gel Hikûmeta navendî heta ku rê li xerapbûna pêvajoya asayîşê bigirin amadehiya xwe nîşanda. Serokê Herêma Kurdistanê got: "Vekişana hêzên Emerîka tu bandorek li ser rewşa emniya Herêma Kurdistanê da nabê. Ji ber ku tu hêzekî Emerîkî li Kurdistanê nebûye. Ji bo asayîşa aliyê Iraqê metirsî li holê daye. Em amadene alîkariyê li gel Bexdayê bikîn heta ku nehêlîn tu binpêkirin yan valahiyeke emnî dirust bibê."

Di derbarê navçeyên veqetandî jî, Serok Barzanî ragihand Hikûmeta Herêmê li daxwazkirina encamdana rapirsiya li ser çarenûsa Kerkûkê berdewam dibê, bi bêyî wê yekê ku tu tenazulek bikin. Serokê Herêma Kurdistanê got: "Li vê meseleyê de me zêdetirîn nermiyê nîşandaye û dema me maddeya 140 pejirand tu gumaneke me li ser nasnameya van navçeyan nebû, ew navçeyên Kurdîne."

Serokê Herêma Kurdistanê got: "Çarenûsa Kerkûkê bi cîhkirina maddeya 140 ve hatiye bestîn, eger ev madde bête bicîhkirin meseleya Kerkûkê jî çareser dibê û her xelkê Kerkûkê bi xwe jî wê çarenûsa xwe diyar dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê bicîhnekirina maddeya 140 û destûra Iraqê ve jî hoşdarî da û got: "Eger hewl hebê ji bo paşxistin yan xwe veşartina li bicîhkirina destûra Iraqê, eve paşaroja welat gelek metirsîdar dike."

Her wiha Serok Barzanî redkir ku tu tenazulek beramber bi Bexda nîşanbide li desthilgirtina Kerkûk beramber bi razîbûna çareserkirina pirsên dabeşkirina dahat û peymanên neft. Serok Barzanî got: "Bi tu awayek. Eve meseleyekî nasnameye, meseleyekî şerefe, meseleyekî keramete, çawa dikarîn? Meseleya neft û xaz babetekî dine, nabê herdem pêkve bibestî."

Pirsa Kurd li Tirkiye

Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku eger hat û pêvajo zêdetir têk biçê, wê demê renge Herêma Kurdistanê li gel Îranê bîr li wê yekê bike ku hêzên Pêşmerge bişîne sînûran.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji bo ragirtina şerê li gel Tirkiye, Hikûmeta Herêmê li gel Partiya Karkerên Kurdistanê li guftûgoyê daye û got: "Em li gel PKK li pêwendiyêdane û em zêdetirîn zexta xwe li ser PKK bi kartînin bo ku wan operasyonên serbaziyan rabigirin, ji ber ku eve yarîkirine bi çarenûsa gelê Kurd. Niha dema operasyona serbazî nemaye, dikarin bi rêya aştî û demokrasiyê ji bo armanca xwe şer bikin, eve çaresere."
Top