Şivan Perwer taybet bo Gulan: min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir mezintirîn xelatbû di jiyana min de
Şivan Perwer ew sitranbêjê ku di qûnaxên şoreş û bizavên Kurdî de û ji bo rizgarbûna Kurdan ji sitem û zordariyê werçerxanek dîrokî ji deng û sitran û mîlodî û mûzîka Kurdî dirust kir, piraniya hunerdosta aşiqê wan sirûdane yên bi dengê Şivan Perwer hatin gotin, hêza dengê wî siroştê xwezayê berxudanê bû ji bo nasandia duza gelê Kurd ji serê çiyan berev nava bajaran û ber bi cîhanê ve di xebitî, niha jî di nava Kurdên li xurbetê de mîna semboleka rohî ji bo berhengariya zehmetiyên jiyanê û dirustkerê viyana welat tê zanîn.Sirûd û sitranên seyda Şivan Perwer helgirên xebata gelê Kurdin û awazên wî jî rûbarekê bihêz û pir pêle û dibine egerê peydakirina hesta azadiyê li cem mirovan.Di sirûdên xwe de têgehê mirov parêzî û meziniya Kurdan dike fînal û ji bo berxwedanê di rêya azadiya niştîmanê xwe de bang li gişt xebatkeran dike, her germûguriya sitranên wî bûye eger ku çi tişt nikaribin haşatiyê ji resenetiya sitranên wî bikin, govara Gulan li dervetekê geriya daku dîdarekê tevî Şivan Perwer sazbike, di seredana xwe de ji bo Kurdistanê Şivan Perwer di hevdîtinek taybet de ji bo Gulan axift ev e jî têkista wê dîdarê ye.Gulan: em dixwazin bizanin nasnavê te yê Kurdayetî Şivan Perwer ji çi hatiye?
Şivan Perwer: navê malbata min Perwer e, li Turkiya paşnavek heye ew paşnav li cem Ereban jî heye, li Turkiyayê her kesekî paşnavek heye, gereke ew paşnav bi Turkî be, bi Kurdî qedexeye.
Lê bavê min her digote min Şivan, pir carî li xwêndingehê mamosta ji min tûre dibûn digotin wataya Şivan çiye? lê piraniya mamostan Kurdbûn, ew an di zanî ramana Şivan çiye, bi Turkî (Çovan)e, perwer jî naznavê malbata mine, bi Turkî (Agîn)e piştî ez çûme Ewropa min nasnavê xwe guhart û kire Perwer, lê Şvan navê min bixweye..
Gulan: piraniya sitranên Şivan Perwer germ û coşeka neteweyî û niştîmanî têdane.
Şivan Perwer: niha tiştek pir mezin heye, ne min Kurd û Kurdistan dirust kiriye, Kurd û Kurdistan bi hizaran sale di siroştê av û bayê welat de derdikeve, her tiştekê li ser Erdê hey navek taybet heye, miletê Kurd xwedî dîrokek civakî û komelatiye, eger take kes di nav miletekî de xebatê û berxwedanê nekin helbet ew milet bi sernakeve, gereke take kes xebatê bikin ji bo dirustbûna dewletê û serkeftina sîstemê dewletdariyê û bizava dirustbûna komarê bikin, ew kesên ku siyasetmedarin yan rewşenbîr û hunermend û rojnamevan û diktorin heryek bi awayekê xizmeta milet dike, ez jî wekî Kurdekî û hunermendekî min xwast bi rêya hunerê xizmetê bikim, ji ber ku hunerê Kurdî gelek dewlemende, miletê Kurd gelek derdeserî û tengavî dîne û berxudan kiriye û ji destê dijminan gelek zordarî û mal wêranî diye û dijmina tûreya Kurdan di şewitand û welatê wa xerab dikir, miletê Kurd jî ev hemû jiyana xwe bi sitranê derdibirî, min jî pir xwast bi heman awayî xizmetê bikim, çûnkî wek