Ofra Bîngyo bo Gulan: derfeta refrandoma ji bo serxwebûna Kurdistanê ji dest nedin
Ofra Bîngyo vekoler e li navenda Moşîdayan a ji bo xwendinên Rojhilata Navîn û Efrîqa li zanîngeha Tilebîb, pispora dîroka hevçerxa Rojhilata Navîn û siyaseta hevçerxa Îraqê ye û her li heman zanîngehê birwanameya zanistên siyasî standiye, Gulan di dîdarekê de çend pirsên girêdayî Rojhilata Navîn û rêkeftina SayksPîko û encamdana rapirsiya kurd pêre gotûbêj kirin, wê jî bi vî rengî nêrînên xwe rêzkirin.* sala1916ê peymana SayksPîko di navbera Ferensa û Berîtaniya de hate îmzekirin ji bo dabeşkirina mîrata Împratoriyeta Osmanî, bi pê wê peymannameyê,nexşeyeke nû ji welatên navçeyê re hate danîn û ji wê demê ve ew dewletên ku bi sedema wê peymannameyê hatin çêkirin bûne stemkerê pir neteweyan bi taybetî kurd, herwiha heman ew dewletane bûne sedemê nearamiyê li navçeyê, bi nêrîna te heta çi astî cîhan giheştiye wê baweriyê ku niha dema bidawîbûna sinûrên Saykspîko ye û ew deme ku cardin sinûrên navçeyê werin kişandin bi şêweyekî ku aştî û aramî vegere navçeyê?
- em nikarin wek qewareyekê behsa cîhanê bikin. Renge derbarê vê pirsê de guhertin û têgiheştineke baştir di nav raya giştî de hebe, lê bi gştî hemû hukumet bi taybetî rêveberiya Obama negîştine vê derencamê û hên baweriya wan bi mana Îraqê wek dewleteke yekgirtî heye.
* bi pê nexşa SayksPîko û piştre di nav rêkeftina Sîver de li Ferensa hewil hebû ji bo avakirina dewletekê ji bo kurdan, lê ji ber ku SayksPîko bi ew şêweyê ku hatî darêjtin nehat cêbecêkirin, Mustefa Kemal Etaturk karî Turkiya ji nexşeya SayksPîko derxîne û bi vî şêweyî ev rêkeftine bûye rastî piştî şerê cîhanî yê yekê. Piştre li sala 1923ê bi rêya peymannama Lozan rewşeke din ji bo peydanebûna dewleta Kurdistanê hate pêş, bi nêrîna te ew fakterane çibûn ku bûne sedema gorîna SayksPîko?
- karîgeriya nexşa SayksPîko kêm bû li ser ka çawa nexşe li dawiyê hate kişandin. Giringtirîn sedem serketina Etaturk bû di şer de û herwiha pêwîstiya Birêtaniya bi rêkeftinekê bi Enqerê re, bi heman şêwe Wîlayeta Mûsilê jî bi hukumeta Bexdadê ve leziqand , ji ber ku xizmeta berjewendiyên wê demê yê Berîtaniya dikir, herçiqas soza otonomiyê dabû kurdan, lê cêbecênekir, çûnkî wiha hizir nedikirin ku hêzek bin pêre rêkbikevin.
* Serokê welatên hevgirtî Wordrow Wîlson 14 xal derxistin ku li gor wan gerekbû muamele bi neteweyên mîrata Împratoriyeta Osmanî re bata kirin, bi pê wan 14 xalan, kurd yek ji wan neteweyan bû ku mafê çarenivîsêhebû, lê bisedema guhrîna hevkêşa hêzê paş şerê yekem yê cîhanî û peydabûna rewşeke nû, ev mafe ji miletê kurd re bi rewa nehat dîtin. Gelo niha ta çiqasî rewşa lêhatiye ji bo gelê kurd ku biryarê bidin û refrandoma serxwebûnê encambidin? Herwiha heta çiqasî cîhan vê yekê pesed dike û wê bi encamên refrandomê re muamelê bikin û rêzê li xwasta gelê kurd bigrin?
- bi nêrîna min dema refrandomê hatiye, kurd pir derfetên giring ji dest dane û ev jî derfeteke din e ji wan derfetan, ew ku ez dizanim derbarê karvedanên cîhanî ew e ku serxwebûn hertim ji aliyê beramber ve nayê nirxandin. Eger bingeh dirust bû wiha wê qebûl bikin wek tiştekî ku nikarin ladin yan biguhêrin.
