• Tuesday, 14 May 2024
logo

Îkart Wortz bo Gulan: Serxwebûna Kurdistanê dibe beşek ji çareseriya siyasî bo kêşeyên Rojhilata Navîn

Gulan Media February 13, 2016 Dîmane
Îkart Wortz bo Gulan: Serxwebûna Kurdistanê dibe beşek ji çareseriya siyasî bo kêşeyên Rojhilata Navîn
Profîsor Îkart Wortz vekolerekî mezin yê pêwendiyên nêvdewletî ye li navenda (CIDOB) li Ispaniya û rêveberê navenda lêkolînên kendavê bû li Dubey û pspore li ser pirsên taybet bi Rojhilata Navîn û pêşveçûnên siyasî li Misrê. Ji bo axaftin li ser rewşa niha a Rojhilata Navîn û rewşa Sûriya û Îraqê wek metirsî li ser rewşa navçeyê, me ev dîmane pêre encamda û wî jî bi vî rengî bersiva pirsên Gulan da.
* eger rewşa Sûriya wek xwe bimîne, gelo ta çi astê metirsî li ser paşeroja Rojhilata Navîn çêdibe?

- bêgoman ne tenê metirsî li ser paşeroja Rojhilaata Navîn çêdibe belku kartêkirin û nearamî li ser Ewropa jî çêdibe, bi sedema lêmişta koçberan, lewra hewleke cidî heye ku rewş were dorpêçkirin. Ji aliyekî din ve Turkiya niha wek kêşeyekî tê temaşekirin, çend nakokî hene û ta astekî diyarkirî kartêkirinê li hev dikin, lewra piştrast rewşa Sûriya wê kartêkirinê li Rojhilata navîn bike bo çendîn salên li pêş, ji ber ku bûye cihekî serekî bo gropên terorîst.

* hinek ji şarazayan dibînin destpêka bûyeran li Sûriya welatên rojava bi giştî karvedana wan ne baş bû, lewra ji aliyekî ve bo cihê terorîstan û tirs xiste ser aramiya Ewropa û ji aliyekî din ve lêmişta koçberan çêbû, lewra Ewropa wek berpirsiyar tê temaşekirin, tu çawa vê yekê dibînî?

- wek win dizanin ew ne welatê wan e, wate Sûriya ne welatê rojavayiyane û berpirsyariya me têde tuneye, eger tiştek li welatê min çêbibe, ew berpirsyariya me ye, kêşeyên Elmaniya ne kêşeya Sûriya ye û yê Sûriya jî ne kêşeya Elmaniya ye, ew kêşeya Sûriya ye û berpirsyariya wan e, ew kesên xwe bi xwebixwe dikujin ew bi xwe berpirsyarin, arasteyekî ne tendurust li Rojhilata Navîn heye ku her tiştekî bi pilanên derve ve girêdidin, hertim luma ji Îsraîl dikin û tu carî lumê ji Rojhilata Navîn a xwe nakin û DAIŞê jî bi çêkiriyê destê Rojava dizanin, lewra berî her kesî xelkê Sûriya berpirsyare ku welatekî ne xudan serweriye, bi giştî yekemîn helwêst li ser welatê wan gereke yê xelkê Sûriya be û duyem ji hêzên herêmî wek Turkiya û Seûdiya ku dest ji berjewendiyên teng yên neteweyî berdin li navçeyê û hinekî sazişê bikin û dest ji şerê bi wekalet berdin li ser axa Sûriya û piştre Rûsiya û Rojava wê rolê xwe bibînin, ne cara yekê ye ku lume ji Rojava were kirin û xelas û çareserî jî ji Rojava tê xwestin, lê xelas bûn gereke xelkê Sûriya bi xwe hewilê bo bidin.

* ji ber ku niha cemserbendiyek li Rojhilata Navîn heye. Bo nimûne em wek Kurd li Rojhilata Navîn neketine nav cudahiyên di navbera Şîe û Sune de û em şerê terorîzmê dikin û me sinûrekî 1500km bi DAIŞê re heye û hêza pêşmergê Kurdistanê bergiriyê ji ev herêma demokrat dikin û niha em li ser wê yekê ne ku bibin dewleteke serbixwe daku bibin hêviyek ji bo şikandina DAIŞê, tu dibînî ku Rojava ji ev xwasta xelkê Kurdistanê têdigehin û wê piştevaniyê bikin?

- hêzên kurdî pir giringin û hêzeke pir bawerî pêkirî neli ser erdê ji bo şerê li dijî DAIŞê û bi giştî li cem rojavayan hêzeke pir bawerî pêkiriye li gor hukumetên navçeyê, derbarê serxwebûna kurdistanê jî Rojava vekiriye li hember, lê ez pêşbînî dikim ku win tenê behsa beşê Îraqê dikin û kêşe bi giştî yekgirtina kurdistanê ye li navçeyên Turkiya û Sûriya û Îran û ez dibînim ku ev yeke nakokiyê zêdetir dike û ne cihê razîbûna aliyên nêvdewletî ye.

