Şêx Seîd Mihemed Zekî bo Gulan: Serok Barzanî ne tenê serok yan rêberek bû belku ew xwendingeha hizira neteweyî bû li her çwar perçên Kurdistanê
Cografiya xebata Barzaniyê Nemir ne tenê perçekî Kurdistanê bû, belku her çwar perçên Kurdistanê bû, her vê yekê kir ku Barzanî Mistefa wek xwendingeha hizira neteweyî a kurd û rêbaza kurdayetiyê li her çwar perçên Kurdistanê were temaşekirin û rêbaza Barzanî bibe çavkaniya îlhama xebatê ji bo serxwabûn û serfiraziyê. Ji bo axaftin li ser rêbaza Barzanî û hewlên niha yên Mesûd Barzanî ji bo serxwabûn û yekxistina nav mala kurd li her çwar perçên Kurdistanê û yekxistina şiyanan ji bo çareseriya kêşeya kurd li hemû Kurdistanê, me ev dîmaneye li gel şêx Seîd Mihemed Zekî siyasetmedarê Partiya Demokrata Kurdistana Bakur re encamda û bi vî rengî boçûnên xwe ji Gulan re rêzkirin.
* hevdem li gel vê dîmaneyê roja jidayikbûna Mistefa Barzanî ye, vî serokî karî li her çwar perçên Kurdistanê sinûran derbazbike, gelo kesatiya Barzanî Mistefa li cem we çawa tê xwendin?
- Mistefa Barzaniyê Nemir ne tenê rêberek û serokê partiyeke siyasî bû li başûrê Kurdistanê, belku ew xwendingehek bû û serok û rêberê hemû neteweya kurd bû li her çwar perçên Kurdistanê, xebata 30 - 40 saliya me jî li bakurê Kurdistanê temamkerê heman rêbazê bû, lewra xebata Barzaniyê Nemir ji bo me rêbaz e û qet tenê wek kesekî yan kesayetiyekî em li Barzaniyê Nemir nanêrin, belku wek xwendingeh û rêbaza kurdatiyê em lê dinêrin, lewra cihê wî di nav dîroka rizgarîxwaza Kurdistanê de cudaye û gereke her kurdek yan netewperwerek rêbaza Barzanî di ruh û dîroka xwe de biparêze û li ser wî rêbazî gavan bavêje. Armanca rêbaza Barzanî li dawiyê kurdistaneke azad û serbixwe û serbilinde, lewra ev hizir û aydyolojiya li cem me jî xêza serekî a siyaseta me ye wek PDK-bakur û ji destpêkê de me rêbaza Barzanî wek bingehê xebatê qebûl kiriye.
* win wek binemala Şêx Seîd li bakur ta çiqasî hawkarê dîroka xebata Barzanî bûn û win çawa li vê xebat û rêbazê dinêrin?
- malbata me wek malbata Şêx Seîd, em Mela Mistefa Barzanî wek raber û mezinê xwe dibînin ku em li ser rêbaza wî perwerde bûne, em dibêjin xebata Mistefa Barzanî berdewamiya şoreşa Şêx Seîd e, wî alayê şoreşê ji Şêx Seîd wergirtiye û berdewamî daye şoreş û berxudanê, xebata wî jî serkeftî bû û berhema wî jî ew serkeftinin ku li başûr bidest ketin, niha her li ser rêbaza Barzanî ber bi dewleteke serbixwe ve diçin, lewra omêda me ew e ku rêbaza Barzanî li her çwar perçeyên Kurdistanê were birêvebirin daku ew xêza neteweyî serkeftinê li her çwar perçên Kurdistanê bidestxîne.
* niha li başûrê Kurdistanê derfetek hatiye pêş ku bûye cihê omêda her çwar perçên Kurdistanê, herwiha serok Mesûd Barzanî wek sîmbolekê ji bo hemû kurdan li cîhanê derketiye, gelo di vê rewşê de em çawa dikarin hemû hevkarbin daku Herêma Kurdistanê li başûr parastî be û bibe kiyanek ji bo hemû Kurdistanê?
- ji bo her kurdekî welatparêz û neteweyî erkê li ser milê wî ku ev ezmûna başûrê Kurdistanê biparêze û gereke bi her şêweyekî hevkariya serok Barzanî bin daku biserkeve, em zanin serkeftina vê ezmûnê ne tenê serkeftina başûr e belku serkeftine ji bo her çwar perçeyên Kurdistanê, îro em dibînin cenabê serok Mesûd Barzanî pir bi serbilindî li ser rêbaza neteweyî berdewame û ala Kurdistanê hilgirtiye, ev jî ji bo her kurdekî cihê şanaziyê ye û gereke em pê serbilind bin û piştgiriya serok Barzanî bin, ev jî ji ber ku piştgiriya serok Barzanî wate piştgiriya gelê xwe, îro cîhan li ser astê Ewropa û Emerîka wek nûnerê 40 `milyon kurd li barzanî dinêrin, dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê jî derxistiye ku xeta neteweyî biserdikeve, me dawiya salên heştiyan dît ka kurd di çi tengasî û zehmetiyan de bûn, lê ji ber ku serok Barzanî li ser xeta neteweyî berdewam bû, biserket, serok Barzanî karî bangeşa serbixweyiyê bikeû ji cîhanê re rabigehîne ku mafê kurd e dewleta xwe a serbixwe hebe, ji bo Rojavayê Kurdistanê jî daxwazkiriye ku çareserî di çarçoveya federalîzmê de be ku çend salan berî niha daxwaza kurdan li rojava tenê di çarçovê daxwaza nasname û mafên mirovî de bû, wî rolekî giring di proseya bakur de dîtiye, herwiha dema cenabê serok çûye Enqere, ew cara yekemîn bû ku li nav koşka serokatiye Turkiya ala Kurdistanê hate bilindkirin û cara yekê bû ku bûyereke wiha li Turkiye çêdibe.
* lê mixabin ev demeke dengo heye ku PKKê destêwerdanên xerab li başûrê Kurdistanê dike û astengan dirust dike, gelo ta çiqasî ev gavên PKKê kurdên bakur dilgran dike û ziyanê digehîne cemawerê PKKê li bakurê Kuridstanê?
- giringtirîn xal niha ew e ku PKK haşayiyê dike û dibêje me nekiriye wate heger destêwerdan jî kiribin, wan zaniye ku şaşiyeke mezin kirine, lewra poşman bûne, ez berê xwe didime ew ên di serkirdatiya PKKê de bi şêweyekî aqilane hizirdikin û ji wan re dibêjim: heger PKK destêwerdanê bike û ziyanê bigehîne gelê me li başûr, wiha gelê me li her çwar perçên Kurdistanê û li her cihekî kurd hebe ziyanê dike, ji ber ku destkeftên li başûr destkeftê hemû kurdistanê ye, bi hezaran kadirên dilsozên PKKê niha di bin sîbera başûr de bi cihbûne, ji aliyê abûrî ve geşeya abûrî li başûrê Kurdistanê kartêkirinê li ser barê abûrî yê 9 - 10 milyon kurdên bakur dike, bi hezaran kamyon di navbera Herêma Kurdistan û bakur de kardikin, heger PKK vê rewşê têkbide, şaşîtiyê dike, herwiha îro pilana dewletên dagîrkerên Kurdistanê heye, raste welatên dagîrkerên Kurdistanê nikarin yekser dijatiya başûrê Kurdistanê bikin, lê ew dikarin hinek hêzên kurdî hanbidin ku li şûna wan tevheviyan dirustbikin û şerê navxweyî li Kurdistanê çêbikin, renge hinek kesên di nav wan partiyan de şaşitiyan bikin, lê gereke hoşyarbin û rê nedin şerê navxweyî li Kurdistanê çêbibe, gereke hewil bidin ew destkeftên ku heta niha me parastiye payedar be û nabe karekî wiha bikin ku bikeve metirsiyê de.
* serok Barzanî rolekî pir mezin ji bo kêşeya kurd li her çwar perçên Kurdistanê dîtiye, ew pir dixwaze ku kêşa kurd li Turkiye bi şêweyê aştiyane were çareserkirin, herwiha hevkariya rojava jî kir daku DAIŞ nikaribe Kobanê dagîrbike, li başûrê Kurdistanê jî ew niha di hewleke mezindeye daku dewleta serbixwe rabigehîne, gelo heta çiqasî serok Barzanî di vê qonaxê de kariye nûneratiya kêşa kurd li navçeyê bike?
- em daxwazê ji xwedê dikin ku temenê serok Barzanî dirêj be, em qet li serok Barzanî nanêrin wek serokê başûrê Kurdistanê, belku ew serokê hemû Kurdistanê ye, ji ber ku bo dema niha a kurd li her çwar perça cigirê serok Barzanî tune ye, li Kurdistana Turkiya nêzîkî 30 milyon kurd hene, biraniya wan ji bilî serok Barzanî kesekî din qebûl nakin, heta hukumeta Turkiya heger bixwaze bi şêweyekî aştiyane behsa kêşeya kurd bike li bakur berê xwe dide serok Barzanî, herwiha PKK jî ku neçar bû daxwazê ji serok Barzanî dike, wek em dibînin serok Barzanî li rojavayê Kurdistanê jî çiqas xemxwerê aştî û yekrêziya nav mala kurd bûye, herwiha wî pêşmerge şandin Kobanê ji bo hevkariya rojava, lewra rolê serok Barzanî ji bo hemû Kurdistanê giringe ne tenê li başûrê Kurdistanê, ji bilî welatên navçeyê cîhanê jî danpêdan bi wê yekê kirine ku axaftin û helwîsta serok Mesûd Barzanî aramî têdeye, wate boçûnên serok Barzanî ji bo Rojhilata Navîn xizmeta çareserkirina kêşeyan dike, lewra rêzê li boçûnên wî digrin û qebûldikin.
* raste kêşeya kurdî yek kêşe ye, lê her perçekî Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, lewra giringe partiyên siyasî yên her çwar perçên Kurdistanê wan taybetmendiyan li ber çav wergirin û her perçeyek li gor wan taybetmendiyan muamele pêre were kirin, ji bo niha kêşeya kurdî li bakur pêwîstî bi wê yekê ye ku bi şêweyekî aştiyane were çareserkirin, ji bo bakur ta çiqasî giringe ku piştgiriya HDPê were kirin daku wek beşek ji proseya siyasî aTurkiya kêşeya kurdî ber bi pêş ve bibe û bingehekê hazir bike daku Ocelan were azadkirin?
- min hezdikir ku hevalên PKKê yên dilsoz bersiva vê pirsyarê bidana, wek me dîtî di yekemîn helbijartinên sala borî de gelê me li bakur piştgiriyeke mezin a HDPê kirû rêjeya 13% derbaz kir û 80 kursiyên perlemanê bidestxistin, lê dema helbijartinên pêşwext hatin kirin û di wê mawê de PKKê hejmarek şaştî kirin, ev bûye sedema wê yekê ku kartêkirin li ser HDPê hebeû dengên wan kêmbûn, sedema vê ji ber wê yekê bû ku çendîn perlementerên HDPê bi ser PKKê bûn û wan biryarên şaş dan, ez hemû endam perlementarên HDPê dinasim û ez dizanim ku hinek ji wan bi ser PKKê ne, wan piştevaniya biryarên şaş yên PKKê kir û şer anîne ew bajarên ku hemû bajêrvanên wê di dest HDPê debûn, zêdetir ji 300 - 400 hezar kurd neçaqr bûn bajarên xwe berdin û herin bajarên din yên Turkiya, mixabin li Kurdistana Turkiya heta niha cigorê PKKê tuneye, lewra piraniya kurdan nexwastine xwe di nav partiyên turkan de kandîd bikin, yan nexwastine dengê xwe bidin partiyekî turkî, lewra dîtiye a baş ew e her çawa be dengê xwe bide partiyeke kurdî, lewra ez dibêjim heger cihgorê PKKê çêbibe, HDP nikare şaşiyên mezin bike ji ber ku kurdên bakur jê qebûl nake û wê herin aliyê partiya din, ev derbarê HDPê, derbarê piştgiriya azadkirina Ocelan jî, xuyaye li nav dewleta Turkiya, hukumet ne her tişteke, dezgeh û hêzên din hene, ku ji ew dema rewş bi vî şêweyî ye nehîştine Ocelan biaxfe, ez piştrastim heger rê dabana Ocelan ku biaxfe wê ne razîba ku şer bikeve nav bajaran, Ocelan naxwaze turkan tûre bike, ew daxwaza aştiyê dike, lê ew dezgehên Turkiya ku paş kiryarên PKKê nehîştine Ocelan biaxfe, ew naxwazin Ocelan karê siyasî bike û wek başûrê Kurdistanê daxwaza federalîzmê bike.
* niha hejmareke pir mezin ji kurdên rojava li başûr meşq û rahênanê wek pêşmerge temamkirine û ew amadene vegerin rojava daku li kêleka PYDê rojava biparêzin, lê mixabin PYD rêgiriyê li kurdên xwe dike ku bergiriyê ji axa Kurdistanê bike, tu li ser vê pirsê çi dibêjî û çawa PYD wê bigehe wê baweriyê ku dest ji xwesepandinê berde?
- heger ne ji rol û helwêsta cenabê serok Barzanî baya, wê şerê navxweyî li Rojavayê Kurdistanê çêbiba, ji ber ku heta niha wî nehîştiye bi hezaran pêşmergeyên rojava ji başûr vegerin rojava, cenabê serok tekez li ser wê yekê dike ku ew qebûl nake pêşmerge vegere rojava û li şûna ku li wir Kurdistanê biparêze, şerê kurdkujiyê bike, ev berpirsyariyeke girane û serok naxwaze wê berpirsyariyê bixe stûyê xwe, lê kêşe ew e ku biraderên me li rojava (PYD) bi şêweyekî şaş hizirdikin û xwe ji xeta neteweyî dûr dixin û dixwazin bi tenê xwe bisepînin, vê jî wekiriye ku kurdên rojava roj bi roj dil ji PYDê sarbibe, raste PYD ji aliyê serbazî ve bihêze, lê ji aliyê hest û soza siyasî ve roj bi roj zeîf dibe, li vir heger em behsa Cezîrê bikin li rojava, wiha heger li wê navçeyê li ser erdê hêzeke siyasî kurdî hebe wê xelk hemû ji PYDê dûrkevin, ji ber ku kurdên rojava jî wek perçeyên din ji xwe sepandinê heznakin, lewra heger ev reftarên PYDê berdewam bin û ji wan be ku bi hêza serbazî dikare berdewam xwe bisepîne, wiha gereke zanibe ji aliyê siyasî ve wê zeîf bibe û herdema cihgorê PYDê li ser erdê çêbû wê xelk jê dûrkeve.