• Wednesday, 08 January 2025
logo

Netenyahu: Eniya Îranê hîn heye û hêza wê ya destwerdanê jî heye

Gulan Media January 7, 2025 Nûçe
Netenyahu: Eniya Îranê hîn heye û hêza wê ya destwerdanê jî heye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ragehand, Îran wek metirsiya herî mezin a li ser Îsraîlê hîn hebûna wê berdewame û çi rasterast bixwe be an jî bi rêya wekîlên wê ve be ew metirsî berdewame.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu diyar kir Îsraîlê pêwîstî bi amadekariyê ye ji bo rûbirûbûna wan gef û metirsiyên ku derkevin pêş û diyar kir, eniya ku rejîma Îranê ve girêdayî hîn hebûna wê heye û pêwîste rê lê bê girtin.

Netenyahu diyar kir: ‘’Rojhilata Navîn şahidê qonaxeke guhertinên bingehîne, Îran jî metirsiya herî mezine li ser me û ew çi rasterast be yan jî çi bi rêya hêzên wê yên wekîl ve be. Me hewldanekî mezin daye ji bo lêdana wê eniyê, lê hîn hebûna wê berdewam dike, derveyî wan hêzên din ên bikevin nav vê qadê hîn hebûna wan berdewame.’’

 

Basnews

Top