• Sunday, 05 May 2024
logo

Erdogan çi xwest, Îraqê çi dayê?

Gulan Media April 25, 2024 Nûçe
Erdogan çi xwest, Îraqê çi dayê?

 Fehîm Taştekîn got, “Îraqî naxwazin pêwendiyên xwe û PKKyê bi carekê re bikin pêwendiyên dijminatiyê.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî 13 salan, 22yê vê mehê çûbû Bexdayê û paşê jî hatibû Hewlêrê.

Rojnameger Fehîm Taştekîn di nivîsa ya da di gazeteduvaRê de behsa serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê kir.

Taştekîn amaje pê kir, “Li gorî Îraqiyan, dema Tirkiyeyê pirsgirêka xwe ya pirsa Kurd çareser kir dê meseleya PKKyê jî safî bibe.”

“Ji bo şerekî mezin amadehiyan dike”

Fehîm Taştekîn got, “Li ber çavan e ku Erdogan ji bo şerekî mezin hem amadehiya leşkerî hem jî ya derûnî dike lê ne diyar e bê ma dê piştre çi bike.”

Li gorî Taştekîn, “Erdogan dixwest Îraqê jî tevî şerê xwe û PKKyê bike û Îraqê hinek tişt xistine tûrikê wî lê tevlîbûna şer ne yek ji wan tiştan e” û berdewam kir:

“Hikûmeta Îraqê helwesta xwe ya li beramberî şer nîşan da û behsa yê yekê kir ku statuya penaberên siyasî bidin endamên PKKyê. Ev, cudahiyên Bexda û Enqereyê piştrast dike.”

Fehîm Taştekîn da zanîn ku herêmeke tampon a 30 kîlometreyî jî di nav planên Tirkiyeyê yên leşkerî de heye û ji bo ku van bi Îraqê bide qebûlkirin “av, petrol û Projeya Rêya Bipêşketinê” bi kar anîn.

“Rêya Bipêşketinê wekî mertalekî ewlehiyê dîzayn dike”

Taştekîn diyar kir ku Erdogan Projeya Rêya Bipêşketinê wekî mertalekî ewlehiyê dîzayn dike û aliyekî vê projeyê kontrola Kurdistanê ya li ser herêmê jî kêm dike.

Li hêla din, dema Erdogan hat Hewlêrê gelek alayên Tirkiyeyê li kolanên bajêr hatibûn daleqandin û alayeke mezin a Tirkiyeyê li ser dîwarên Keleha Hewlêrê hatibû nîşandan.

Fehîm Taştekîn li ser vê mijarê jî got, “Erdogan ji ber ditîna alayên Tirkan dilxweş bû. Kurdistan li bendê ku ye ku li beramberî vê tiştekî bistîne lê mechûl e bê dê çi bistîne.”

“Operasyonên Tirkiyeyê wekî bipêkirina serweriya xwe dinirxînin”

Taştekîn destnîşan kir ku Tirkiye û Îraqê li ser “têkoşîna bi PKKyê re” li hev nekiriye û got:

“Erdogan dixwaze dixwaze baregehên xwe  operasyonên xwe yên li bakur (bakurê Îraqê) berfireh bike lê Bexda hevrêtiya wî nake.

Şer, pevçûn û alozî ji aliyê Îraqê ve nayên pejirandin.

Jixwe ne pêkan e ku artêşa Îraqê wekî ku Erdogan dixwaze li bakur bi cih bibe yan jî seferber bibe.

Li gorî Îraqiyan, dema Tirkiyeyê pirsgirêka xwe ya pirsa Kurd çareser kir dê meseleya PKKyê jî safî bibe.

Îraqî operasyonên Tirkiyeyê wekî bipêkirina yekîtiya ax û serweriya xwe dinirxînin û hinek ji wan van operasyonan wekî ‘dagirkirinê’ bi nav dikin.”

“Amerîkiyan jî aniye rojevê”

Fehîm Taştekîn di berdewamiya nivîsa xwe de diyar kir:

“Meyla Bexdayê ew e ku PKKyê wekî tevgereke siyasî binirxîne.

Dibe ku meseleya penaberên siyasî bi Tirkiyeyê re hatibe axaftin.

Ev jê tê wê wateyê ku dê piştî havîneke dijwar pêvajoyeke nermbûnê dest pê bike.

Em di bîra we bînin ku Amerîkiyan jî çend caran ew fikir aniye rojevê ku cihekî nefîkirinê ji yên li Qendilê re were dîtin.”

 

Rudaw

Top