• Tuesday, 21 May 2024
logo

Li ser cihê konê sersaxiyê nîqaş derket: 12 kes birîndar bûn

Li ser cihê konê sersaxiyê nîqaş derket: 12 kes birîndar bûn

Li navçeya Şedadê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, nîqaşa li ser cihê konê sersaxiyê bû sedema birîndarbûna 12 kesan.

Li gorî nûçeya ANHAyê li Şedadê cihê danîna konê sersaxiyê bû sedema nîqaşê.

Li gundê Ewedê yê navçeyê Şedadê kesekî wefat kir.

Di nav malbatê de li ser cihê danîna konê sersaxiyê nakokî çêbû.

Piştî nîqaşê ciwanekî bombeyeke destan avêt konê sersaxiyê.

Di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên Hesekê.

Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.

 

Rudaw

Top