• Wednesday, 08 January 2025
logo

Serokwezîrê berê yê Sûriyê Riyaz Hîcab: Beşar Esed got me PKK gelek bikaraniye

Gulan Media January 6, 2025 Nûçe
Serokwezîrê berê yê Sûriyê Riyaz Hîcab: Beşar Esed got me PKK gelek bikaraniye

 Serokwezîrê berê yê Sûriyê fermaneke Serokê berê yê Sûriyê yê derbarê PKKê de aşkera dike û behsa peywendiyên bihêz ên di navbera PKK û Beşar Esed de dike.

Riyaz Ferîd Hîcab ku sala 2012ê de demekî kurt serokwezîrê Sûriyê bû û berî wê jî wek wezîrê çandiniya Sûriyê kar kiribû di hevpeyvîneke televîzyonî de dibêje: ‘’Ez dixwazim behsa bûyeran bikin, ku ez bixwe jî şahidê hin bûyeranim û hêvîdarim xelkê me li Cizîr û Firat û li hemû Sûriyê guhdar bikin. Roja 21.07.2012ê Beşar Esed ferman da fermandariya yek a leşkerî û saziyên ewlehiyê, ku li navçeyên Cizîr a Sûriyê hemû binkeyên xwe vala bikin û hemû çekên xwe bidin PKKê.’’

Herwaha dibêje ku dema ji bo gotûbêjên derbarê wê biryarê de li gel Beşar Esed, em beşdarî civînekî bûn û ji wî pirsîn gelo çima ew pêgehên leşkerî û çekên giran û teqemenî bidin PKKê? Beşar Esed got: ‘’Ew hevpeymanê me ne û salên borî de jî me ew gelek bikaranîn. Naha jî pêwîstiya me bi PKKê heye ji bo ku şeqamên kurdî û şeqamên erebî em bikarin kontrol bikin.’’

Riyaz Hîcab got, cîgirê berê yê serokomarê Iraqê Farûq Şera û yek ji rêveberên payebilind ê Partiya Beis a Sûriyê Mihemed Seyîd Bixêtan şahidê wan gotinan.

Riyaz Ferîf Hîcab sala 1966ê li Dêrezorê li dayîkbûye, bawernameya doktora li endazyariya çandiniyê de wergirtiye û sala 2011ê wezîrê çandiniyê bû, piştra sala 2012ê meha Hezîranê de bû serokwezîrê Sûriyê û piştre di meha Tebaxê ya heman salê de beyanameyek hat derxistin ku ji peywira serokwezîr hatiye dûrxistin.

 

Basnews

Top