Dîzaynerê Kurd ji dara çamê cilê bûkaniyê çêkir
Dîzaynerê Kurd Mehmet Kaymak li Amedê ji bo sersalê ji dara çamê cilên bûkanî çêkiriye.
Xwediyê dikanê Mehmet Kaymak ji bo pêşwazîkirina sala nû ji dara çamê du bûkaniyên balkêş dizayn kirine û bi mankenan dide nasîn.
Ev dîzaynên ciyawaz hem ji bo bernameyên taybet in hem jî ji bo bûkan e.
Her wiha Kaymak diyar kir ku kesên ji xwe bawer û ji staylên ciyawaz hez dikin dikarin van dîzaynên wî li xwe bikin.
"Kostumekî gelek xweşik derket holê"
Dîzaynerê Kurd Mehmet Kaymak li ser berhemên xwe yên nû wiha axivî:
"Ez dîzayner im. 15 sal in li Amedê karê modayê û dîzayneriyê dikim.
Ez wekî Favorî Moda, Mezopotamya Moda û Nîşantaşı Moda sê cîhên min yên firotanê hene
Min vana ji 3-4 darên çêkirî berhem anî û dîzaynek waha min çêkir. Kostumekî gelek xweşik derket holê.
Di hefteyekê de min çêkirina vana xilas kir. Xebateke baş bû û du kostumên baş derketin holê. Ji ber wan jî ez gelekî bextewar im."
Her du mankenên ku bi xemlên sersalê hatine xemilandin jî wekî dara noelê diçilwilin û ew hemû ciyawazî û bedewiya bûkaniyên ji dara çamê li bejna xwe pêşan didin.
"Kesên bixwazin şahiyên xwe ciyawaztir bikin dikarin li xwe bikin"
Manken Nesrîna Bulutê li ser van dîzaynan wiha got:
Kesên ku bixwazin di rojên xwe yên taybet de kêf û şahiyên xwe ciyawaztir bikin dikarin vana li xwe bikin.
Ji bo min jî cerîbîneke ciyawaz bû li xwe kirina van cilan.
Dibe ku ji însanan re xerîb were lê dema meriv li xwe dike dikeve hundurê vana meriv kêfxweş dibe.
Hûn dikarin di şahiyên taybet de li xwe bikin. Di şûna ku meriv darekê bixemilîne meriv rûnê vana bixemilîne dê gelek xweş be."
"Di dewetan de wekî bûkanî jî pêkan e ku ev were lixwekirin"
Manken Umra Tariyê jî wiha anî ziman, "Yanî hem gelekî şiq e, hem rehet e hem jî ciyawaz e ev cil.
Di dewetan de wekî bûkanî jî pêkan e ku ev were lixwekirin. Her wiha di proje û bernameyên taybet de meriv dikare vana li xwe bike.
Min gelekî eciband. Hem rehet e,hem jî şiq û bedew e. Heke ez bizewicim an jî di vexwendinên taybet de ez jî dikarim harîtiyekê bikim tiştekî wiha li xwe bikim."
Dîzaynerê Kurd Mehmet Kaymak ku pêştir jî bi konseptên ciyawaz cilên bûkaniyê berhem anîbû dîbêje "Dîzaynên min gelekî balkêş in û heke daxwaz çêbe ez dikarim zêde zêde berhem bînim û bifroşim."
Rudaw