• Sunday, 05 May 2024
logo

BILL GATES û MICROSOFT

BILL GATES û MICROSOFT
Bill Gates di sala 1955’an de li bajarê Seattle/DYA( Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatiye dinê.Bavê wî parêzer û diya wî jî mamoste ye.

Bill bi hevalê xwe Paul Allen ve di sala 1972’yan de şîrketa Traf of Data saz dike.Ev şîrket ji bo kontrolkirina pergalên trafîkê bername û nivîsbariyan çêdike.Şîrket di nava çend salan de 20 hezar dolar pere qazanc dike.Bill bi pêşniyara bavê xwe ji bo perwerdehiya Hiqûqê diçe Zanîngeha Harward’ê lê çend sal şûn de ji zanîngehê vediqete û bi hevalê xwe Paul Allen re li New Mexico’yê şîrketa Microsoft’ê saz dike.Şîrket dixwest ku ji bo kompîturên şexsî nivîsbariyên nû çêbike û di vî warî de xwe pêş bixe.

Microsoft di sala 1974’an de ji bo kompîturan zimanê BASIC’ê pêş dixe.Bi şîrketên wekî Altair,Apple Tandy,Commodore û General Elektric’ê ve peymanên berfireh îmze dike.Şîrket bi saya van peymanan pereyên mezin qazanc dike.Hem hejmara ofîsên xwe hem jî hejmara xebatkarên xwe zêde dike.Ev şîrketa herêmî êdî bibû şîrketeke navnetewî…Microsoft û Bill Gates roj bi roj mezin dibû di qada nivîsbarî û kompîturgeriyê de…


Şîrketa Seattle Computer Products (SCP) bala Microsoft’ê dikişîne.Ji ber ku şîrket ji bo kompîturan pergala DOS’Ê pêş xistiye.Bill Gates vê şîrketê dikire û bi vî awayî zimanê MS-DOS’ê çêdike.Piştî çekirina pergala MS-DOS’ê Microsoft di nava çend salan de rekoreke tîcarî dişkêne û pergala MS-DOS’ê 120 milyon nûsha difiroşe…

Serkeftina herî mezin bi çêkirina pergala Windows’ê tê.Di sala 1985’an de bi firotina pergala WINDOWS’ê cîroya şîrketê digihîje 36 milyar dolaran.Microsoft êdî bibû pawan û şîrketa herî mezin û

Bill Gates jî bibû merivê herî dewlemend…

Em biecibînin an jî neecibînin em dibînin ku dîroka kompîturên şexsî bi xebatên Microsoft’ê ve hatiye radeyekê.Microsoft heta niha van pergalan çêkiriye û xistiye xizmetê..

Windows 95
Windows 98
Windows 98 Second Edition
Windows ME
Windows 2000
Windows Server 2003
Windows XP
Windows Vista
Windows Server 2008
Windows 7
Microsoft Dynamics
Windows 8
Top