• Monday, 24 June 2024
logo

ENQERE - Mezintirin Qur’ana bi destnivîs hatiye amadekirin

ENQERE - Mezintirin Qur’ana bi destnivîs hatiye amadekirin
Taybetiyeke meha Remezanê jî zêdebûna rêjeya xwendina Qur’anê ye ku di vê mehê de gellek bernameyên behsa Qur’anê dikin jî têne sazkirin. Îsal li Tirkiyê karekî balkêş hatiye encam dan, ku xetatekî piştî xebata xwe ya sê salan, Qur’aneke 150 kîloyî nivîsîye. Ev Qur’an, weke mezintirin Qur’ana destnivîsî tê qebûl kirin.

Di manga Remezanê de xwendina Qur’anê zêdetir dibe û di gellek bername û çalakiyan de jî behsa Qur’anê tê kirin. Li Enqere ya paytextê Tirkiyê jî di pêşengeheke Xetan de Qur’ana herî mezin ya cihanê hate nîşandin, ku ev Qur’nan 150 kîlo ye û bi temamî bi destan hatiye nivîsîn. Xetatê vê Qur’anê jî dibêje piştî ku min di xewna xwe Selehedîn Eyûbî dît, min biryara karekî wisa da.

Xetatê Qurana Mezin Recaî Ozsoy dibêje: “Ji bo nivîsîna Qur’aneke wiha, min best û îlham ji xewna xwe standiye. Min di xewna xwe de Selehedîn Eyûbî yê serokê dewleta Eyubîyan dît, ku zatekî gellek mezin e. Selehedîn Eyûbî şûrê xwe (xencera xwe) da destê min. Min jî ev yek weke peyamekê dît û min got divê ez karekî mezin bikim.”

Di peşengehê de di gel xetên destçêkirî yên xetatan, heman demê hîcabên Kabê û Mecsîda Nebevî yên ku di serdeme Osmaniyan de bo Hicazê hatine şandin jî cih girtin.

Hemwelatiyê bi navê Tarik Tufan dibêje: “Gotinek heye dibêjin, Qur’an li Mekeyê daketiye, li Stenbolê hatiye nivîsin û li Qahîreyê hatiye xwendin. Ji serdema Osmaniyan heta niha me çanda xetkêşiyê heye û xettatên me berhemên hêja çêkirine.

Herwiha Murat Tekîntaş jî diyar dike: “Ez ji bajarê Qeyseriyê hatime. Min bihîst ku pêşengehe wisa heye. Me baş kir ku em hatin. Bir taybetî vê Qur’anê û hîcabên Kabe û Mescîda Nebevî gellek bala min kişand. Ez çend caran çûme umreyê, niha jî min wisa hîs kir ku ez careke din çûme wan deran.

Di peşengehê de çend berhemên xetatê navdar ê ji Başurê Kurdistanê Sîwan Berzencî jî têne nîşandan. Peşengeh dê heta dawiya mangma remezanê vekîre be

Rudaw
Top