me gotî miletê Kurd hemû tiştê xwe bi sitran derbiriye carna bi şi'ir jî gotine lê her bi rêya dengbêjan ketine ser zimanê xelkê bo nimûne Mem û Zîn, Xec û Siyamend û gelekên din, ev hemû bi dengê hunermendan hatine gotin, ez jî ji dayik û bavekê Kurd hatime dinê û min çavên xwe vekirin min hinek tişt dîn, bo nimûne dema ez diçûm xwêndingehê min hizirdikir bo xwêndin ne bi Kurdiye û bi Turkiye? dema ez diçûm malê min li gel mal gengeşe dikir û min dipirsî, ku li hindava serê me wênê Etaturk hebû, çima wênê Etaturk heye û wênê Mela Mustefa yan Qazî Muhemed tune ev hemû pirse di mêşkê min de di herikîn, min pir ji muzîkê hezdikir min sitran digotin heval û xizmên min ji dengê min hez dikir, ji min re digotin tu çima sitrana nabêjî, gelek caran min li xwêndingehê sitran di gotin, ew bû ez ketim rêya hunerê sitran gotinê, paş li sala 1975 şoreşa Kurdî şikest, ew karesate bû birînek di dilê hemû Kurdên cîhanê de, wê demê em xwêndkarbûn û li Enqerê me dixwand, gelek xwêndkar ji bo xwandinê hatbûn Turkiyayê, xwandin li Turkiya hemû bi zimanê Turkî bû, lewra gelek ji rewşenbîr û nivîskar û hunermendan rêya Kurdayetiyê girtin, sala 1925 ê di şoreşa Şêx Se'îd de gelek kes hatin bidarvekirin û piştî 1926 ê şerê Agirî destpêkir û her serhildana Kurdan berdewam bû, bo nimûne li salên 1936-1937 an serhildana Dêrsimê hebû, li sala 1945ê serhildana komara Mihabad hebû, paşê Mela mistefa hat Qadê û xebatek mezin kir ta sala 1975 ê şoreşeka bergirîkar kir û pir zehmet kişand, lê polîsiya polîtîka dunyayê û berjewendiya dewletan xwast li sala 1975 ê birînek mezin li dil û cergê Kurdan vekin, dema em xwêndkar me gelek xebat dikir pir bizav me pêşkêş dikirin, her çiwar parçên Kurdistanê her yekê li cihê xwe xebat dikir, rola xwêndkaran pir başbû, ta sala 1975 ê ku hêvîyek pir mezin hebû, li Turkiyayê gelek tişt qedexebûn, hinek tişt wek tu destbêxiye di nav agirî de, min digot ez dikarim çi bikim? gelek kesan ji min re digotin eger tu sirûdên nîştîmanî bêjî tu yê bikarî xizmetek pir baş ji bo miletê Kurd pêşkêşbikî, min jî got eger ji min bê çima nakim ez ê xwe qurbanî welatê xwe bikim, ji ber wê min despêkir, (ez dê bime alayê kesk û sor û zer) paş ez pir dilşad bûm dema min dî ku miletê Kurd ji dengê min hezkir ( ey cotkar û xebatkar û kele germa havînê, hevalê bargiranim hevalê şoreşvanim hozanê gelê Kurd ez navê Kurdistanim) min dest bi sitrana kir û ez ketim nav felsefeka hunerî, hemû aliyan ji min re digotin sitranan bibêje, sitranên min li hemû Kurdistanê belavbûn, min zanî ku ev ê karek başbe, paşî rewş aloz bû, min didî ku çendîn rewşenbîr û sîyasetmedar û welatparêz dihatin girtin û zindanê, ew bû ez çûm sûryayê, paşî ez çûm Ewropa ta Kurdistana başûr hatiye azad kirin ji nû ez hatim, win bi xwe dizanin ku gelek xelik ji ber sitranên min bidarvekirbûn û gehiştibûn karwanê şehîdan..
Gulan: li derbederiyê jî te hest pê dikir ku xelkê Kurdistanê ji dengê te hezdikin?
