Şanoger û lîstîkvan Osman Xunav: Bila sînemaya Başûr xwe bigihîne asta sînemaya cîhanê
![Şanoger û lîstîkvan Osman Xunav: Bila sînemaya Başûr xwe bigihîne asta sînemaya cîhanê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/22d8c390a5a60c200c0ee4233f255a9d_L.jpg )
Derfetên lîstikvanên Kurd li çarperçê jî nîne, lîstikvanên Kurd bi zimanê serdestan di fîlman de cîh digre. Tu vêya çawa dinirxînî?
Em îro behsa adalet, demokrasî dikin,îro zanîngeh hene û beşa konservatuar hene. Lê perwerdehî bi zimanê serdestan e. Lîstîkvanekî Kurd bi devoka xwe dilîze. Zimanê ne yê dayikê li zimanê mirov rûna ne. Min gelek caran daxwaz ji rêzê filmên tirk girt, lê min nexwest tê de bilîzim. Ji ber ku ne zimanê min ê dayikê ye,ne çanda min e û serde jî li zimanê min naye. Ji xwe rêzê filmên van demên dawiyê tên kişandin jî li ser nijad perestîn e. Gelek çîrokên me berê niha girtin û bi zimanê Tirkî kişandin. Lîstikvanên Kurd jî tê de dan lîstin, lê wek devokekî ,wek mirovekî paşdemayî. Henekê xwe pê kirin.Gotin ev devoka şarqî ye. Ya rastî çi bu? Devoka şarqî tuneye, ya rastî ya Kurdî ye, yan jî Tirkî bu. Lê tu caran nedigotin, ev devok devoka ku yekî bi eslê xwe Kurd e. Ji xwe mirov dema ku hinî zimanekê din dibî zimanê mirov ne sererast e. Tîp tam di cîh de nîne. Ne li gor wî zimanê ye. Lê tu caran negotin ev Kurd e. Ji ber vana dema teklîf dihat min qebul nedikir. Lê dema daxwaza lîstikvanîya rêza fîlmê ku di TRTKurdî de bi navê cîran cîran hat min xwest ez tê de cîh bigrim. Lewra bi zimanê min bu û çîrokên tê de jî cur bi cur bun. Her çanda Kurdan , şert û mercên Kurdan tê de cîh digirt. Lîstîkvanên ku îro di rêze filmên Tirkî de dilizîn jî mixabin ji birçîbûnê dilîzin. Ev rastiya listikvanên Kurdin. Divê rêvebirên Kurd yê herçarperçê Kurdistanê vana bibînin. Bila derfet ji bo lîstîkvanan çê bikin û piştgirî bidin ku rêzê filman bikşînin, şanoyan vekin. Çîrokên me tên dizîn. Mîsal; Keşanlî Alî, ev Kurd Alî ye ji Enqere ye, wî kirin Keşanlî Alî. Mînakên bivî rengî bi hezaran hene. Her çîrok bi zimanê xwe bi wate ye. Mirov nikare dîwana mem û zîn bi zimanekê din bîne ser sahnê û bilîze. Ev bi zimanekî din nayn lîstin, lewra ew hîsa mirov nikare bide temaşevanan.
Sîyaseta welatên ku Kurd tê de dijîn çi bandor li ser hunerê dike?
Îro tehamula kesî ji bo zimanê Kurdî tune ye. Tu li kenalên li Turkîyê dinêrî tu bernameya Kurdî tuneye. Tenê TRTKurdî maye ew jî nivî Kurdîye nivî Tirkî ye. Huner di dunyayê de , di şerê sovyetê de hunermendên wan, wêjê wanên wan derketin holê .Hunerê wan derket holê. Li ciyekî şer hebu, li ciyekî opera hebu. Mirov dikare di şertê şer de jî piştgirî bide hunerê. Sîyaset gelek bandor li ser hunerê dike, tehamûla Tirkî ji bo zimanê Kurdî û hunera Kurdî tune ye. Wek nîjadperestî lê dinêrin. Ev tevegerî wê rûyê xwe bide hilbijartina jî, wê rûyê xwe bide pêşoroja wî welatê jî. Bi zimanê dijminatî nabe, divê bi zimanekî rexneyekî dostanî bê gotin. Dikarin hunermenda biavêjin zindana. Lê nikarin hunerê bikin zindana. Huner haps nabe, azad e. Lewra huner di hepsê de jî tê afirandin.
Gelo heke li başûrê Kurdistanê projeyekî rêze filmekî, yan perda sipî bê amade kirin tu yê tê de cîh bigrî?
Heger ez ya dilê xwe bibêjim, ez li hember gelê başûr rêzdar im, ji wan pir hezdikim. Lê heta nav xwe de ,ji hevdû heznekin ez naxawazim di projeyekê wan de cîh bigrim. Ez ji ber buyerên dawîyê gelek dil şikestî bû me. Bi ya min gellê başûr serokatiyê cenabê Kak Mesud Berzanî heq nekirin. Wî tenê hiştin. Kêngî ji hevdû hezbikin ez ê wê demê di projeyekî wan de cîh bigrim. Bê şert û bê merc wê demê amade me. Îro başûr welatekî me ye. Bixwe bi rêk û pêk birêve dibe, lê wezareta çandî binav heye, lê bi îcraatê tune ye. Ez hinek rexneyan dibêjim, lewra dilê min diêşe, dixwazim bila pêşbikevin , di warê perda spî û şanogerîyê de xwe bigîhînin asta dunya yê. Tiştekî bila biafrînin. Televîzyonên Kurdî bila projeyan çê bikin, bila filmên ji zimanekî din dublaj kirî neweşînin, yên bingeha wî Kurdî bên kişandin û bên weşandin. Televîzyonên yên tenê yê nuçeyan, civaka Kurdî nabe pêşve, hunera mirov civata mirov dibe pêşve.
Basnews