Keça kurd tîmeke futsalê avakir
Helale Feysel keçeke werzîşvan e û nîştecihê gundê Hîsnanê ya navçeya Soran a Hewlêrê ye. Wê Koleja Perwereya Werzîşê xwendiye. Ji ber hezkirina xwe ya werzîş û bi taybetî jî futbolê, ji bo keçên navçeya xwe, tîmeke futsalê avakiriye
Derbarê vê yekê de Helale Feysel ji Rûdawê re got: “Hizra çêkirina tîmeke fûtsala keçan ji ber hezkirina min a futsalê û herwiha xewn û xeyalên min, peyda bû.”
Helale Feysel herwiha got: “Li herêma Soranê ti tîmeke taybet a keçan nîne. Lewma min biryar da tîmeke wiha avabikim. Li Soranê çendîn keçên bi şiyan, lêhatî û zîrek ên futsalê hene.”
Werzîşvana kurd herwiha da zanîn, ku kompanya Korek Telecom, Zanîngeha Soranê û Navenda Çalakiyên Werzîşê li Soranê pêwîstiyên wan ên werzîşê dabîn kirine û herwiha hinek rêxistinan jî piştgirî dane wan.
Helale Feysel diyar kir: “Niha di tîma me de 14 lîstikvan hene. Tîma me taybet a futsalê ye. armanca me ew e, ku zêdetir giringiyê bidin werzîşa jinên Soranê.
rudaw