Şivan Perwer: raste ez li Ewropa bûm lê min çi carî têklî bi Kurdan re nebiriye, ez wek dareka li ser axa xwe mame, di newrozan de beşdarî konsêrtan dibim, di kofirensan de beşdar dibim, di civîn û kombûnên giring de hertim ez di xizmeta welatê xwe de me, pir caran hevalan basdikirin û digotin li hinek malan wênê Etaturk daliqandiye ez di çûm cem wan û min ji wan re digot: bavo çima win wênê Etaturk radikin çima win yê Mela Misteva yan Se'îd Pîran bi dîwarên xwe ve na xin min ji wan re digot ev pêşengên Kurda ne û min wênên wan peydadikir û dida wan malan daku bi dîwarên xwe vexin, rewşenbirya Kurdî jî milbimilî niştîman perweriyê pêşdaçû, paşan tevger û hêzên siyasî peydabûn, lê miletê Kurd ne xudan serbûrek siyasî ye çûnkî gelek tepeserî dîye, raste miletê me pir guvaş dîne, min jî gelek zehmet kişandiye, hinek caran giropên hinek partan dihatin seredana min dikirin û digotin nabe tu rexnê li rêberê me bigrî, çênabe tu rexnê li siyaseta me bigirî, min ji wan re digot bavo ez hunermendekê Kurdim û ez başiya we dixwazim, bi rastî ez tiştan rast dibêjim û rexnegirtin jî ne karekê xerabe, bila yekrêzî di nav miletê me de hebe, ji ber ku miletê me ji hev perçe perçeye.
Gulan: di dema rijêma Be'is de gelek xelik li ser sitranên te hatin zîndan kirin, wê demê hesta te çawa bû?
Şivan Perwer: sitranên min dil û hinavên dijminên Kurdan lerzandin û ricifandin, wê demê her tiştekî wan karîba li hember kurdan bikin wan dikir, li Turkiyê Kurdayetî pir zehmet bû, hikûmeta Turkiya wek agir bû, dîsan li Sûriyayê jî her bi wî awayî bû, li Kurdistana Îraqê demeke dirêj şoreşa Barzaniyê nemir gerim û bihêz bû, lê li Turkiyayê her şoreşek heba hemû dikûştin û derbeder dikirin, paşî di karesatên mîna Helebçe û enfalan de Kurd bi saxî hatin bin axkirin, min bi rêya hunerî çavê dijminan derxist, min guhlêdibû ku gelek xelik li Kurdistana Turkiya û Îraqê ji ber sitranên min dihatin zîndan kirin û kuştin, ez gelek pê dêşîm, gelek caran hinek dayik dihatin cem min û digotin Sedam kurê min ji ber sitranên te bidarvekir, bi rastî ev ji min re gelek nexweş bû, lê di rojên reş yên dîktatorî de ev dûrhêla rewşa jiyana Kurdan bû, ji aliyekî din ve jî bo min gelek xweş bû ku min bi rêya hunerê xizmeta miletê xwe dikir, herweha ji aliyekê din ve xelkê bi egera sitranên min şoreş dikir û Pêşmerge jî di çeperan de bê tirs pêşve diçûn, vê yekê hunera min bilind kir, hunerê Kurdî û Kurdewarî û Kurdperwerî berbelav e, ji ber vê gereke em vê hunerê bilind ragirin, ez ji hemû Kurdan dixwazim hunerê paqij bihêlin, bo her tiştekî ez amademe lê ne ji bo aydolojî û rikeberiyê yan hunerî wek bazirganî bikarbînim, min tu carî huner ji bo bazarê û parekomkirinê bikarne aniye, her kî be û li kîderê be eger bi dilsozî kar bo welat kiribe û ji bo gêrana konsêrtan yan beşdarbûn di kongire û konfirensan de ez xwastibim, min gotiye ez amademe, tu carî ez mîna wan hunermendan nebûm yên digotin heger 20 hezar dolaran nedin min ez natêm, gereke bihayê hunerê hunermendan bêzanîn, qet huner bi paran nayê kirîn û firotin, bila hunermend birsî nebe bila xwedî kesatî be, bila bi awayekê modêrin xizmeta hunerê Kurdî bê kirin, bila em nebêjin tenê Turk hunermendên baş û dewlemendin, bo nimûne niha li Kurdistanê hinek kes hene di jiyana xwe de tu carî xizmeta Kurd û Kurdistanê nekirine û hunerê Kurdî dane pal hunerê Erebî û Turkî û farisî û selîqa Kurdewarî têkdane û xelik jî guhdariyê lê dike.
Gulan: tu wek hunermendek çawa li rewşa niha ya Kurdistanê temaşedikî?
