• Wednesday, 08 January 2025
logo

Mustafa Karasu bersiv da: Gelo PKK piştgiriyê dide pêngava Ocalan?

Gulan Media January 7, 2025 Nûçe
Mustafa Karasu bersiv da: Gelo PKK piştgiriyê dide pêngava Ocalan?

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu diyar kir ew dê piştgiriyê bidin hewldanên Abdullah Ocalan çimkî Ocalan 40 sal in çareseriyeke bê şer dixwaze.

Hevdîtinên heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê berdewam dikin û tê pêşbînîkirin ku piştî hevdîtinan heyet derbarê hevdîtinan daxuyaniyekê belav bike.

Li gorî agahiyan, piştî bi dawîbûna hevdîtinan heyet dê careke din biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bicive.

Mustafa Karasu tevlî bernameya Medya Haberê bû û behsa pêşhat û hevdîtinên pêvajoya çareseriyê kir.

Karasu diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 40 sal in dixwaza Pirsgirêka Kurdan ne bi rêya şer, bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

"Em piştgiriyê didin hewldanên rêberê xwe"

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Karasu diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin hewldanên Ocalan û got:

“Em piştgiriyê didin hewldanên rêberê xwe. Ji ber ku rêberê me her tim ji bo başiya gelan, ji bo berjewendiyên gelan hewl da.

Niha ev hevdîtina bi rêbertiyê re girîng e. Bê guman her kes li gorî xwe dinirxîne.

Rêbertî li wê derê çi dibêje? Dibêje, 'Paradîgmayek hatiye danîn. Ez dê piştgiriyê bidim vê paradîgmayê, ez tevlî dibim'.

Rêbertî dixwaze çi bibêje? Mebest ji paradîgmayê, em vê pirsgirêkê bêyî şer û tundiyê çareser bikin. Ne cara yekê ye ku vê dibêje. Çil sal in vê dibêje.

Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dê vî karî bimeşîne. Ji ber vê yekê dixwaze pêşiya vê pêvajoyê veke.”

“Divê Hevserokên DEM Partiyê tevlî heyetê bibin”

Mustafa Karasu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser endamên heyeta Îmraliyê û diyar kir ku divê hevserokên DEM Partiyê jî tevlî heyetê bibin.

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Karasu banga Devlet Bahçelî bi bîr xist û wiha got:

“Ju bo heyetê em vê yekê bibêjin. Heyeta heyî berê jî bi rêbertiyê re hevdîtin kiribû. Sirri Sureyya, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk jî di heyeta ku berê çûne Îmraliyê de bûn.

Ew jî dikarin tevlî bibin lê Devlet Bahçelî bangek kir. Bahçelî got, `Bila DEM Partî biçe Îmraliyê.`

Çima di nava heyetê de hevserokên DEM Partiyê nînin? Bi rastî jî çima cih nagirin?

Eger DEM Partî dê biçe, rêveberên DEM Partiyê hene. Bi qasî ku ez dizanim Sirri Sureyya Onder niha ne di nava rêveberiyê de ye.

Pervîn Buldan hevseroka HDPyê ye. Ahmet Turk jî hevşaredar e.

Dixwazim vê yekê bêjim bangek ji bo DEM Partiyê hat kirin. Hat gotin bila DEM Partî biçe Îmraliyê.

Çima hevserokên giştî yên DEM Partiyê di nava heyetê de nînin?

Herî kêm divê yek ji wan di nava heyetê de bûya. Bi rastî jî qet nebe ji bo em bêjin di wê heyetê de hevserokek heye.”

Li gorî gotina Mustafa Karasu di pêvajoya nû gavên erênî hene lê sistahiyek jî heye.

“Divê her kes piştgiriyê bide”

Karasu ji bo serkeftîbûna pêvajoyê banga piştgiriyê ji hemû aliyan kir û wiha got:

“Dixwazim vê mijarê bînim ziman.

Em dibêjin erênî ye lê sistahiyek heye. Belê, eger tê xwestin di çareseriya Pirsgirêka Kurd de gaveke demokratîk were avêtin, divê her kes piştgiriyê bide.

Helbet em dê piştgiriyê bidin. Ji bo hemû gotin û pêngavên ku ji aliyê Rêber Apo ve bên avêtin, em amade ne ku piştgiriyê bidin.

Ji aliyê me ve pirsgirêkek nîne lê belê em ti carî rastiya dewleta Tirk ji bîr nekin.

Em ji ber sedemên dîrokî vê yekê dibêjin.”

 

Rudaw

Top