Şerefedîn Alçî bo Gulan: pêwîste pêşinyarên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo çareseriya kêşa Kurd li Turkiyê, pir bi hişyarî werin guhdarîkirin
Şerefedîn Alçî perlemantarê Kurd li Turkiyê, yeke ji siyasetmedarên diyar yên Kurd li Turkiyê, di axaftineka taybet de bo Gulan derbarê xola nû ya perlemana Turkiyê û helwîsta DTP'ê ji baykotkirina rûniştinan û pêkolên wan ji bo darêtina destûr û çareserkirina aştiyane a kêşa Kurd, tekezî li ser wê çendê dike ku pirsgirêk girêdayîne bi hewlên birêz Receb Teyib Erdogan serok wezîrê Turkiya bo çawaniya reftarkirin li gel kêşan û herweha darêtina destûreke nû bo Turkiyê daku çareseriya hemû kêşan bike, di vê çarçovê de bi vî cureyî bersiva pirsyarên Gulan da.*Piştî helbijartinên meha çûyî yên perlemanê heta niha jî kêşeyek heye, ew jî kêşa baykotkirina rûniştinên perlemanê ye ji aliyê BDP'ê ve, heta niha jî li ser baykotkirina rûniştinên perlemanê berdewamin, çima BDP'ê baykot neşkandiye?
Sedema baykotkirina perlemanê ji aliyê BDP'ê ve ji a CHP'ê hinekî cudabû, me sedem û kêş û mafên rewa bo baykotkirina perlemanê hene, çûnkî bi şêweyekî ne rewa mafê nûneratiyê ji hevalekî me hat standin û ji aliyê desteka bilinda helbijartinan ve hat pêşkêşkirin bo endamekî AKP'ê ku wî endamî mafê xwe kandîdkirinê tune bû. Bêgoman em nikarin li hmber vê barê ne rewa bê deng rawestin, çûnkî karvedanek pir mezin di nav civakê de jî hebû û civakê helwêst wergirtibû. Piraniya endamên civakê jî rijdbûn li ser wê çendê ku em wek nûnerên Kurd heta dawî bi vê neheqiye neyê beşdarî perlemanê nakin. Ji ber ku rewşek pir ne asayî xuyadibû, gerek bû ev rewş bihata çareserkirin, ev ne rewatiye ne taybet bû ji bo (Xetîb Dîcle), çûnkî ew yasaya berengarbûna terorê ku wekî hicetekê bo zindanîkirina Xetîb Dîcle anîn pêş, li gor mada 7 ê a wê yasayê em hemû rastî heman ne rewatiyê dibin, di vê rewşê de jî pir çetine em bikarin bi azadî û asayî biçin perlemanê û çalakiyên xwe binavbikin. ne tenê ev, belê heta di nav civakê de jî derfeta hişyarkirina civakê bi rêya ku em bi azadî hizrên xwe yên syasî derbibirin tuneye. Bo çareserkirina vê yekê jî pêwîstiya me bi niyazên baş heye, di vê derbarê de aliyê ku bikare vê barodoxê serastbike serok wezîr e, serok wezîr bi xwe ragehandiye ku nabe ev ne rewatiye were qebûlkirin, ev lekeyek reş e gereke ji ser partiya me were rakirin. Em jî li hêviya destpêşxeriyekê ne ji serok wezîr ku rêkê ne de sûndxwerina ew endamê ku ne bi rewayî hatiye helbjartin, heger li ser sûndxwerinê jî rijdbe, gereke bidin damezrênerekê me, herweha me daxwaziyek din jî ji serok wezîr heye ku ronkirinek fermî sebaret vê ne rewayetiyê bide û danpêdanê pê bike û pêkolê jî bike ji bo çareserkirinê, çûnkî ev yeke di desthelata serok wezîr de ye û dikare vê çendê bike û hejmara endamên perlemanê jî di astekê pir bilind de ye, niha wî desthelatek herî fereh di nav parta xwe û hikûmet û dewlet û civakê de heye.
Bi wataya ku kilîta çareseriya rewşê di destê serok wezîr deye, heger bixwaze dikare kombûnekê bi çend kesekên me re li darbixe daku em pêşinyarên xwe bigehînin wî, herweha di vê bareyê de çi were kirin bo nehiştina vê ne rewatiyê û em ji wî re rê û çawaniya çareserkirinê ron bikin, paşê em pêkolê bikin qena'etê bi hev bikin, heger em rast bin, ew rastiya me qebûl bikin, heger ew rastin, bila me qena'et ji me re çêkin ku ew rastin, belê serok wezîr ev rêke jî girt û got ez hevdîtinê encam nadim û ew endam perlemane jî gereke sûndbixwe, û karek bi karekî hat pîvan, bila endamên BDP'ê werin sûnd bixwin, paşê em ê hizir li çareseriyê bikin!.