Şivan Perwer: hertim li ser serê Kurdan diktatorekê biyanî hebû, cara yekê ye bi rêya helbijartinan serokatiya Kurdistanê hat helbijartin, ew jî cenabê kek Mes'ûd Barzanî bû lewra gereke em gelek rêzê lê bigirin, cenabê kek Mes'ûd Barzanî xwedî kesatiyek pir pak û bilind e, herwisa kek Nêçîrvan Barzanî jî tiştekê pir baş dike û kesatiyek baş û hizrên baş hene, ev tiştekî dilxweş e ji bo dirust bûna binemayên siyasî yên bi rewişt û baş, gereke rewiştekê siyasî yê baş li Kurdistanê hebe cûnkî dê bibe binemayê azadiyê ji bo parçên din yên Kurdistanê.
Gereke em Kurd rewşenbîriya xwe zêde bikin û dunyayê nasbikin, niha xwêndkarên Kurd li hemû dinyayê dixwînin, dema vedigerin Kurdistanê dibêjin xwezî Kurdistan jî mîna welatên din yên cîhanê pêşketîba, her dibêjin rêber û serokên welatên pêşketî rexnê qebûl dikin û ji rexna tûre nabin lê rexne jî gereke avaker û zanistî û baş bin, serokê Kurdistanê jî li avraziyekê bi zehmet hat ser deshelatê û li gor daxwaza miletekî hat helbijartin, wî gelek xem û zehmet kişandine taku gehiştiye vê radê, ez pir dilşadim ku bi vî awayî Kurdistan zû ber pêş diçe, raste gelek xanî û avahî tên dirust kirin lê ta niha bawernama xwêndkarên Kurd li derveyî Kurdistanê nayê qebûl kirin, di her biyavekê de mirov xebatê bike wê pêşde biçe, tiştên pir baştir ji avahiyan hene hîvîdarim li şûna avahiyan kargehên mezin werin sazkirin.
Gulan: tu di dîrûkê de yekemîn hunermendî ku mîdaliya Barzanî yê nemir werdigrî, hesta te çawa ye?
Şivan Perwer: dema mirov dibêje Barzanî, gelek curên barzanî yan hene, lê Mela Mistefa tiştekê ji hemûyan cudaye, ew li ser şopa dêrîn a Şêx Ehmed barzanî berdewam bû, miletê Kurd pişta Barzaniyê nemir berneda û pêşmerge hêzeka pir bişanazî bû, Barzanî li şer û şûrên dijî dîktatorî hertim tevî pêşmergeyan bû û jê ve nêzîk bû, mîdaliya Barzanî bi destê kek Mes'ûd ji min re şanaziyek pir mezinebû, ku ez hunermendekê Bakûr im, min hemû hêz û şiyanên xwe dan Başûr taku hatiye azad kirin, herdem ez di wê hizrê dame ku bizanim li Xaneqîn û Kerkûk û Duhok û hemû bajarên din çi rûdide, ez hertim xizmeta Kurdistanê dikim bitaybet di biyavê hunerê sirûdê û marşê û sitranê de, daku doz û nav û dengê Kurdistanê bighe hemû dunyayê, ji ber ku Kurdistan pir mezin e û li cem min dunyaye, hêvîdarim perlemana Kurdistanê gelek giringiyê bi xwendinê bide û xwêndkarên Kurdistana Îran û Sûrya û turkiyayê li vir bixwînin û bi bawernamên mezin vê ji bo bajar û deverên xwe vegerînin, wê demê dê Kurdayetî belavtirbibe û roşenbîriya Kurdan dê pirtir be û dê Kurdistan ji bo parçên din jî bibe xwêndingeheka temam, ez nabêjim bila li Kurdistanê çekî bidin xwêndkaran ez dibêjim bila li Kurdistanê qelem û pirtûk bi xwêndekaran din, min gelek xelat wergirtine lê mîdaliya Barzaniyê nemir di jiyana min de mezintirîn xelat bû ku min di nava vê parça Kurdistanê de wergirtî....
Gulan: çawa li rêbaza Barzaniyê Nemir temaşedikî?
Şivan Perwer: li sala 1945-1946 an rojnamevanekî Faris li welatê xwe bi çavekê tebayî temaşeyî şerê di navbera Faris û komara Mihabadê de dike û dinivsîne, wê demê Şêx Ehmedê Barzanî parastina namûsa mal û zarokên Kurdan bi stuyê xwe ve digire û ji aliyekî Îran û ji aliyê din jî Turkiya û Îraq lê dide, paş wê jî Barzaniyê Nemir tev pêşmerge her li ser xebatê ma berdewam û çek danexist, lewra Qazî Muhemed alayê kuristanê dide dest barzanî, ew jî her li ser şerî berdewam bû ta gehiştiye Rusiya, gelek bi zehmet e mirov bas bike giriya mirovî tê (li vir êstir bi çavên Şivan Perwer ketin) raste îro hikûmeta herêma Kurdistanê di vê parça azad de dirust bûye, ev hemû bi hêza milên pêşmergeyî peydabûye, pêşmerge tim şoreş dikirin, nabe ew rojên nexweş yên zilim û zordariya dijminan were ji bîrkirin, gereke nivşê îro rêzê li wan rojan bigirin.
