• Sunday, 05 May 2024
logo

Dilşad Şehab: Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re di berjewendiya Kurdistanê de ne

Gulan Media April 25, 2024 Nûçe
Dilşad Şehab: Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re di berjewendiya Kurdistanê de ne

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Hewlêrê wekî pêşhateke girîng nirxand û diyar kir ku başkirina pêwendiyan a bi Tirkiyeyê re di berjewendiya Kurdistanê de ye.

Şandeyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê îro li Hewlêra paytext serdana Eniya Tirkmenî ya Îraqê kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab piştî hevdîtinê ji çapemeniyê re axivî.

Dilşad Şehab li ser serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Îraq û Herêma Kurdistanê, di rojên pêş de serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê, hinardekirina petrola Kurdistanê û pêvajoya hilbijartinan bersiva pirsên rojnamegeran da.

Dilşad Şehab diyar kir ku nakokiyên siyasî derbeyên yasayî û siyasî li Herêma Kurdistanê xistine û got, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan bi hemû aliyên siyasî re di pêwendiyê de ye.

Şehab da zanîn ku nakokiyên di qanûna hilbijartinan de zerer daye Herêma Kurdistanê û anî ziman:

“Em dibêjin ku hebûna parlamentoya ku bi rastî nûnertiya gel bike, ji hemû pirsgirêkan girîngtir e.

Serok Nêçîrvan Barzanî hertim tekezî li ser wê yekê dike ku nabe valahiya siyasî li Kurdistanê çêbe.”

Şehab serdana Erdogan a piştî 13 salan a Bexda û Hewlêrê jî nirxand û got:

“Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re xwedî gelek berjewendiyên hevpar e. Parastina sînorên di navbera me de armanceke hevpar e.

Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Hewlêrê pêşhateke girîng e. Başkirina pêwendiyan a bi Tirkiyeyê re di berjewendiya Kurdistanê de ye.”

Ji 25ê Adara 2023yan ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin.

Berî ku hinardekirina petrola Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê ve were rawestandin, rojane 450 hezar bermîl petrol bi rêya Tirkiyeyê dihat hinardekirin.

Şehab diyar kir ku di demeke nêzîk de Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike û got:

“Di serdana xwe ya Bexdayê de dê Serokê Herêma Kurdistanê bi Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re bicive.

Nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê zererê dide hemû Kurdistanê û civakê.”

Top