• Thursday, 02 May 2024
logo

Destên Mazlûm Erencî

Destên Mazlûm Erencî
Destên te yên ku ji Kurdistanê re digotin em nişteciyên dilê Ehmedê Huseynî ne,
destên ku bi aramî dihatin û ewrên çavên min ji rondikan didizîn, destên ku mîxên peyvê di nermika destên min de dikolan, destên ku ji çarrengiya bazinan nediwestiyan, destên ku dihatin û konên spî bi ser bajarên şînîhilgir vedigirtin, destên ku dergehên şîn ên birînê bi pey velerzîna rengvedana min de digirtin, destên ku li Dêrsimê çîrokên herikînê ji neviyên Munzurê re digotin, destên ku di şeva hicranê de guhanên mêrxasiyê didotin, destên ku di kolanên wan de; bageran û qederan li vedenga şevistanan dipirsîn, destên ku li ser pencereyên xatirxwestinê bi tava rojê re diçurusîn, destên ku ji xewnên Amedê ber bi sînga dayikan ve direviyan, yên ku di daristanên şewatê de bi agirê xwe dikeniyan, yên ku bi meya çiyayan sermest û ji ser hişên xwe diçûn, yên ku di reh û damarên kurdistanê de li xwîna xwe ewle nedibûn, destên ku di stirana min de dimirin û di xweliya cendekê min de ji dayik dibûn,
Destên te Mezlûmê mino!!
Du kelek in,
Ji pêlên jiyana min re dastana avê dibêjin..
Destên te hezar çûk in
Ji bîşengan, ji gupîtkên renckêşanan, ji xuşîna dar û baxan didexisin..
Destên te
Geh piling in
Narincok in
Pêdarî ne,
Ger bixwazin
Du kevok in..
Di hêlîna harmoniya hilma min de niştecî ne...
Destên te Mezlûmê mino...!
Li ser devê şûr û kêran wek dilêran,
bi ayetên çîveçîvê direqisin..
Destên te du birûsk in
Li asoyên vî welatî ji reşeewran dipijiqin,
Destên te çi mermer in,
li dûrgehan, li havîngehan çi elind in, çi dibiriqin..?
Destên te ne dest bûn, ne mirin bûn, ne jiyan bûn, ne sîber bûn, ne guman bûn, ne li vir bûn
ne li wir bûn,
ne jî ax û ne kevir bûn,
ne nîşan bûn,
ne dîwar bûn,
ne helbest û ne darbest û ne mebest bûn,
destên te diyarî bûn,
rengxwelî bûn,
neverok bûn,
ji bo jînê du cewher bûn...
Tu ber bi min ve, wekî stêrkeke rijiyayî dihatî,
Çeper bi çeper, delke bi delke, kemîn bi kemîn,
xwe di ser çemê xwîna kewan re çeng dikî,
Kurdistanê hînî qebqeba şevdêriyan dikî,
Û berê vê qublenameyê didî şkeftên êşa min!
destên xwe têxe gewriya dilbijîna min
balgeha min a ji kêferatê ji xwe re bibe
jehrê têxe qehweya min
kavilan û talanê bike para ritm û newaya min
gora min di axa tembînameyê de bikole
bêhûdeyiya mirinan bi hawarên min helal bike
kelehên nêrgizan di laşê min de ava bike
çenteyê xwe bi axînên min dagire
li ser keviya hevdîtinê, hestên xwe ragire
min bike bavê bahoza xwe
tofana min ji xwe re bibe
di navbera min û xwe de cihê mirinê xweş bike
Welatekî li derveyî bindestiyê ji me re bibîne
Serhişkiya çiyayan ji bîr bike
Darbesta azadiyê ji ser milên min û xwe bavêje
Firişteyan fêrî kenê xwe bike
Ji ava Firatê vexwe
Nanê Dicleyê bixwe
Û Munzurê di kurtepista hevdîtinê de bixeniqîne...
da ku ev şev bargeha te be
da ku kenê te sêdara min be
Were cendekê berbangê radestî Seyid Riza bike
Were da ku kefenê Elî Şêrî buhara min be
Destên xwe dirêj bike, ji karwanan re bibêje westana xwe li ser milên min bi cih bihêlin û berên xwe bidin banga gulan û nalîna nexşeyan û dîroka qehremanên ji bageran..
Şûrên xwe ji kalanan veweşîne û ji nêrgizên xwîna min re helkehelka xweşmêran li pey xwe kuştî bihêle..
Pêlan ji nav destên xwe ber bi Çemîşgezekê ve vehinêre û dengê avê di jena dilê xwe de biguncîne,
Û di nav destên şevê de destên xwe
Zelal û bêguneh bihêle,
Min baskên te li ser devê sînoran didîtin
Di asoyan de nameyên te difiriyan
Sûlavên ûmîdan ji lêvên te dipêliyan
Û di bînahiya çavên te de jî welatekî ji goristanan, kevir bi kevir, axîn bi axîn, dayik bi dayik, çurisîn bi çurisîn, peyv bi peyv, bang bi bang ava dibû...
Destên xwe ji nav destên Pilemurê birevîne,
Xozat û Qişleyê di dengê xwe yê birîndar de, di hêminiya şevan de bigurmîne, dilê xwe ji sîwarên azadiyê re veke,
Û xewna xwe dûbare bike
Min jî dûbare bike
Bahozan jî
Herikîna xwînê jî
Mirina helbestan jî dûbare bike
Û di ronahiya destên xwe li Kurdistanê binêre çawan kirasê xwe yê sor ji te re li ba dike.

London
05. 07. 2011
Top