Sibehên Mazlûman
July 24, 2011
Gotar û Nerîn
Bila Mezlûmê min jî dilê xwe yê kesk li ser keviya bêrîkirinê bihêle,
bila Munzurê di xuşîna xwîna xwe de hînî xuşînê bike,
bila ji dayikên çiyayên bîrtûj re sirûda leylanan li pey xwe kuştî bihêle,
bila ber bi goristana dilê min ve wek ku mirin aniha ji dayik dibe,
biherike,
bixuşe,
bigurme
û bila xatir jî hetahetayê ji Amedê nexwaze..
Vê sibehê,
Bi hezaran şehîdên te di goristana sînga xwe de vedişêrim welato!
Çiyayên te yên reşegirêdayî,
êşên te yên ji serdemên pêximberan,
sosretên te yên ji pirtûkên xwedawendan
û xwîna te ya ku ji çavên dîrokê diherike ji zarokên xwe re dibêjim..
tu di daristana lêvên me de şengebî yî
tu di deryaçeya birîna me de kelek î
tu di barana xewna me de welato qeder û felek î.
Mazlûmê mino!
Îro, tu diçî mêvandariya xweşmêrên mezin ên doza mezin. Tu diçî mêvandariya Mazlûmên mezin û Egîdên mezin û Bêrîtanên mezin û Melekên mezin û Delîlayên mezin, tu diçî welatê şehîdên mezin!
Ji bîr neke tu ji Amedê re bibêjî Mazlûmê mino!
Ez ê bi ewrên azadiyê re vegerim û bi ser biskên te yên zêrîn de bibarim Ameda minê!
Vê sibehê,
Zelal zelal,
tenik tenik,
ji birîna te ber bi darêjgehên bîranînan ve diherikim,
Xwe ji zenga lepên qederê rizgar dikim,
Xwe di gulistanên hinarkên te de, wek pirsekê, vedişêrim.
Xwîna xwe ya sor tevlî xwîna te ya şîn dikim,
Xewna xwe di çavên te de dilorînim,
Û keriyên peyvên xwe yên birçî
Li deştên sînga te diçêrînim...
Vê sibehê,
Nexşeya te ya ji keskesorê di çavên azadiyê de dikene,
Dergehên şewatan li pey hilatina çîrokên te,
li pey pêlvedanên gulava zimanê te,
li pey bîra xwînê digirim
û mûmên evîna te bi agirê giyanê xwe vedixînim.
Di xewna te de tembîname me, dişewitim..
Li ser lêvên te bajarekî ji tovên qederê me..
Di nav destên te de jî bagera bê armanc im.
London
14. 07. 2011