Mereş - Jinekê hezkiriyê xwe da ber kêran û ew kuşt
Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê jinekê hezkiriyê xwe da ber kêran û ew kuşt.
Li gorî agahiyan, doh bi şev li Taxa Saçaklizadeyê ya Mereşê, ji ber sedemeke nediyar jina bi navê K.B. ya 27 salî û hezkiriyê wê Kemal Kuşçu yê 30 salî ketin qirika hev.
Piştî ku nîqaş gur bû K.B.yê Kemal Kuşçu da ber kêran û ew birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Di pişkinînan tîmên tenduristiyê de derket ku Kemal Kuşçû miriye.
Tîmên tenduristiyê termê Kuşçu veguhast morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mereşê.
Herwiha hat ragihandin ku K.B. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.