* eger em vegerin rewşa Sûriya, em dibînin ku tunebûna navendgîriyekî demokrasî wiha kiriye ku rewş roj bi roj aloztir bibe, bo nimûne mana Esed di deshelatê de wek tawankarê şer, ji ber ku wî pir tawan li dijî gelê xwe encamdane, ji aliyekî din ve rojava dudile ji roxana Esed ji ber ku nizanin kî wê cihê wî bigre, eger DAIŞ jî were şikandin qûnaxa paş DAIŞê wê hevrikiya Rûsiya û Emerîka be li navçeyê, gelo di ev tevhevî û nakokiyên Rojhilata Navîn de tu hêviyek ji bo aramiyê maye?

- ez tu nakokiyan di navbera Rûsiya û Emerîka de nabînim û ne di berjewendiya wan deye ku ber bi şerekî vekirî ve herin, herwiha DAIŞ û Esed herduk metirsî ne, herçiqas Rûsiya û Îran wiha hizir dikin ku di hinek rewş de gereke ew ligel Beşar Esed bin, lê di heman dem de ew amadene ji bo sazişê jî û piraniya xelkê Sûriya di bin serweriya rejîma Esed de ne û xelk hemû ne li nav navçeya eniya nusre û DAIŞê de ne, daku em lojîkî bin gereke saziş were kirin û her çareseriyek pêwîstî bi aştbûneweyekî nîştimanî heye, lê di dem kin de rewşa Sûriya ne hêvî pexşe.

* kêşeyeke din a Rojhilata Navîn ew e ku DAIŞ metirsiye bo ser sinûrên ji Îraq û Sûriya ve heta welatên kendav û bakurê Efrîqiyayê û destêwerdaneke Îranê mezin heye di Îraq û Sûriya û bşûrê Lubnanê de û Seûdiye zêdetir ji gefên DAIŞê giringiyê dide vê yekê, gelo ev perçebûneke din peydanake?

- DAIŞê Lîbiya û Sûriya ji hev cudane û ez DAIŞê wek dewleteke bihêz nabînim, ez jî wiha hizir dikim ku metirsiye, lê nabe em bikevin di bin karîgeriya propakinda DAIŞê de.

* lê pirsyar ew e ta çiqasî destêwerdanên Îranê rewş aloztir kiriye û hewla welatên navçeyê ji bo şikandina terorîzma DAIŞê kêm kiriye?

- belê rola aliyên herêmî heye di rewşa Sûriya de û pêwîste ew beşek bin ji çareseriyê û her aliyek dest ji karûbarê Sûriya berde û sazişê bike ligel aliyên din.

* derbarê ew şerê bi wekalet ku li Rojhilata Navîn rûdide, şarezayên siyasî dibînin ku gereke destêwerdana Îranê were sinûrdarkirin û ew şerê bi wekalet a ku Îran û Seûdiye dikin gereke bi dawî bibe, ji ber ku eger DAIŞ jî were şikandin, wiha Îran wê destê xwe dane ser Îraq û Sûriyê bi damezrandina dewleteke mezhebî îslamî, wate li şûna DAIŞ wê dewleteke şîe mezhebî cihbigre, gelo bijarda sêyem wek welatekî demokras û sêkyolar û aram li navçeyê nayê pêşbînî kirin?

- gereke em ajê hebin dema em dibêjin hukumeta şîe li Bexdadê pêwendî heye bi Îranê ve, lê wan ejindayên xwe yên taybet hene, herwiha li Sûriya Esed jî wiha ye, herçiqas li Seûdiye wiha belave ku Îranê kontroleke temam heye, lê ez dibînim ku pir giringe aydyolojiya olî ji siyasetê were dûrxistin.

* hinek ji şarezayan dibînin heger nifoz û destêwerdana Îranê li Îraq û Sûriya û Yemen û başûrê Lubnanê û Behrenê berpêşve here, wiha wê berjewendiyên welatên erebên sune wekî berjewendiya Îsraîlê bibe û hinek wê pêşbîniyê dikin ku hevpeymaniyek çêbibe Îsraîl jî di nav de be û ev yeke pêşbîniya karesatî lê tê kirin, tu çawa vê yekê lêkdidî?

- Seûdiya û Îsraîlê berjewendiyên hevbeş sebaret bi Îranê hene û piştrast Îsraîlê ejindeya xwe heye û welatên navçeyê gereke çareseriyekê bibînin, ez dibînim ku sîkolarîzim pir giringe û ez dibînim nasnama taîfî û olî gereke tiştekî taybet be, tu dikarî yadên keltûrî û olî yên xwe bikî lê nabe tu rê bidî ku dest bixe nav siyasetê û bibe bingehê kîn rakirin ji hev û ev yeke pêwendî bi xelkê Rojhilata Navîn ve heye, derbarê Kurdistanê jî ez hêvîdarim ku bigehin çareseriyeke siyasî bo ew pirsên hundir yan derveyîne li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û Kurdistana Sûriya û Turkiya bigehine çareseriyê û serxwebûna Herêma Kurdistanê jî beşek be ji wan çareseriyan û ez dibînim ku gereke zêdetir giringiyê bi çareseriyên siyasî bidin.
Top