Bêgoman ev rewşe bûye sedema ku em nerazîbûnê derbibirin, çûnkî her ji destpêkê ve em hatin piştguhkirin, tek rêya siyasî ya demokratî ku hebû, hat girtin. Lewra me jî helwêst xwe nîşanda û me nedikarî di vê rewşê de mercan qebûlbikin û bi nêrîna me bi vî şêweyî beşdarbûna me li perlemanê û sûndxwerina me çi mifayek tê de tuneye. Çûnkî beşdarbûna me di perlemanê de bi vî serûberî tenê dibe egera xwe dûrxistina siyasî û bi berdewam axftina bê mifa, her wekî axaftineka erebî heye dibêje (kelêm kelêm feyense) wate bêje bêje ew jî jibîrdike!! Lewra bi vî serûberî em beşdar nabin û xelk jî li hêviya vê çendê ye ji me. Ji bûyerên ji vêrê û pêde serok wezîr jê berpirsyare, ji ber ku me hewildaye, belê em negeheştin encamê. Serok komarê Turkiya jî Ehmet Turk dawet kir û pir bi germî û pozetîfane pêşwazî lê kir, hevdîtinek pir giring bû, belê bi dîtina min serok komar jî di vî alî de tiştek di dest de tuneye û deshelat wî sinûrdare, bi vî şêweyî pirsgirêk geheştiye rêyek girtî, hêdî kar ji qada siyasî derketiye û ketiye qada dewletê û çi tiştekî din em nikarin bikin û em nizanin aliyên din dikarin çi bikin, lê mixabin heta niha ev kar bi vî şweyîye.
*heger BDP beşdarî perlemanê neke, gelo heta çi astî metirsî heye ku ne aramî li navçeyên başûr rojhelata Turkiya serhilde, ji vê jî xerabtir gelo hikûmeta Turkiya wê neçar bibe rewşa ne asayî li wê navçeyê rabigehîne?
Hikûmeta Turkiya wê çi bike û çi nake em nizanin, belê em wek siyasetmedar heger bandora me hebûya, me yê rûyê xwe ber bi xelkê ve bikira û ji wan re bigota xelkino bêhna xwe ferebikin, em ê kêşên we bi rêya siyasetê çareser bikin, belê demê çi tiştek nema em bikin, weha em hatin kişandin bo aliyekî û ji vêrê û pêde bûyerên ku çêbibin derveyî bazina bandora me çêdibin û hêdî rûdana her rûdanekê bi egerê karîgeriya me bi çi rengî ne cihê behiskirinê ye, herweha sebaret helwîsta hikûmetê jî, ne diyare, çûnkî berêz serok wezîr niha helwîstek pir cuda ji carên berê daye, bi temamî û bi hestek nasyonalîstane gava davêje û axaftinên weha dike ku bûye cihê razîbûna nasyonalîstan û gefa li hemû aliyan dike û piştguh dixe. Bê goman bi nêrîna min Kurd li hember van cure gefan bêdeng nabin û ev rêka ku serok wezîr dixweze li ser biçe, li sala 1991ê bi tundtirîn şêwe hatiye peyrewkirin, belê negeheşt çi encaman, lewra gereke serok wezîr vê yekê berçav werbigire û hêdî ev rêke kar pê neyê kirin, paşê gereke hizir li çawaniya damirkandina van kêşan bike ku ji encama peyrewkirina vê rêkê derketin û bê goman take rêya çareseriyê jî pêktê ji karkirina hemû aliya bo vemrandina ev navenda tundûtîjiyê ku durist bûye û em jî ji çareseriyê hezdikin.
* Turkiya daku ber bi aramî û ewlehî û abûrekê pêşketî gavan bavêje, gereke pirsgirêka Kurd bi awayekê aştiyane çareserbike, gelo ta çi radê mebesta Turkiyê heye pirsa Kurdan çareserbike, bê ku PKK'ê bike aliyek ji bo çareserkirina ev pirsgirêka giring?
Helbet civak ji vê yekê re ne amadeye, lê pir bi asan dikarin di vê barê de qena'etê ji civakê re dirostbikin, ew kesê ku rêberiya gel civakê dike mîna serok wezîrê me ku xwedî piştevaniyek mezine eger bixwaze û hez bike û îradeya xwe ji bo vê yekê nîşan bide, wê bikaribe pir bi asan civakê razîkirin bide, ji ber ku ew bi xwe xwedî wê deshelatê ye û civak jî ji wî re guncayî ye.
