YNKê rêxistinekî din a ser bi PKKê li Silêmaniyê daxist
Rêxistina ser bi PKKê ku kar û çalakî ji bo PKKê dikir li Silêmaniyê, ji aliyê hêzên ewlehiya YNKê ve hat daxistin û wê rêxistinê vê derbarê de daxuyaniyek belav kir.
Îro 06.01.2025ê hêzên ewlehiya YNKê li bajarê Silêmaniyê deriyê ‘’Rêxistina Nwêger’’ daxistin. Ew rêxistin di pênaseya xwe de wek çalakiyên rewşenbîrî û çandî ve xwe dinasand. Li gor dûvçûnên BasNewsê kar û çalakiyên wê rêxistinê ji sala 2020ê pêşangeha şêwekarî bo rêveberên PKKê li Silêmaniyê kiriye û Televîzyona Jin TV ya PKKê jî sponserê karên wan bûye û derveyî wê jî beşdariya çalakiyan dikir di xwepêşandan û nerazîbûnên PKKê yên li Silêmaniyê. Berpirsên wê rêxistinê rasterast peywendiya wan li gel Qendîlê hebûye.
Rêxistina Nwêger di daxuyaniyekî de dibêje: ‘’Grubeke çekdar a bi navê asayîşa Silêmaniyê, bê fermana dadwer û bê biryarekî nivîskî ya encûmena asayîşa herêmê, hatine ser binkeyê rêxistina me û binke daxistine û tabloya nasandina rêxistinê jî dirandine.’’
Herwaha dibêje: ‘’Mixabin piştî serdana me ya ji bo asayîşa Silêmaniyê û dûvçûna bi rêya parêzer û desteya koordînasyona rêxistina me, aşkera bûye ew reftarên asayîşa Silêmaniyê bi armanc bûye û li ser gumanên bê bingeh û bê belge ew karê kirêt ê neyasayî û neexlaqî encam dane.’’
Ji bo zanyariyên xwandevanan, heta naha asayîşa Silêmaniyê bersiva wan tometên nav beyanameya wê rêxistinê nedaye.
Roja 31.12.2024ê û çend rojên borî de YNKê binke û ofîsên kompanya û rêxistinên din ên ser bi PKKê li Silêmaniyê daxistin.
Derbarê daxistina wan binkeyan de herçend daxuyaniyekî fermî nehatibe belav kirin jî, lê ew pêngavên YNKê piştî hevdîtina roja 05.12.2024ê ya Qubad Talebanî û Balyozê Tirkiyê li Iraqê pêkhatin.
Basnews