• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Cizîrê jinek hat kuştin

Li Cizîrê jinek hat kuştin

 Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, şeva 18ê Gulanê li taxa Nurê ya Cizîrê di navbera jina bi navê Zelîha Ozkaplan û hevjînê wê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê Zelîha Ozkaplan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Zelîha Ozkaplanê ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, enazeyê Zelîha Ozkaplanê piştî otopsiyê birine Rihayê û dê li wê derê veşartin.

Li gorî rapora “Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin”, di meha borî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 32 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Di raporê de hat ragihandin ku ji 32 jinan 10 ji wan ji ber ku wan xwestiye ji hevjînên xwe cuda bibin û lihevkirin red kiriye hatine kuştin.

Di meha nîsanê de ji sedî 56ê jinên ku hatine kuştin li mala xwe hatine kuştin.

 

Rudaw

Top