• Saturday, 04 May 2024
logo

Destên Xalid Sofî

Destên Xalid Sofî
Destên ku dest davêjin gurzên êşê, gulwazên kavilan û destên ku bi dastanên evîna serjêkirî destnimêj digirin, destên ku ji dûr ve bi pêlên tozê re tên û bi zimanê dûrgehan dipeyivin û di dûrahiyê de xilmaş û nebedî dibin û destên ku rexên dûr ber bi tîna navan de, birînên bîranînan de, nalînên bajaran û axînkêşana stiranan ve nêzîk dikin; ew dest, min di sîberên xwe de diparêzin û çîrokên min bi damarên xwe ve didirûn.

Li rûyê te yê ji singoyan tirsiyayî dinêrim, li barana ku dilop bi dilop ji tiliyên te dibare dinêrim, perdeyên xewnê ji ber çavên te didim alî, destên xatirxwestinê di nav destê te de radixînim, baskên efsabeyê bi ser dengê te de vedigirim, gustîlka te ji ber çavên har ên bagerê vedişêrim û di pêşwaziya Melayê Cizîrî de, çavên te, bi kil û kulên helbestan, dixemilînim.

Destên xwe, hestên xwe, mebest û darbest û şevpestên xwe bibijîne mîrnişîniyên tawan û reşekujiyê, gerdeniya eşqê li gerdena camîn a Botanê vegerîne!
Li ser eniya dînbûna min; navê dengbêjên xwe, kerî û bargehên xwe, sirûd û talanên xwe, dîrok û komkujiyên xwe, sînor û kaniyên xwîna xwe, xweşmêrên kolan û siwarên hişê xwe, çûk û kevokên lawik û payizokên xwe, tênahî û terkên axa dilê xwe, bi pênûsa reşebayan, binivîsîne!

Ji min re bibêje kîjan dilê te ji xuşîna baranê hez dike?
Ji min re bibêje kîjan destê te dixwaze di labîrênta mijê de wenda bibe?
Ji min re bibêje kîjan gava te ber bi razên pirtûka bîranînê ve sernişîv dibe?
Ji min re bibêje kîjan volkana poşmaniyê li ser lêvên te yên ji beybûnan diteqe?
Ji min re bibêje kîjan ewr e yê di nav destên min û te de dimire?
Bibêje ” Dil yek e dê eşqî yek bit aşiqan yek yarî bes”

Dûr nekeve, mîna rojgarê tûre nebe, ji hîveronê nexeyide, ronahiyê delalî bike, pêlên hesretê rawestîne, çenteyên seferê amade bike, toza Kobaniyê ji ser cilên xwe daweşîne, bila dilê heyvê bi te neşewite, pênûsa dojehê bişikîne, têlên tenbûrê bijdîne, firişteyan li dora xwe kom bike, darên bîranînan bi ser pêlên mûzîkê de biçemîne û tîra kevanê xwe wek maçekê di ferhenga xwîna min de daçikîne!!

Di dawiya şevê de destên te mîna çirayên rastiyê di hişê min de vêdiketin.
Min hemî pasvanên bêzariya xwe, hemî saw û velerzîn û sawîrên bêdengiya xwe, hemî hesp û nêçîrvan û qebqebên kewên tenhatiya xwe; li çêregehên dengê te dihiştin û ji nû ve li ser lêvên evînê şîn dihatim.
Di nav destên te de ji desthilanîn diketim,
Û li ser çiqulên awirên Rono, wek minareyên Amûdê, dipişkivîm.
Top