• Friday, 28 June 2024
logo

Aydin Marûf: Em bang dikin ku rêkeftina Şingalê di zûtirîn dem de were cibicîkirin

Aydin Marûf: Em bang dikin ku rêkeftina Şingalê di zûtirîn dem de were cibicîkirin

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan got: ‘’Em daxwaz dikin ku rêkeftina Şingalê bi zûtirîn dem were cîbicîkirin, da ku rewşa Şingalê asayî bibe û Êzidî vegerin warê xwe.”

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf piştî civîna li gel rêxistina civaka sivîl a Êzdiyan, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Em daxwaz dikin ku rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi zûtirîn dem were cîbicîkirin, da ku rewşa Şingalê asayî bibe û Êzîdî vegerin warê xwe.”

Marûf da zanîn, hevdîtinên bi nûnerên pêkhateyan re, bi mebesta piştgirîkirina wan pêkhateyan e ku niha li Herêma Kurdistanê pêkvejiyaneke baş heye. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji her demê bêhtir, piştevaniya Êzîdiyan û pêkhateyên din dike, ku ev jî faktoreke gelek girîng e.

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan got: “Em bang li aliyên siyasî û Iraqî dikin ku destêwerdanê di karûbarên pêkhateyan de nekin, ji ber ku dê bandorek xirab jê dirust bibe.”

Rêkeftina Bexda û Hewlêrê, di Cotmeha 2020an de bi navê vegerandina seqamgîrî û asayîkirina rewşa navçeya Şingalê hat îmzekirin û ji sê mîhwerên sereke yên îdarî, ewlehî û avakirinê pêk hatiye û birgeyên wê, derketina hêzên nefermî, proseya avakirina Şingalê û qerebûkirina ziyandîtiyan li xwe digire.

 

K24

Top