• Friday, 28 June 2024
logo

Fermandarê hêzên bejayî yê artêşa Îranê: Îsraîl êrîş bike ser Hizbula û Lubnanê, Eniya Berxwedanê bêdeng nabe

Fermandarê hêzên bejayî yê artêşa Îranê: Îsraîl êrîş bike ser Hizbula û Lubnanê, Eniya Berxwedanê bêdeng nabe

Fermandarê payebilind ê artêşa Îranê gef li Îsraîlê xwarin û dibêje, Îsraîl êrîş bike ser Hizbula dê Eniya Berxwedanê bêdeng nemîne û dê xwedî helwêst be.

Fermandarê hêzên bejayî yê artêşa Îranê Kiyamers Heyderî derbarê alozî û komkirina hêzan li ser sînorê navbera Îsraîl û Lubnanê ji çapemeniya Îranê re ragehand, gefxwarina Îsraîl dike ronî û aşkera ye. Îsraîl êrîş bike ser Hizbula û Lubnanê Eniya Berxwedanê jî bêdeng namîne.’’

Eniya Berxwedanê ew hêz û grub û milîsan li xwe digre ku li Sûriye û Yemen û Iraq û Lubnan û Afganîstan û Pakistanê ji bo berjewendî û alîkariya Îranê hatine avakirin û kar dikin.

Hêjayî gotinê ye di heyama borî de CNNê di raportekî de diyarkiribû ku di dema serdana şandeyekî berpirsên payebilindên Îsraîlê bo Washingtonê de berpirsên bilind ên Amerîkayê piştrastî dane berpirsên Îsraîlê ku eger Îsraîl bikeve şerê temamî li gel Hizbula, wê demê dê Amerîka bi hemû şiyana xwe ve piştevaniyê li Îsraîl a Hevpeymanê xwe bike.

 

Basnews

Top