• Wednesday, 08 January 2025
logo

Adil Baxewan: Nêçîrvan Barzanî rasterast bi Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê re diyalogê datîne

Gulan Media January 7, 2025 Nûçe
Adil Baxewan: Nêçîrvan Barzanî rasterast bi Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê re diyalogê datîne

Dr. Adil Baxewan diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo kêmbûna aloziya li herêmê bi Tirkiyeyê û Rojavayê Kurdistanê re di nava diyalogê de ye.

Serokê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Îraqê Adil Baxewan ragihand, Nêçîrvan Barzanî hewl dide aloziyên herêmê bi taybetî yên di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kêm bike.

Adil Baxewan behsa dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got:

“Serok Nêçîrvan Barzanî di heman demê de bi Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê re diaxive û dixwaze çek bê deng bibin."

Serokê Fransayê Emmanuel Macron doh di gotareke xwe de ji bo dîplomatkar û balyozên welatê xwe ragihand, "Em dê pişta şervanên Kurd bernedin û li hemberî wan bi wefa bin.”

Dr. Adil Baxewan ragihand, ew gotinên ku Serokê Fransayê ji bo balyozên welatê xwe kirine, ne tenê taybet in ji bo Rojavayê Kurdistanê her wiha ji bo Herêma Kurdistanê û pirsgirêka Kurdan a li Rojhilata Navîn jî taybet in.

Serokê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Îraqê bi bîr anî dema ku Amerîka ji Efxanistanê vekişiya, Macron hat Hewlêrê û got, "Eger Amerîka hevpeymanan biterikîne, ew wan naterikînin."

Adil Baxewan diyar kir, "Ev yek ji daxuyaniyên herî girîng e di dîroka dîplomasiya Kurdan de.

Eger Macron ew gotin li hemberî her kom û pêkhateyeke din ya Rojhilata Navîn bigota, tevahiya laşê dîplomasiya wê komê wekî şana hingiv diliviya da ku kar lê bike."

Serokê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Îraqê, behsa bandora Macron a li ser serokên cîhanê jî kir û behsa hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump kir.

Baxewan behsa diyaloga Trump û Nêçîrvan Barzanî kir û wiha got:

“Serok Macron di dema vekirina Katedrala Notre Dameyê de li Parîsê mercên diyalogê di navbera Kak Nêçîrvan û Serok Trump de diafirîne.

Ev nîşaneya wê yekê ye ku Macron dixwaze rasterast bandore li ser biryarên Trump ên derbarê Rojava û Başûrê Kurdistanê deyne.”

Adil Baxewan di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola Nêçîrvan Barzanî ya di kêmkirina aloziyên herêmê de bi taybetî di navbera Tirkiye û hêzên HSDyê de kir û got:

"Li gorî ku ez agahdar im Serok Nêçîrvan Barzanî di heman demê de bi Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê re diaxive.

Li gorî ku ez agahdar im di pişt perdeyê de û bi aramî Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê diyaloga rasterast bi Tirkiye û HSDyê re datîne ji bo ku çekên wan bê deng bibin.

Ev rast ew daxwaz e ku Wezîrê Derve yê Fransayê jî anîbû ziman."

“Fransa dixwaze Kurd li Sûriyeyê bibin dînamîkeke stratejîk”

Li gorî Dr. Adil Baxewan, Fransa li ser sê astan li Rojavayê Kurdistanê kar dike, asta yekem yekîtiya mala Kurd e, asta duyem xurtkirina têkiliyên wê bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re ye.

Baxewan tekez kir ku Fransayê piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed pêşî bi şandeyek şand Şamê û û paşê Wezîrê Karên Derve şand û bi Ehmed Şer re civiya.

Baxewan da zanîn ku Fransa dixwaze bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re pirsgirêka Kurdan bîne rojevê û Kurdên Sûriyeyê di hikûmeta paşerojê de bibin dînamîkeke stratejîk û got:

"Fransa bi Washingtonê re jî kar dike da ku Donald Trump bide bawerkirin ku hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê venekişîne."

 

Rudaw

Top