* yek ji yasayên întîdabîyên Berîtaniya û Ferensa di SayksPîko da ew bû ku rê nedidan dewletan ku bi xwe hukumê xwe bikin, lewra întîdabheta wê demê bû ku bi xwe bikarin hukumê xwe bikin. Di nav ev hevkêşa tevhev a Rojhilata Navîn û temambûna SayksPîko de, Herêma Kurdistanê selimandiye ku dikare bi xwe hukmê xwe bike. Tu nabînî ku ev mercekî bihêze ji bo cîhanê ku danpêdanê bikin kurd hejî dewleteke serbixwe ne?
- pirs ne ew e ka kurd dikarin bi xwe hukmê xwe bikin yan na (ku ez dibînim dikarin), belku ew e heta çiqasî rêxistinên nêvdewletî wek UN û Yekîtiya Ewropa û welatên cîran dixwazin bi dîfaktoyê re bisazin. Lewra renge bi neçarî vê yekê bikin heger bigehin wê derencamê ku dewleta îslamî yan welatên navçeyê xerabtrîn elternatîvin bi nêrîna min hên negiheştine wê derencamê.
* piştî şerê cîhanî yê yekê û dawiya împratoriyeta Rûsî û serketina şoreşa soşyalîstî Lênînî, Rûsiya ji hevpeymanê Rojava bûye dujminê rojava, herwiha paş zelqandina dûrgeha Qerem ji aliyê Potin ve bi Rûsiya ve, carek din Rûsiya bûye hevrikekî bi hêz yê Rojava û destêwerdana di Sûriyê de ev rewşe zêdetir alozkir, bi taybetî ku Rûsiya piştevanê bi hêz yê mana Esed e di hukumetê de, heta çiqasî guhertin cihê Rûsiya ji hevpeymanê Rojava bo dujmin cardin paşeroja Rojhilata Navîn tarî dike?
- bêgoman serhildana Rûsiya wek lîstikvanekî serekî li navçeyê rewşa Rojhilata Navîn zêdetir tevlihev dike. (Şerê Sar) dike dîtina çareyekê ji kêşeyên tevlihev re girantir be dema Rojava û Rûsiya bi du arasteyên cuda ve diçin.
* DAIŞê bi ragihandina dewleta îslamî li Sûriya û Îraqê yekemîn hêz bû ku sinûrên SayksPîko guhert, her çiqas rewatiyeke nêvdewletî tuneye, lê navçe bi temamî niha li ser bingeha arvebûna taîfî çîe û sune hatiye perçekirin û gîştiye astekî ku em dikarin zelal bêjin: Rûsiya piştevaniya cemserê şîe û Emerîka û Rojava jî piştevaniya cemserê sune dikin. Tevî vê hemûyê jî Kurd nebûne beşek ji vê perçebûnêû bi tenê li eniyên pêşin li sinûrên herêma Kurdistanê şerê DAIŞê dikin, ta çiqasî avakirina dewleta Kurdistanê giringe ji bo kurd daku bikare bêlayen bimîne û tenê şerê terorîzma DAIŞê bike bê tevlêbûn di nakokî yan dabeşbûna sune û şîe de?
* avabûna dewleta Kurdistanê di demê pêş de di berjewendiya kurd deye, lê gaveke wiha wê gerentiyê nade ku kurd bêlayen bimîne, ji ber ku guvaş lê tê kirin ji herdu aliyan ve, ev hêleke pir baş dikşîne di navbera herdu aliyan de lê ev yeke girêdayî ye bi wê yekê ve ka heta çiqasî civaka kurdî xwe ji îslama siyasî dûrdixe.
* li dawiyê gelo em dikarin bipirsin ka pêşbîniya we bo paş sinûrên destkird yên SayksPîko li Rojhilata Navîn çiye? Wê paşeroja kurdan çibe piştî SayksPîko? Tu dibînî ku dewleta Kurdistanê wê bibe rastî paş SayksPîko?
- biryardan li ser sinûrên SayksPîko di du navendan de tê liberçavgirtin: kurd bi xwe û biwarê nêvdewletî. Eger kurd destpêşxeriyê bikin û aza û zanabin ku hewlên zêdetir bidin ji bo bidestxistina armancan, renge bikarin navendên nêvdewletî jî bi xwe re rêkbixin. Bêgoman wê pir astengî jî bikevin rêya wan de, lê demek ji vê baştir çênabe ji bo razîkirina piştevanên xwe ku ji her sê bijardeyan: Dewleta Îslamî, roxana Sûriya û Îraqê, herwiha dewleta Kurdistanê, yê dawiyê ku dewleta Kurdistanê ye , baştirîn bijardeye.