Kerkûk – Ciwanekî dayîka xwe kuşt
Li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê ciwanekî bi çeka keleşînkof dayîka xwe kuşt.
Îro 25.04.2024ê çapemeniya Iraqê belav kir ku li gundê Terkelan a başûr rojavayê Kerkûkê ciwanekî bi keleşînkofê gule li dayîka xwe ya bi navê S.Ê.M berdan û bi giranî birîndar bû.
Herwaha ragehand, gule li singê wê jinê ketiye û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragehandin, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolîna bûyerê kirine û çavkaniyekê jî ragehand ku ew ciwane di dema bi wî çekê keleşînkofê leyîstiye fîşek ji dest wî derketiye û li dayîka wî ketiye û bûyer qeza bûye.
Basnews