• Saturday, 18 May 2024
logo

‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Brukselê bû’

‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Brukselê bû’

Rêveberê Rêxistina Çavê diyar kir ku rewşa Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Brukselê bû.

Li Swîsreyê 30ê meha borî 8emîn Konferansa Brukselê ya li ser rewşa Sûriyeyê hat lidarxistin.

Beşdarekî konferansê da zanîn ku rewşa Rojavayê Kurdistanê û penaberên Sûriyeyê du mijarên konferansê bûn.

Rêveberê Rêxistina Çavê Farûq Hacî Mistefa li Brukselê ji Rûdawê re got:

“Pirsa Sûriyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê yek ji pirsên sereke ye lê ne bi awayê ku Amerîka û Rûsya li ser dixebitin.

Bi giştî Sûriye ne mijareke siyasî ya germ e ji bo Ewropayê lê zêdetir mafên mirovan, tevgera sivîl û mijûlbûna bi mafên penaberiyê yên Sûriyeyiyan ji bo welatên Ewropayê balê dikişîne.”

Rêveberê Rêxistina Çavê Farûq Hacî Mistefa diyar kir ku mijarên sereke yên konferansê rewşa Rojavayê Kurdistanê û penaberên Sûriyeyî bû û got:

“Hemû welatên Rojava, Rûsya, welatên endamên Komkara Erebî û heta desthilata Sûriyeyê jî dizanin ku Pirsa Kurd pirsgirêkeke sereke ye û heta ku ev neyê çareserkirin, demokrasî pêk nayê.”

Rêveberê Rêxistina Çavê Farûq Hacî Mistefa li ser Kurdan anî ziman:

“Girîng e ku Pirsa Kurd tenê bi perwerdeya bi zimanê dayîkê û mijarên wekî rêveberiya şaredariyê nemîne, divê Kurd li Sûriyeyê di navenda biryardanê de bin.”

"Hêzên nû hatin avakirin"

Farûq Hacî Mistefa da zanîn ku Pirsa Kurd bi berdewamî di rojeva konferansê de ye û anî ziman:

“Lê pirsgirêk ew e ku berpirsyariya konferansê ne tenê li ser milê welatekî ye ku biryarê li ser bide.

Berpirsyarî li ser hemû welatên ku di pirsa Sûriyeyê de beşdar in e, heta rêjîma Esed û em jî di nav de.”

Kanûna Paşîna 2015an biryara Encûmena Asayîşa Navneteweyî ya bi hejmara 2254an hat qebûlkirin.

Ew biryar nexşerêyekê ji bo çareseriya siyasî û aştiyane ya aloziya Sûriyeyê di nav xwe dihewîne, daxwaza agirbestê, çareseriya siyasî, destûreke nû û hilbijartinên paqij ji bo Sûriyeyê dike.

Farûq Hacî Mistefa diyar kir ku gelek guherîn di pirsa Sûriyeyê de çêbûne anî ziman:

“Rejîm êdî ne wekî berê ye. Mixalefeta Sûriyeyê jî guherî.

Hêzên nû hatin avakirin û 3 hikûmet li Sûriyeyê hene.

Lewra biryar ne li gorî rewşa niha ya Sûriyeyê ye.”

Farûq Hacî Mistefa herwiha got:

“Biryarên ku li ser Sûriyeyê hatine standin hevsengiyê di navbera hemû welatên ku di pirsa Sûriyeyê de beşdar in biparêze.

Ji ber vê yekê baş e ku kar li ser biryara 2254 were kirin ango destûreke nû were nivîsandin û hilbijartin li gorî destûra nû werinb kirin.

Heger wisa nebe biryareke din nikare serkeftinê bi xwe re bîne.”

Di 2 salên borî de, hin welatên endamê Komkara Erebî pêwendiyên xwe bi Hikûmeta Sûriyeyê re asayî kirine.

Farûq Hacî Mistefa li ser vê yekê jî got:

“Hemû welatên ku hewl didin pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re asayî bikin, pêwendiyên xwe li ser bingeha biryara 2254 bi rê xistine.”

 

Rudaw

Top