• Friday, 26 April 2024
logo

Kerkûk – Kesekî birayê xwe kuşt

Kerkûk – Kesekî birayê xwe kuşt
Şeva borî li bajarê Kerkûkê kesekî bi 4 guleyan birayê xwe kuşt û hîn sedemê bûyerê nayê zanîn.

Rêveberê binkeyê polîsê Domîz a bajarê Kerkûkê Eqîd Yusif Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li kafeteryayekî li taxa Rizgarî (Hurriye) ya bajarê Kerkûkê, kesekî birayê xwe yê bi navê Karwan Mam Yusif bi çar fîşekan kuşt.’’

Herwaha got: ‘’Hîn sedemê kuştina wî kesî ji aliyê birayê xwe ve nayê zanîn û polîs dest bi lêkolînê kiriye.’’

Çavkaniyekî agahdar ji bûyerê jî ji BasNewsê re ragehand, ew kesê ku birayê xwe kuştiye, çûye nav kafeteryayê û ji wan kesan re gotiye ku nav kafeteryayê bûne, zû kafeteryayê vala bikin û ciwanan jî vala kiriye û tenê gule berdane birayê xwe û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.

Basnews
Top