• Sunday, 05 May 2024
logo

Sibehên xeftanan

Sibehên xeftanan
Bo Zinarê Çelebî

Vê sibehê,

Stirana şewata Amûdê ya ji kevirên reş,

Li paytextên mirinê berhev dikim..

Havîna dilê te bi bîna gulhinaran hênik dikim..

Her kes li pey şopa êşa xwe lingên qederê ji bîr dike,

Her kes li pey şopa hevdîtinê

çavên xwe bi kêrên bêrîkirinê kil dike,

Her kes li pey şopa kulîlkên dilê xwe, evînên xwe xilmaş dike,

Em ji li pey şopa kiras û xeftanên dayikên xwe,

Stêrkên birînê,

Di esmanê xewnê de duçurisînin..

Di kêlên miriyan de vêdixînin..



Vê sibehê,

Serê xwe datînim ser çoga te

Da tu çîroka (Siyamendê Silîvî) ji min re bibêjî!

Da tu rondikên bêrîkirina xwe bi ser hinarkên min de birêjî!

Da tu giyanê min, ji nav lepên tarstanê,

Ber bi ronahiyê ve bikêşî!

Bila ez bişewitim

Lê bila tu,

li jiyanê, bi qasî serê derziyê, neêşî!



EVÎNA TE..

Nexşeya te ji ber çavên min dizîn

Agirê maça te ji ser lêvên min dizîn

Ji hestên min ferhenga zimanê te dizîn,

Ji buhara min keskesora kenê te dizîn

Ji sibeha min xunava gizinga te dizîn

Ji êvara min tavsorka asoyên te dizîn

Ji guhên min ritm û newaya navê te dizîn

Lê dikin û nakin…,

Nikarin evîna te ji dilê min bidizin.



Vê sibehê,

Di nav destên min de,

Di dojeha hestên min de,

Lêvên çîrokbêjên te dilerizin,

Stiranên te yên kevnar li ser zimanê min hişîn dibin,

Di sînorê dilê min de bombeya bêdengiya te diteqe,

Giriyê te çavên min dorpêç dike,

Çavên min dagîr dike,

Kenê te di parsûyên min de diqirçe,

Vê sibehê,

Ez baran im tu ax î..

Ez gulbero me tu bax î...

Ez derî me tu tax î..

Ez mirî me tu sax î..



25.05.2012
Top