Danyal Şîrot ji Gulan re: serxwebûna Başûrê Sûdanê wê bibe destpêkek pir baş ji bo çendîn welatên din yên Rojhilata Navîn û Afrîqiya yên ku nikarin yekgirtî bimînin
Pirofîsor Danyal Şîrot mamostayê vekûlînên nîvdewletî û sîsolojî li zanîngeha Waşintonê, û dîsan pispor û şareza di pirs û tengasiyên Afrîqayê û naverasta rojavaya Asyayê û rojhilata Ewropayê de ye, li salên 1982-1988 endamê civata hevbeşa rojhilata Ewropa û Emrîka bû û şîretkarê Radyoya Ewropa Azad û sernivêserê kovara Sîsyolojî bû, yek ji wan kesên ku ji bo belavkirina peyama azadiyê kardikir bû. radyoya Ewropa azad ew radyo bû ku zindî ji bo wletên navîn û rojhilata Ewropa berî jinavbirina dîwarê Berlîn dihat pexişkirin, herweha tayekê din yê wê radyoyê ku bi navê radyoya Îraqa azad li dawiya salên nodan ji sedê bûrî ji bo Îraqê hatibû danan, daku welatiyên Îraqê bi rêya vê radyoyê haydarî guhartinên Cîhanê bibin, Danyal Şîrot çend pirtûk hene ku xuyatirîn pirtok Serkotkariya modêrnê ye, ji bilî wê li ser vekolînên Afrîqiyayê karkiriye, li salên 1964-1966ê yek bû ji serbazên hêza aştî parêz li Nêcîryayê, dîsan li ser Sûdanê jî çendîn vekolîn sazkirine, ji bo axiftin li ser giringiya vê rêfrandomê û dirustbûna dewleteka nû û ne Erebî ku ji yek ji mezintirîn dewleta Erebî û Afrîqî parçe dibe, me çendîn pirs arasteyî pirofîsor Danyal Şîrot kirin û berêz di hevdîtineka taybet de ji bo Gulan bersiva pirsên me da.Gulan: mafê destnîşankirina çarenivêsê ji bo welatiyên Başûrê Sûdanê li sala 2011 ê yeke ji pirsên germên Rojhilata Navîn û Afrîqiyayê ye gelo win giringiya vê pirsê çawa dibînî?
Danyal Şîrot: ev wek serborek pir giringe, ji berku çendîn welat li Afrîqiyayê û Rojhilata Navîn hene ku nikarin yekîtiya xwe biparêzin. welatên cîhanê di serdema Koloniyalîzmê de bi hev ve hatin girêdan, bê aliyên cuda cuda û cudahiyên ayînî û etnî yên akinciyên di nava sinûrê wî dewletî de werin berçav wergirtin. di hemû welatan de kêmîne hene, lewra bi zehmete welatekî homocînî (yek nejad) were pêkanîn, lê sinûr ji bo wan heye yên bikarin bi aştî û yekîtî di nava yek dewlet de bijin, sereray wê jî, pirsa Sûdanê ne bi tenê nebûna baweriyê ye di navbera bakûr û başûr de, kerb û kîn ji kevin de heye (dema Erebên bakûr hêriş dibirin başûr û dîl û kowîle dikirin), belku di dema nû jî de deshilata bakûr reftarek pir xerab tevî başûr dikir. dewletê xizmetguzarî û pêşdebirina jiyanê ji bû başûr qet peyda ne kir, daku başûrê başve bimînin. lewre di rewşeka wiha de wek komara dîmokrat ya Kongo, bû eger welat perçe bibe û di encam de, ji bo hemû aliyan baştir bû. lê em nizanin kanê dê dirustbûna Başûrê Sûdanê karekî serketî be yan na, ji berku li wê derê jî hevrikiya etnî xuya dibe û ev egerekî bi hêze ku hikûmeteka gendel û ne aktîv dirust bibe û pirsgirêk berdewam bimîne.
Gulan: di heftiya yekê de ji sala 2011ê serokê Sûdanê Omer Beşîr gotarek arastey Coba ya paytexta başûrê Sûdanê kir, Beşîr xuyakir ku hikûmeta Sûdanê wê rêz li Encamên rêfrandomê bigire. gelo tu gotara wî çawa dixwînî? gelo ew ê Encamên rêfrandomê qebûl kin? herweha bi nêrîna te eger çi ne ku Beşîr ev nêrîne hebe û rêzê li encamên rêfrandomê bigire?
Danyal Şîrot: bi ya min serokê Sûdanê çi rêyên din tunene, ji ber ku kontirolkirina Başûr pêdivî bi erkekê serbazî yê bi hêz heye, ku dê bibe egerê dirustbûna cengekî dirêj û milyona qurbanî û pir mezaxtî dê lê biçe, helbet ev hemû tiştek pozetîve. Ew a ku dimîne navçên sinûrîne ku bi neftê dewlmendin ku herdu alî Bakûr Başûr bizavê dikin deshelata xwe li ser wan navçan bisepînin. pêşbînî tê kirin ku milmilane û hevrikiyek mezin li ser wan navçan çêbibe.
Gulan: lê çima Beşîr di wê baweriyê daye ku parçebûna başûrê Sûdanê bandora xwe li ser yekparçeyiya Sûdanê nabe? lê eger piştî Başûrê Sûdanê wek dewletek serbixwe tê ragehandin, bi nêrîna te çima xwe eger her du alî peywendiyên siyasî û aborî yên baş dirust kin jî her welatên Erebî û Îslamî bi awayekî giştî li ser çewsandina netewên xwe bi hiceta barastina yekrêziya welatê xwe dê berdewambin?
Danyal Şîrot: gereke em ji bîr nekin ku heyamê dehan salin Bakûr bizavê dike û rê nade Başûr cudabibe, hejmara qurbaniyên şerê wan nêzîkî 2 milyon mirovane. lewra em nikarin bêjin ev piroseyeke bisanehî bû û bi sanahî gehişte vê radê. dîsan em nikarin girintiyê jî bidin ku her yek ji Bakûr û Başûr wê xwedî hikûmdariyek asan be, di her du deveran de ji aliyê etnî û navçeeyî hevrikî û gendelî û pevçûn û nerazîbûnên mezin hene, ne tenê welatên Erebî û Îslamî naxwazin desberdanê ji navçên xwe bikin. 60 salan beriya niha û paş serbixwe bûna Miyanmar – Burma cengê etnî û navxweyî peydabû, ew jî ji ber nerazîbûna navçekî bû. bila li bîra me be li wîlayetên yekgirtî yên Emrîkayê dema başûr bizava cudabûnê kirî cengekê navxweyî yê mezin û xûnawî rûda. ew cenge xûnawîtirîn cengbû di dîrûka Emrîka de, jimara qurbaniyên wî cengî gelek bûn. dîsan li Birîtanya paş rêtina xwîneka pir Îngilîza dest ji piraniya deverên Êrlenda berda. herweha Rusiya ne razîye dest ji çendîn beşên Qewqazê berde, ev hemû jî ne musilmanin, herweha li serdema yekîtiya Sovêt jî rê bi cudabûna dewletan nedida, lê Viladîmêr Potin dibêje ev mezintirîn tirajîdiya siyasiye li sedê bîstê û xuya dike ku eger wê demê ew serokbaya qet nedihîşt ev yek rûbide. dîsan welatê çîn dest ji Tîbitê bernade. gelek nimûnên din jî hene lewre nabe em bêjin ev pirsa Ereban yan ya rojhilata navîn e. pirkêm ji welatan dest ji serçawe û navçên xwe berdidin.
Gulan: lê eger rêfrandoma Başûrê Sûdanê pirsa Sûdanê çareserkir, gelo bi nêrîna te ta çi radê dê bibe sedema çareserkirina pirsa Polîsaryo û Biyabana Rojava û Felistînê û pirsa Kurdî li rojhilata navîn?
Danyal Şîrot: ez bawer nakim ku ew tiştê li Sûdanê rûdayî peywendiyek hebe li gel ew her sê pirsên te amaje pê kirî. Polîsaryo bizaveka pir biçûke û hêviya serketina wê tûneye, ta îro jî ji ber piştevaniya Cezaîrê berdewame. raste ku akinciyên resenên wê deverêne û ketine jêr deshilata Mexribê lê pa derfetek lawaz ji bo serketinê heye, Mexrib jî weha bi sanahî desta jê bernade çûnkî dê bibe sedema lawazbûna şer'iyeta hikûmetê û di encam de metirsî li ser sîstema Şahane ya welatê Mexribê dirust dibe. di vê rewşê de ji bo Polîsaryo gelek baştire tevî hikûmeta Mexribê bigehe rêkeftinekê û ji bo Cezaîrê jî başe. pirsa Felistînê gelek cudaye. herwek dizanin diviya Felistînî xwedî dewletek serbixwe u taybet bane. bi ya min piraniya Felistînî û Îsraîlî li ser vê yekê razîne, lê kêmînên tundrew li her du aliyan nerazîne û hemû tiştek ji bo xwe divên, Cûhiyên tundrew dixwazin dest bi ser piraniya beşên kenarê rojava de bigrin bi awayekî ku dirustbûna dewleta Felistînê rûnede, tund rewên Felistînî jî ta niha dixwazin Îsraîlê ji nav bibin, yan lawaz bikin û penaberên Felistînî vegerînin Îsraîlê ji bo nikaribin bi awayekê aktîv kar bikin. wek xuya ku tund rewên herdu aliyan rê nadin pirsgirêk çareserbibe, lewre ev hevrikiye dê bo mawekê dirêj berdewam bimîne. wekî em hemû dizanin pirsa Kurdan jî pir cudaye, dîsan rewşa parçên kurdnişîn ji hev cudaye, rewşa Îranê cudaye ji rewşa Îraqê, herwisa rewşa herdu welatan ji ya Turkiyê cudaye dîsan rewşa Sûryayê jî cudaye, ez nikarim bêjim wê çi bikin, lê di dema seredana xwe de li Turkiyê ez dikarim bêjim ku renge rêkeftinek di navbera kurdên Turkiya û hikûmeta Turkiya de were encam dan û yekparçeyiya axa Turkiya were parastin, derbarî we (kurdên Îraqê) win bi xwe dizanin kîjan ji bo we baştire.
Gulan: lê di vê rêfrandomê de em dibînin kesatiyên ayînî, bo nimûne (Yusif Qerzawî) dijî rêfrandomê dirawestin û ji musilmanên başûrê Sûdanê dixwazin vê rêfrandomê baykotbikin. bi nêrîna te fetwayên kesatiyên ayînî çend bandûra xwe li ser peydakirina dijwariyan di nav bera Musilman û Kiristiyan de heye?
Danyal Şîrot: ew hemû kesatiyên ayînî yên tundrew ew ên ku hizirdikin ew tenê xwedî mafin ku deshilata xwe li ser dewletekê bisepînin û xwe bi nûnerên şer'î yên Xwedê dizanin, helbet ev rengê mirovan pir metirsîdarin. ew hertim bo dijwariyan palderin. ev tişte li cem tundrewên Cûhî û Kiristiyan û Musilma û Budiyan li Srîlanka heye, dîsan li cem Hindusan li Hindistanê heye. herweha ev li cem tundrewên Sine û Şî'e ji li cem Musilmanan heye, divê em ji bîr nekin ku xûnelotirîn ceng di dîrûka Ewropayê de pêş sedê Bîstê ku ji cengê cîhanî yê yekê û duyê xirabtir bû cengê di navbera Pirotistant û katolîkan de ku di sedê 16 ê û 17 ê da bû, lewre ev pirse ne tenê di navbera musilman û kiristiyana deye, em dikarin temaşey tundrewiya di nvbera Sine û Şî'e li pakistanê bikin, herweha dijwarî li Taylendê di navbera Musilman û budiyan de heye, dîsan li Êrlendayê di navbera Protstant û Katolîkan de heye, di encamê temaşekirina van bûyeran de em yek tişt di bînin. her giropekê tundûtîjiyê beramber giropên din bike helbet ew giropekê tirsinake û metirsiye ji bo yên din.
Gulan: weha xuyaye li rojhilata navîn bi taybet li Îraqê û Misrê hêriş li dijî Kiristîyanan zêdebûne. niha jî piraniya akinciyên Başûrê Sûdanê kiristiyanin bi nêrîna te ev rêfrandoma başûrê Sûdanê wê bibe sedema zêdebûna hêrişan dijî Kiristîyanên rojhilata navîn?
Danyal Şîrot: bi nêrîna min ew bûyerên li Sûdanê rûdidin bandoreka weha li serbeşên din yên rojhilata navîn nabe. demeke di navbera texên ayînî û etnî yên cuda cuda û dijwarî pirtir lêtê, lewre eger çi jî rûbide vê dorhêlê naguhore pevçûn û hevrikî di navbera Cûhî û Erebên Felistînê de ne tiştek nûye, lê çend ev dijwariye dombike wê ziyan pirtir bi navçê keve, ji aliyekî din ve pirsa Libnanê jî heye ku hevrikiyên etnî û ayînî tê de heye, sererayî pirsa reftarkirina Sûriyê û Îsraîlê. van hemû pirsan ev navçe kiriye kilîla mînê û di her demekê de egerê peqîna wê heye. lewre eger rewşa Sûdanê bi awayekê baş tena jî bi rê ve biçe, lê her zehmete rojhilata navîn bibe navçeka aram.
Gulan: pirsa dawî, gelo ta Çi radê pêkanîna hikûmeta Başûrê Sûdanê dê bibe pirsgirêk ji bo welatên rûbarê Nîl? herweha di heman dem de gelo welatên rûbarê Nîl ta çi radê wê bibin sedema peydakirina gîrûgiriftan ji bo Başûrê Sûdanê?
Danyal Şîrot: pirsa rûbarê Nîl pir ji vê yekê mezintire. Ji bilî Sûdanê welatên din jî dixwazin aveka zêdetir ji rûbarê Nîl werbigirin. lewre ev pirsek pir mezine û pêdivî bi Oxenda, Esyubiya û çendîn welatên din heye, mîsir bê ava rûbarê NÎl nikare bijî, ji ber wê her hêrişek bo ser ava rûbarê Nîl dibe sedema pirsgirêkên mezin li ser ewlehiya Mîsrê. gereke ev pirse bi zanebûn û hişyarî û danûstandinan di navbera welatên peywendîdar de were çareserkirin. Başûrê Sûdanê navçek dewlemende bi avê, her çend ber bi bakûr ve biçin samanê avê kêm dibe û ji bilî ava rûbarê Nîl tu jêderekê din yê avê namîne û av kêm dibe, lewre eger her welatekê başûrî hinek ji ava Nîl bibre û jêderê ava li Mîsrê kêm bibe renge wê demê cengekê herêmî rûbide.
Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî