• Friday, 28 June 2024
logo

Kardînal Louis Sako spasiya Serok Barzanî û Rêveberiya Siyasî ya Kurdistanê kir

Kardînal Louis Sako spasiya Serok Barzanî û Rêveberiya Siyasî ya Kurdistanê kir

Patrîkê Kildanan li Iraq û Cîhanê spasiya Serok Barzanî û Rêveberiya siyasî ya Kurdistanê kir û pesnê helwêstê wan da.

Di daxuyaniya ku bi navê ‘’Spasî û Pêzanîn ji bo Rêveberiya Herêma Kurdistanê’’ belav kiriye de; Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Louis Raphael Sako ragehand: ‘’Berî ez vegerim bo binkeyê xwe yê li Bexdayê ez dixwazim spasî û pêzanînên xwe ji rêveberiya Herêma Kurdistanê re bikim. Bi taybet jî Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wê pêşwazî kirina wan a germ li piştî vekêşana krîza fermana ji kar dûrxistinê û herwaha rawestana wan a di eniya heq û rastiyê de ez gelek bi nirx dinirxînim, wekî ku Serok Mesûd Barzanî di twita xwe ya derbarê derxistina fermana dîwanî ya ji bo vegera min amaje pê da bû, ew gelek bi nirx bû.’’

Herwaha spas ji bo xwedayê mezin, bi destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî rê hate rastkirin.

Louis Sako nivîsandiye: ‘’Ez wisa dibînim ku pêwîstiyeke mezin heye bo ditîneke niştimanî ya ronî bo seqamgiriya welat, ti rêyek jî tine ji bo çareserkirina krîz û rastkirina rewşan bi awayekî dirust. Tenê ew nebe ku bi gotûbêjeke şaristanî ya aram û hekîmane û zîrekane ku hemû alî li ser kom bibin. Dabeşbûn malwêraniye, firsetçîtiya desthilatê aştiyê nayne, lê dabeşkirina desthilatê li ser prensîbên destûrî, xala serekî ya hukimraniya demokrasiya reşîd e ji bo xizmetkirina niştiman û hemwelatiyan.’’

Meha Nîsan a sala 2023yê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîf fermana komarî ya ku sala 2013ê de Serokomarê wê demê Celal Talebanî derxistibû vekêşa û Patrîkê Dêra Kildaniyan li Iraq û Cîhanê Louis Sako nasandibû vekêşand. Piştre jî ji aliyê dadgehê ve li Bexdayê çend dosyayek ji bo Louis Sako hatin avakirin, ji bo wê jî Sako Bexda bicîh hişt û li Hewlêrê bi rêzdarî pêşwazî li wî hate kirin. Li gor çavdêr dibêjin sedemê vekêşandina wê fermanê ji aliyê serokomarê Iraqê ve, ji ber givaş û fişara Serokê YNKê Bafil Talebanî bû, ji ber ku Reyan Kildanî xwestibû Louis Sako ji wê erkê bê dûrxistin û kesekî nêzîk wî bê erkdar kirin.

 

Basnews

Top