Gulan: hesta te çiye wek hunermendek çend cara tu vegerî Kurdistanê serok Barzanî pêşwaziyek gerim li te dike?
Şivan Perwer: raste ez hunermendim lê ez xwandevanim jî û pir ji xwêndinê hezdikim, ez bi rêya hunerî xebata siyasî dikim, huner dikare bandûrê li hemû kesan bike, eger behsa azadî û serxwebûnê bikî bizane wê çilo bi hunerî derbirî, kek Mes'ûd dizane ez çi dibêjim ji hestê min famdike û gelek rêzê li min û kesên mîna min digire, gelek keyfa min jî jêre tê û pir ji kesatiya wî hezdikim ku di çerxekê modêrin de dijî, Kilînton jî di dema xwe de ji (Pirêzind Siyaxo Pîroz) Maykil Cakson re got ez bi siyasetê xizmeta Emrîka dikim tu jî bi hunerî xizmeta Emrîka dikî, serokê modêrin û têgehiştî weha dibêje, kek Mes'ûd jî weha hizir dike û gelek giringiyê bihunerî dide, huner ruha miletiye, pir kes dibêjin dema em pêşmerge bi rêtm û awaza (wahatin pêşmergê me) em ber bi pêşvediçûn, lewra ez dibêjim huner bandûrek mezin li ser wletan heye.
Gulan: nasyariya te tevî cenabê serok ji kengî ve ye?
Şivan Perwer: li sala 1985 ê li Viyena bû, cenabê serok hate Viyenayê û peywendî bi min kir, wî demî ez li Almaniya bûm, ji min re got ez dixwazim te bibînim, tu dikarî werî cem min, min jî ji wî re got ser çava ez ê werim cem te, min pir dixwast bibînim, ez çûm Viyena û du rojan ez pê re mam û me gelek axaftin û suhbetên xweş kirin, min dî ku kesekê pir baş û neteweyi û têgehiştiye, gelek keyfa min pê hat, her ji wê rojê ta niha têkeliya me berdewam e.
Gulan: dema tu vedigerî Kurdistanê tu seredana mezarê Nemiran dikî?
Şivan Perwer: her carekê ez têm Kurdistanê heger min derfet hebe ez diçim ser mezarê Nemiran, ez çend diçime seredana mezarê nemiran wiha hizir dikim ez seredana ruha xwe dikim çûnkî kesatiyên azadî xwazên miletekî li wêrê arambûne.
Gulan: ev demeke bizavên te yên hunerî kêm bûne, çima?
Şivan Perwer: (Şîler) helbestvanekî Almanî bû 15 salan xuya nebû û helbest nenivîsandin, ji wî pirskirin çima tu xuya nabî got (tu tişt di dil de nemaye îca dil dê raweste), çi di dilê min jî de nemaye û rawestaye, bo rewştê Kurdan her çi pêdivî bû min got, lê ez heznakim niha bêjim ji berku ez pirtir li ser pirsên siyasî û civakî sitrana dibêjim , min nêzîkî 200 sitranan hene her hemû siyasîne. ez dikarim niha jî sitrana bêjim stodyo heye û hemû tişt hene, lê dengê min wek caran nemaye û tendirustiya min jî ne baş e, pir hunermend hene taku di mirin her sitrana dibêjin hindî dengê mirovî yê temam be mirov her dê yê berdewam be, ez jî her dê yê berdewam bim eger min nikarî bêjim jî ez ê alîkariya hunermendan bikim, her çende dengê min jî wek caran nemaye lê ya giring ewe ku hesta mirov nemire.
Gulan: ta çi radê tu karî keltur û hunera Kurdî ji bo welatên din bidî naskirin?
