• Saturday, 04 May 2024
logo

Toleransa karbidestên tirk nîne

Toleransa karbidestên tirk nîne
Kurdistaniyên hêja!
Em hema dest ji hemû mafên neteweyî, serxwebûn, federasyon, mafên xwezayî, mirovayî û mafên daxwaza ziman û hindikayî berdin. Tenê di welatekî de gava þêniyên wî welatî çi li Rojhilat, çi li Rojava, çi li Baþûr û çi jî li Bakur di nava sînorên wî welatî de dijîn û bacê ango vêrgiyê bidin, wek hemwelatî hemû berpirsiyariyên xwe bînin bi cîh di wî welatî de herî kêm mafê wî/wê yê hilbijartina nûnerên herêma xwe heye û ti hêz û quwet nikare li pêþiyê derê. Bi çi dek û dolaban dibe bila bibe, li dij derketina vî mafî ne li gorî normên qada Navneteweyî ye. Ev kotek û zoriyan karbidestên Tirke li hemberî Kurdan. Niha rê li 12 namzetên Kurdan yên serbixwe hate girtin ku ew beþdarî hilbijartinan nebin. Ev provakasyon e. Jixwe ji niha de Kurdistan û Tirkiye tevlihev bû.

Gelo di cîhanê de neyarekî wek karbidestên Tirk heye, ku miletekî wek miletê Kurd ewqas binpê bike, bi qedera wî, bi þeref û hisyeta wî bilîze. Em Kurd ji her kesî bêtir baþ dizanin, ku karbidestên Tirk heya niha çi û çiqas zilm anîne serê Kurdan.

Bi rastî meriv gava bi aqilê selîm vê dijminahiya karbidestên Tirk baþ analîz bike, têde dibîne, ku mantiqên wan nayê guhertin û ewê ti demê jî ji ya xwe neyên xwarê. Çimkî karbidestên Tirk bê hed û hêsab li ser xelkê xerabî kirine û ew xwe þefên Kurdan dibînin. Cewhera ku karbidestên Tirk bi xweþbînî ango bi tolerans tevbigerin nîne. Çimkî ew dizanin, ku ew nikarin hemû zilimkariya xwe tamîr bikin û xwe jê biþon, bi siyaseteke bi þefaf tevbigerin. Çimkî mentalîte ango kevneþopiya talankerî û tar û mariya wan dest nade.

Analîza li jor rewþa karbidestên Tirk baþ dide ber çavên me. Niha di rastiyê de êdî pirsgirêk kêmasiyên Kurdan e. Neyarê ku bîhna mirov biçiqîne nabe ku mirov hê jî ji wî neyarî rihmê bixweze. Çi li hêsabê vî neyarî were wî dike. Tiþta ku li hêsabê karbidestên Tirk were wek pêþiyên me dibêjin ew “kevirê aþ bi mû da dikin, di ser serê me da dikin” Keda Kurdan bûye kedeke bersîs. Jixwe tiþta ku min birîndar dike, diêþîne ev e. Rewþ ewqas zelale, lê Kurdên Bakur hê jî çareseriyê di parlamena Tirk de dibînin. Ezê dîsa bi gotineke pêþiyên me bersiv bidim. “þelê li halê kevir giryabû” Karbidestên Tirk hê ti pirsgirêkên xwe çareser nekirine, dê çawa pirsgirêkên Kurdan çareser bikin?

Heger Kurdên Bakur çareseryê ji bo Kurd û Kurdistanê dixwezin, divêt bi yek dengî daxwaza serxwebûna Kurdistanê bilind bikin û roja 23. Nîsanê peykerê Mustafa Kemal hilweþînin, ji Kurdistanê xalî bikin. Belkû bûyereke wisa bibe destpêka azadiya Kurdistanê.
Top