Bêguman demarek pir bihêz a nasyonalîstî di nava welatiyên Turkan de heye em nikarin înkara vê yekê bikin, lê ev pirsgirêke tenê bi serok wezîran tê çareserkirin û em çaverêyî helwîsta wî ne niha civaka Turk li gor berê baştir têgehiştiye û gehaye astekê weha ku amadeye hin pirsan qebûl bike, tenê heger serkirdên siyasî bizavê bikin civakê di bara vê pirsgirêkê de qani' û razî bikin, yanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kêm û kasiyên weha mezin li cem civakê tuneye, lê heger em civakê ji bo neteweperistiyê û şofeniyê palbidin, helbet wê demara civakê meztir û bihêztir bibe û em nizanin wê encamên wê bigehin kîderê.
*Berêz Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de tev rojnama Milîyet tekez dike ku gereke hikûmeta Turkiyê dûrhêlane reftarê tev PKK'ê bike, yanê yekser gotûbêjan bi PKK'ê re bike û daku bi awayekê aştiyane pirsgirêk wereçareserkirin, gelo ta çi radê tê çaverêkirin hikûmeta Turkiyê van gavan bavêje?
Berêz Nêçîrvan Barzanî miroveke hesta wî ya Kurdayetî pir pir bilinde, çi helwîsta ku zirarê bigîne Kurdan nade,di heman dem de xwedî kesayetiyek wehaye ku bi awayekê ektiv û şareza û zanabûn û jêhatî bûyeran şirovedike û rastiyên bûyeran dibîne, ev jî tiştekî pêşbînîkirî bû ji cenabê wî. Pêwîste pêşinyarên Nêçîrvan Barzanî hertim bi hişyarî werin guhdarkirin, gereke dewlet jî bi hişyarî guh bide pêşinyarên wî û guhdayê ye jî. Bi salane dewlet bi awayekê yekser tev hizirmendên astbilind peywendiyan dike û niha jî her ev kar domdike, wate ji aliyekê ve bizavdike tev Ocelan hevdîtinan pêkbîne, lê ji aliyekî din ve helwîstek entî (dij) PKK'ê werdigire.
Helbet li vir jî aloziyek heye, çûnkî danîna çek û dawî anîn bi xwepêşandanên xelkê sivîl di bazina kontirolkirina me de ye, tenê PKK'ê dikare wê biryarê bide, loma eger dewlet rast dixwaze vê pirsgirêkê çareserbike gereke bizavê bike bi PKK'ê re gotûbêjan bike.
Lê heger di encama vê alozî û tevlihevbûnê û şeran de hind hêz û alî mafdarbin, bi wî awayî helsengandina kiryaran dê bi awayekî din be, lê heger îradeyek cidî û rast ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û nehîştina alozî û xûn rêtinê heye, wê demê gereke gotûbêj bi PKK'ê re werin encamdan.
*Niha di nav Turkiyê de bi ya hinek rewşenbîran, çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi gavên rast û piraktîkî heye, di bara PKK'ê jî de bi ya wan rewşenbîran, heger PKK'ê teroristin, çawa lêborîn jê re derdikeve û tevlî civakê dibin, û heger rêkxirawek siyasî ne jî gereke gotûbêjan pêre bikin, gelo ta çi radê ev nêrînên nû û taze dibine seretayek bo vekirina girêkên helawîstî?
Li dewletên ku pirsgirêkên mîna pirsgirêkên me hene, bo nimûne pirsgirêka Êrlenda ku Berîtaniya mezin di vê barê de gotûbêj tev Sênatî nûnerê yasayî fermî yê wan kir, herweha ji bo çareserkirina pirsên din jî gotûbêj hatin kirin. Gereke ev gotûbêj her bên encamdan û nabe dewlet jî mîna dewletek paşketî bi hesta tolvedan û kerbvedan û kînê gavan bavêje. Ev helwîste yên civakeka seretayîne, pêwîste dewlet bi mejiyek asayî karbike, ev jî ew e ku gelo çawa pêşeroj were avakirin? Gelo çawa em ê bikarin welatek baştir û pêşketîtir pêşkêşî nifişên pêşerojê bikin? Dewlet weha kar bike ku pêdivî bi tişta çûyî neke, lewre gereke pir giringiyê nedin wan tiştên di dema çûyî de hatibûn gotin û pêdiviye pir bi hûrî bizanin gelo wê bikarin ji bo pêşerojê çi bikin û çi wê bêkirin.