Şivan Perwer: pirsa Kurdan li cîhanê pirseka siyasiye, lewra dema em li welatên cîhanê tevî hunermendên din beşdarî dibin, em nikarin bêjin em hunermendên wiha ne, em di bêjin em hunermendên başin di sitran gotinê de, hunermendekê Yonanî di konsêrtekê de basê Kurdan kiribû, wî xwast li Turkiya konsêrt bigêre Turkiya nehîşt û jê re got tu hevalê Ocelanî, hunermendên cîhanî jî di tirsin têkiliyê bi Kurd an re bikin. rewşa berjewendiya wan li cem wan giringe, lê min ji dunyayê hemûyê re bi serbilindî û wêrekî û dengekê dilêrane got ez heme û min xwe bi cîhanê re da naskirin, di vê alî de hevkariya min jî hat kirin.
Lê niha tiştê baş tê kirin hunera ruhî û îrfaniya miletê me tiştekê pir başe mîna Hesen Zîrek û Tahir Tewfîq û Tehsîn Teha.
Ev hemû bi birçîbûnê mirin û ta niha jî xelik her guhdariya wan dike. canê min ketiye nava Kurdistanê tu carî kes nikare rih û canê min ji nav Kurdistanê derbixe, ez gelekê dil germim di karên xwe de.
Gulan: sirûda (ey reqîb) te nûvekiriye û gotiye, tu dikarî bêjî çi cudahî li gel sitranên din hebû?
Şivan Perwer: her miletekî sirûdxênên xwe yên taybet hene, min gelek xebat kiriye, dema milet sirûda xwe got , wek mamosta hêmin dibêje ( ger çî tûşî renceroyî û hesret û derdim emin) ji dijminan natirsin.
Dema min ev sirûde dî min xwast bi zaravê kurmanciya jûrî bibêjim daku ew jî têbigehin.
Gulan: sitrana (kîne em) helbesta Ceger Xwîn e, gelo Cegerxwîn haydarbû dema te ev sitrane gotî, gelo çawa bû?
Şivan Perwer: Ceger Xwîn helbestvanekî mezin e û dîrokek baş jî heye, jiyê min 14 e sal bûn çi tişt nebû ez bêjim hemû tişt qedexe bû, cara yekê bû min sê dîwanên Ceger Xwîn ji cem xudê jê razî Kemal Badilî anîn, Kemal Badilî û Fayiq Bocak her duyan gelek xizmeta Başûr kiriye, paşê ez çûm Enqere, rehmetî Heme Reş Reşo govarek bi tîpên Latînî derdixst min jî şi'rên Ceger Xwîn jê re rastvedikirin.
Di malbata min de helbestên Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî li cem pismamekê min hebûn, wî ji min re digotin û min jî di nivîsandin, ew rêyek bû ji min re ku ez bi Kurdî binivîsim, sitrana (kîne em) bi xwe bi navê (kîme ez) bû min guhart û kire (kîne em) min heft sala li ser sitrana (kîne em) kar kir, wê demê serdemê Rap nebû li Emrîka digotin Şivan bavê Rap e, yekem car li sala 1972 ê min destpêkir û li sal 1979 ê temam bû, paşê Ceger Xwîn namek ji min re şand û nivîsandibû (min kaniyek dirust kir û te jî gemiyek lê derbazkir) û tê de supasiya min kir û gotibû gelek supasiya te dikim û serbilindim. paşî hate Siwîdê ez jî çûm cem wî.
Gulan: hunermend Marsêl Xelîfe di dîdareka taybet de dibêje (ez gelek bi hevaliniya Şivan Perwer ser bilindim) hesta te beramber wî çiye?
Şivan Perwer: Marsêl hevalekê minê pir başe taku sitran jî bi min gotiye, ez gelek pê xweşhalim, ew jî herweha bi nasîna min dilşad e. Ez hemû miletan wek birader dibînim, ez hez dikem hemû hunermendên wan miletan bihev re xebatê bikin, yekî din jî heye Felistîniye wî jî sitran bi min gotiye.
Gulan: te çimaye tu dixwezî bibêjî?
Şivan Perwer: di dawiyê de ez dibêjim me pêdivî bi welatekî serbest û serbixwe heye eger gendelî nemîne wê xizmetek baştir were kirin. Ez sipasiya kovara Gulan dikim her tiştekê we bivê ez di xizmet dame.
Silavên min ji bo hemû xelkê Kurdistanê hene.
Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî