Mesrûr Barzanî bo Gulan: giringe rêfrandom bibe hokarê rêxistina navmala kurdî
Ji ew dema terorîstên DAIŞê êrîşî ser Kurdistanê kirine ku nêzîkî du salan dibe, berêz Mesrûr Barzanî wek pêşmergeyekî li eniyên şer li kêleka pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê li sengerên pêş yên şerê bergirîkirina li axa pîroza Kurdistanê ye. Ew wek rawêjkarê civata asayîşa niştimanî a Kurdistanê xudan ezmûneke mezine di şerê li dijî terorîstan de û ew rihetî û aramiya Kurdistanê ku mawê salên derbazbûyî têre derbazbûye, berhema pilanên Civata Asayîşa Nîştimanî a Kurdistanê û rolê qehremanên wê dezgehê ye ku şev û roj kirine yek ji bo parastina selametî kerameta welatiyên Kurdistanê, di mawê nêzîkî du salên şerê DAIŞê jî de ku hêza pêşmerge li destpêkê ezmûneke wiha tunebû di şerê li dijî terorîstan de, bi serpereştî û amadebûna rastewxo a Mesrûr Barzanî, ezmûn û şarezayiya civata asayîşa niştimanî hate veguhastin bo nav hêza pêşmerge û terazûya şer bo berjewendiya pêşmerge hate guhertin, li ser astê nêvdewletî jî di mawê du salên derbazbûyî de, Mesrûr Barzanî dengê rasteqîne yê pêşmerge bû di medyayên cîhanî de û karî bi serkeftî pêdawîstiyên pêşmerge di nav raya giştî a welatên hevpeymana nêvdewletî a li dijî DAIŞê de wêne bike û bala medyayên cîhanî bo serketin û pêdawîstiyên pêşmerge bikşîne, ji vê jî zêdetir paş ku bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî û fermandariya Mesrûr Barzanî bendava Mûsilê û navçeya Zumar hate azadkirin, Perlemana Ewropa bi fermî banghêşta rawêjkarê asayîşa nîştimanî a Kurdistanê kir daku li nav Perlemana Ewropa bi zarê wî guh bidin serketinên pêşmerge, piştre bi hejmarek wezîrên bergiriyê yên welatên endam di Yekîtiya Ewropa de bi taybet li ser vê pirsê civîn li darxistin, niha jî ku bername û pilana civata asayîşê û serketinên pêşmerge bûne sembola şikandina DAIŞê li navçeyê, hêzên dijî terorê yên civata asayîşê karîne mezintirîn operasyonên hevbeş bi hêzên taybet yên Emerîka re li nav dilê dewleta xîlafetê a DAIŞê encambidin, li ser bingehê ev serketinên mezin yên pêşmerge niha Kurdistan ber bi paşerojeke geş ve gavan davêje. Di heman dem de rûbirûyî çend kirêzên siyasî û diravî yên giran bûye. Ji bo axaftin li ser van pirsan bi şêweyekî giştî û çawaniya rûbirûbûna kirêzên niha, me ev dîmane bi berêz Mesrûr Barzanî endamê pîlotbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê û rawêjkarê civata asayîşa nîştimanî a Kurdistanê re encamda û bi vî corî bersiva pirsyarên Gulan da* paş êrişên DAIŞê bo ser Kurdistanê, herdu salên 2014 û 2015an salên selmandina Kurdistanê bûn ku dikare axa xwe ji terorîstan biparêze. Supas ji xwedê re û ji serkirdatiya hekîmane a serok Barzanî re û ji îrada pêşmergeyê Kurdistanê re ku niha hemû cîhan danpêdanê bi wê rastiyê dike, li ser vê bingehê omêdeke mezin heye ku sala 2016ê sala Kurdistanê be. Gelo paş derbazbûna ew du salên giran, xwendina we ji bo 2016ê çiye? Gelo win bi omêdin ku îsal sala Kurdistan û ragihandina dewleta Kurdistanê be?
- hêvîdarim îsal sala serketina Kurdistan û gîştin bi hemû mafên rewa yên gelê me be , lê gereke em lojîkî bin. Hên DAIŞ wek metirsiyeke serekî maye û pêwîste em berdewam bin di şerê teror û parastina Herêma Kuridstanê de. Herwiha Kurdistan ketiye nav çend kirêzên din de, wek kirêza diravî û kirêza siyasî, ji bo çareserkirina van kirêzan jî karên cidî gerekin û ez hêvîdarim em hemûyan îsal çareserbikin.
* renge ev cara yekemîn be ku derfet ji bo Kurdistanê çêbibe serok Barzanî rastewxo bi hemû serokên cîhanê re pir zelal û eşkere behsa damezrandina dewleta Kurdistanê bike. Yê ku cihê giringî û serincdanê ye cenabê serok dixwaze piroseya serxwebûna Kurdistanê bi şêweyekî aştiyane û bi rêya diyalog û têgiheştinê bi cîhan û welatên navçeyê re vê piroseyê birêvebibe. Gelo heta çiqasî welatên rojava û welatên navçeyê bersivên pozetîv ji bo ev hewlên serok Barzanî hene?
- serxwebûn mafekî siruştî yê gelê me ye û tu kes wî mafî nabexşe me, lê ji me hatiye standin û pêwîste herdema me karî em wî mafî bistînin. Niha pir welatên dunyayê danpêdanê bi wê yekê dikin ku xedrekî dîrokê li xelkê Kurdistanê hatiye kirin û wek hemû gelên cîhanê wan mafê çarenivîsa xwe heye. Serok Barzanî pir baş ji rewşa îro û cyopolîtîka navçeyê têdigehe û tenê ragihandina serxwebûnê ne dawiyê pirsgirêkane, belku pêwîste em bikarin serkeftî welatekî serbixwe birêvebibin. Ji bo vê yekê jî gereke em gotûbêjan bi welatên cîran û bihêz û bi taybet bi Îraqê re bikin daku bizanin ji ber ku sîstema federalî û sîstemên din din yên hukumraniyê li Îraqê nikarîne çareseriya kêşeyên me bikin lewra gereke ji bo rêgirtin li şer û malwêraniyê em hizirê li wê yekê bikin ku wek du cîran û hevpeyman bi Îraqê re bijîn û gereke xelkê Kurdistanê biryarê li ser şêwazê hukumranî û mafê çarenivîsa xwe bide. Lewra ev behsa pir siq bi hemû welatên dunyayê re tê behskirin.
* li ser astê hundirê Kurdistanê, yekrêzî û yekhelwîsta hemû partên siyasî û xelkê Kurdistanê fakterê serekiye ji bo serxistina rêfrandom û proseya serxwebûnê, serok Barzanî di peyama sersalê de, nexşerêyek li ser astê hundir ji bo partiyên siyasî ragihand û piraniya aliyên siyasî piştgiriya wî kirin. Gelo ta çiqasî rêxistina navmala Kurdistanê û yekrêziya aliyên siyasî ji bo proseya rêfrandom û serxwebûnê giringe? Gelo Partiya Demokrata Kurdistanê ta çiqasî li ser vê pirsê bername heye daku ji bo parastina berjewendiya gelê Kurdistanê zêdetir xwe nerim bike?
- bêgoman yekhelwêstî û yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi giştî mezintirîn fakterê serketina gelê me ye. Nêrîna cenabê serok ew e ku pêwîste xelk bi xwe dadwer be û bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin, lê mixabin hinek cara berjewendiya teng a hizbî rê li armancên me yên neteweyî û niştimanî digrin. Lewra gereke her aliyek berjewendiyên giştî dike qurbanî destkeftên taybet bikeve jêr pirsyara xelkê û li hember derencamên helwîsta xwe berpirsyar be, PDK ku partiyekî neteweyî û niştimaniye hertim berjewendiyên bilind di ser berjewendiyên hizbî re digre û niha jî rêfrandom wek piroseyeke ku hemû aliyan kombike, gereke bibe ew hokarê ku yekrêziya navmala kurd rêkbixe û gereke destkeftên niştimanî ji bo hemû aliyan be, gereke em hemû bi hev re biryarê li ser paşeroja xwe bidin, ew jî wê kerteka bihêz be ku encamdana rêfrandomê û encamên rêfrandomê biryara neteweyekî ye ku daxwaza mafê xwe yê siruştî dike û kes nikare li dijî vê yekê bisekine ku gelek behsa hest û xwast û viyana xwe bike.
* armanc ji proseya rêfrandomê wek tê behis kirin ew e paş ku proseya rêfrandomê bi serkeftî bi dawî dibe, li ser encama vê rêfrandomê, destpêkê bi Bexdadê re gotûbêj werin kirin paşê bi welatên cîran re. Gelo ta çiqasî encama wê rêfrandomê giringe ku bibe bingehek ji bo axaftin bi Bexdad û welatên cîran û civaka nêvdewletî re?
- encamdana rêfrandomê giringe daku were zanîn xelkê Kurdistanê çi dixwaze. Gereke em wê jî jibîr nekin ku rêfrandom derbirîna boçûna xelkê ye ne ragihandina serxwebûnê, lewra bi min seyre dema hinek kes dibêjin dem ne guncayî ye ji bo rêfrandomê. Çawa dem ne gucayî ye ku xelkê bêje ka çi dixwazin? Encama rêfrandomê wê baştirîn belge be ji bo xuyakirina viyana xelkê Kurdistanê. Ev biryareke yekalîker û hemealî ye û serkirdatî wê bi biryara xelkê bike û li ser bingehê biryara piraniya xelkê Kurdistanê wê behs li paşeroj û şêwazê hukmranî û biryara siyasî were kirin. Em naxwazin bi şer û tundûtûjiyê kêşeyan yekalî bikin, çûnkî em ne di wê baweriyê dene ku tu aliyekê di wê yekê de serkeftî be, lê bi jihevtêgiheştin û bawerî bi hev kirin em dikarin paşerojeke rontir ji xwe û ji gelên derdorê re jî peydabikin, ji bo vê yekê jî gereke em ligel Îraqê bi hûrî li ser biaxfin û ji wê têbigehin ji ber ku nikarin kurdan wek hevbeş û yeksan bibînin, êdî dema wê ye ku rêbidin bi xweşî û aştiyane ji hev cuda bibin û bibin hevpeymanên bihêz ji bo hev. Bi têgeheştin û rêkeftina bi Îraqê re hestyariya welatên navçeyê jî kêmtir dibe. Herwiha bi welatên din re jî biaxfin. Tiştê giring ew e ku em bikarin wek gelekî bi yekhelwêst û yek biryar vê yekê bikin û bi pê hemû yasayên nêvdewletî jî kes nikare biryara gelekê piştguh bike û wê omêda serketina gelê me û gîştina bi armancan pir zêdetir bibe.
* gavavêtin ber bi çaksaziya siyasî û hukmraniyê, pêwîstiyekî din yê proseya serxwebûna Kurdistanê ye, gelo çiqasî giringî bi ev pirsa giring hatiye dan û heta çiqasî gavavêtin ji bo çaksaziyê dibe fakterek daku xelkê Kurdistanê baştir beşdariyê di proseya siyasî û proseya serxwebûna Kurdistanê de bike?
- aramiya siyasî li Kurdistanê giringe ji bo hukmraniyeke tendrust, lê gereke ev yeke li ber çavan be ku gereke hemû aliyên siyasî giringiyeke zêdetir bi berjewendiyên bilind yên niştimanî bidin û tenê hizir di hevrikiya siyasî û ferehkirina cihê xwe de nekin. Sîstema hukmraniyê gereke li ser bingeheke dirust be, ne ji ber ku aliyekî siyasî hizir û nêrîneke cuda heye, aliyê din li dijê helwêstê bigre, bila bi kûratî hizir di wê yekê de were kirin ka çi sîstema hukumraniyê zêdetir xizmeta xelkê Kurdistanê dike û zêdetir derbirîne ji heza xelkê Kurdistanê. Daku xelk zêdetir bi şêweyekî rastewxo di standina biryarê de beşdarbin, bêgoman wê karîgeriya wan li ser biryaran zêdetir be, bi taybetî di babetê serxwebûnê de, tu alternatîvek nikare cihê beşdariya yekser a xelkê bigre.
* tu wek rawêjkarê civata asayîşa niştimanî a Kurdistanê, ji destpêka şerê DAIŞê ve, tu wek pêşmerge li eniyên pêş bûyî, xuyaye ev jî wek tê behs kirin ji ber wê yekê bû ku şerê terorîstên DAIŞê ji bo pêşmerge şerekî nû bû û bi qasî civata asayîşê ezmûna şerê li dijî terorîstan tunebû, lê di demeke kin de we karî hevkariya pêşmerge bikin daku fêrî vî şerî bin. Gelo çiqas bi we giran bû li kêleke parastina asayîş û aramiya hundirê Kuridstanê, ev erke jî hate ser milê we?
- wek her pêşmergeyekî û welatiyekî xudan helwêst me bi erkê xwe zaniye ku beşdarbin di bergirîkirina ji ber Kurdistanê ve û ev erke li ser milê me bû, lê bi hatina DAIŞê ber bi sinûrên Kurdistanê ve, pir kadir û efser û karmendên dezgeha me wek pêşmerge beşdariyeke rastewxo di erkê bergirîkirinê de kirin û me rolekî karîger jî dît bi hemahengiya bi welatên hevpeyman û pêşmerge re û bi taybetî di arastekirina êrîşên esmanî de bo ser dujmin û gihandina zaniyariyên hûr û bi lez bo pêşmerge di dema xwe de ku pir caran dibûye sedema serekî a şikandina dujmin. Herwiha berdewam di hemû wîstgeh û pêwendiyên bi hevpeymanan re de, me behsa pêdawîstiyên çek û locîstîk û hevkariya bi pêşmerge re dikir û bi şanazî me karî berhemeke baş bidestxin.
* ji ber ezmûna dezgeha Civata Asayîşa Niştimanî a Herêma Kurdistanê ji bo pêdana çek û teqemeniyên pêwîst bo pêşmerge boçûna we tê standin, lê ew a ji we em dibîsin, heta niha jî pêşmerge bi wî astî nehatiye pirçekkirin ku li gorî berdewamiya şerekî wiha mezin bi terorîstan re be, gelo pêdawîstiyên pêşmerge niha çine?
- pêşmerge wek hêzeke rêkûpêk û rêxistî û xudan ezmûn, pêwîstiya wê bi her çekekê heye ku li cem hêzên mudêrin heye. Dema ku çekên baştir û girantir û karîgertir li ber destê pêşmerge hebin, wê serketîtir be û ziyan wê kêmtir bin. Wek çekên tank û topên dûravêj û helîkopter û zirêpoş û cilên baş û hemezor. Lê niha pêdawîstiya herî serekî a pêşmerge mûçe û mêzaniyeke guncayî ye ku mixabin tunebûna bodceyê karîgerî li rewşê kiriye û heger ne pêşmerge û hizir û baweriya wê ya bihêz be, tu hêzeke din nikare tehemula ev rewşa ne libar bike, lewra hêvîdarim jiyar û jiyana pêşmerge û peydakirina mûçeyê ji wan û mal û zarokên wan re bi zûtirîn dem were çareserkirin.
* hêzên dijî terorê yên bi ser Civata Asayîşa Niştimanî a Herêma Kurdistanê ve, karîn bi serkeftî bi hêzên taybet yên Emerîka re, bo cara yekê di şerê li dijî DAIŞê de, operasyoneke mezin hevbeş li Hewêce encambidin, niha jî di stratîjiyeta nû a Emerîka de bo şerê li dijî DAIŞê, behsa operasyonên hevbeş bi hêzên lokalî re tê kirin ji bo guhertina arasteya şer, gelo ew operasyona hevbeş a hêza dijî terorê û hêza taybet a Emerîka, bûye bingehek daku bibe beşek ji stratîjiyeta şikandina DAIŞê re?
- bêgoman operasyonên hevbeş karîgerî li ser şikandina dujmin û hilweşandina morala dujmin heye. Lê ji wê jî giringtir ew amajeye ji bo şiyanên hêza me a taybet wek dijî teror ku di astekî pir bilind de dikarin li kêleka hêzên wekî xwe yên Emerîka operasyonên wiha hûr û giring encambidin.
* eger em pirsyarekê sebaret bi Partiya Demokrata Kurdistanê bikin, xuyaye niha PDKê xwe daye erkekî dîrokî yê mezin û li hember tehediyên hundir û derve û navçeyê sekiniye. Gelo pêwîste PDK di vê qonaxê de çi bike daku di astê ev berpirsyariya mezin û dîrokî de be?
- partî hertim kurdayetî kiriye û xwe bi parêzerê destkeftên niştimanî zaniye û pêwîste di vê qûnaxê de jî hemû hewlan bide ji bo parastina vê ezmûnê û parêzgarîkirin li netewe û niştiman û gavên guncayî bavêje ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir û xwendineke jîrane hebe ku di çi dem û seatê de çi biryarê bide û çi gavê bavêje. Partî hertim jî sîberek bûye ji bo komkirina hemû xelkê Kurdistanê û jihevnêzîkkirina hizir û boçûna hêzên niştimanperwer û rê nedaye pilanên wêranker û niha jî erkê partî û hemû hêzên niştiman perwer eku bi hev re rewşa niha ya Herêmê ber bi aramî û normalkirinê ve bibin û hewla bidestxistina destkeftên zêdetir jî bidin di hemû aliyan de.
* dawî pirsyara me derbarê kirêza abûrî û jiyara xelkê Kurdistanê ye. Xuyaye ku mawê du salane xelkê Kurdistanê wek qehremanan xweragiriya xwe nîşandaye li hember ev kirêza abûrî, herwiha serok Barzanî daxwaz ji hukumetê kiriye ku hemû hewlên xwe bike daku ev kirêze were çareserkirin. Pirsyar ew e gelo ji bo derbazkirina vê kirêzê, ji bilî çaksaziyên ku hukumetê destpêkiriye, heta çiqasî giringe ku diyalokeke rastewxo di navbera hukumet û xelkê de hebe, daku bi hev re ev qûnaxa bi zehmet derbazbikin?
- nêzîkbûna hukumetê ji xelkê erke û pêwîste xelkê bawerî bi hukumetê hebe û bi hukmeta xwe bizanibe. Bi nêrîna min kêşeya serekî ew e ku xelkê aje her tiştî tuneye. Hukumet kêmtir xembû ku bi zelalî hemû kêşe û girift û bernameyên xwe yên abûrî wek pêwîst bigehîne xelkê. Gereke hukumet di daraştina siyaseta abûrî de nêrîna xelkê giring bibîne. Çareserkirina kêşeyan jî ji wê yekê destpêdike ku danpêdanê bi şaşiyên xwe bike û siyaseta abûrî a hukumeta me gerekbû ji destpêkê ve baştir ba û tenê pişta xwe bi kerta neft û gazê ve girênde û kerta çandin û pêşesaziyê pêşbixe û jêrxaneka bi hêz a abûrî dirust bikira. Niha jî hevdem ligel ew hewlên çaksaziyê ku pêwîste bi binbirkirina gendeliyê destpêbike, pir giringe ku sêîstemeke abûrî bihêz li ser bingeheke zanistî were avakirin û xelk ne tenê agehdar be belku beşdar be jî.