*Gava giring ya li ber sînga hikûmeta Turkiyê, nivîsîna destûrê ye, gelo ta çi astî di vê barê de hikûmeta Turkiyê wê serketî be, gelo destûra nû çi cudahî wê bi destûra niha re hebe?
Bi rastî kilîla rasteqîne a çareserkirina vê pirsgirêkê destûr e. gereke destûrekê guncayî û li gor vê serdemê were holê, ji ber ku niha li gor destûrê ji bilî zimanê Turkî, rê nayê dan bi çi zamanên din perwerde û fêrkirin bê dan, lewra gereke tevaya rêgirên di rêya zimanê daykê de werin rakirin, destûra niha destûrek Eskertariye û li jêr bandora hesta nasyonalistî hatiye nivîsandin, pêdiviye bi zûtirîn dem were guhartin, lê gereke em bizanin ku ev kare tenê bi damezrandina destûrek nê pêknayê, belku divê pirsa çawaniya pêkanîna destûrê were kirin, gelo destûr çawa wê were danîn? Destûra bi giştî hin karbendên serekî hene, li destpêkê gereke hemî tev têgehên hevçerx biguncin, û tev pêkhata civakê biguncin û destûr bi tevayî li ber roniya pêşerojê tê danîn. Wekî em dizanin pêkhateka civakî ya têkel heye û miletê Kurd jî ji giringtirîn regezên vê pêkhata civakiye, gereke ev rastî were gotin û di destûrê de danpêdan bi hebûna miletê Kurd were kirin û bawerî ji bo vê hebûnê di destûrê de were bicihkirin û çespandin, tenê eger destûr bi vî awayî were danîn, dikarin Kurdan razîkirin bidin. Ji bilî vê jî bikarin zimanê dayikê di tevaya biwaran de, ev jî ji miletê Kurd re giringe ji ber ku zimanê dayikê hebûna milet xuyadike û girêdayî hebûn û ji navçûna milete. Di vê serdemê de bi sedema hebûn û pêşdeçûna alavên peywendîkirinê, kartêkirina bilez heye ku eger zimanek nebe zimanê perwerdê û fêrbûnê ew milet paş demekê dê tevlî civakê bibe û zimanê xwe yê dayikê ji bîra bike, her miletk zimanê dayikê ji bîra bike bi milet nayêhesibandin. Lewra ziman jî mafekê serekî yê milete û jinavbirina ziman qet nayê qebûlkirin, lê ev mafe tev destûra Turkiyê ya niha qet bicînayê, çûnkî li gor destûrê ji bilî zimanê Turkî perwerde û fêrkirin rê bi çi zimanekê din nayêdan. Loma gereke rêgiriya li ber zimanê dayikê nemîne û destûrek weha were danîn ne tenê di biwarê perwerd û fêrkirinê de belku di tevaya biwarên din jî de rê bi zimanê dayikê were dan. Ji bilî vê jî sîstemek şaş û xerab di biwarê rêvebirina Turkiya de heye, ev jî tev pêkhata Turkiya nagunce û tev pêkhata civak û desteka niha ya Kurdan nagunce. Di vê barê de pêwîste sîstemek nenavendî ku bi (Discentrslized System) tê binavkirin, gereke destûrek wiha were damezrandin ku rê ji vê sîstemê re xweşbike û derfetê bide û di vir de gereke ji mafên Kurdan jî be li deverên xwe xwerêberiyê xwe bikin û sîstemê fîdralî yan otonomî bo Kurdan hebe, ev mijarek dine û li ber gotûbêjane, lê Kurd dixwazin li jêr ronahiya destûr xwe li deverên xwe birêvebibin. Heger destûr li ser van binemayan were damezrandin, bêgoman dê weha çareseriya gişt pirsgirêkan bêkirin, lê mixabin AKP'ê di vî barî de heta niha ne xwedî helwîstek ron û eşkere ye, di vê derbarê de çi pêşinyarên ron ji xelkê re eşkere nakin.
Bi taybet serok wezîran di vê dawiyê de ronkirinek pir bitirs hebû dema ku gotî "Heger pêdivî bû em ê tev MHP'ê rêkbikevin û destûrek nû darêjin" bêşik ew destûra ku ew darêjin dê li jêr sîya aydolojî û zêhniyetekê be ku li gel aydolojiya MHP'ê rêkbikeve, wate dê ji destûra me ya niha pir xerabtir be.
Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî