• Saturday, 27 July 2024
logo

Kesekî birayê xwe bi kêrê kuşt û bi xwe jî birîndar bû

Kesekî birayê xwe bi kêrê kuşt û bi xwe jî birîndar bû

Li gundê Sêkanî a li sînorê navçeya Başîk, di navbera 2 birayan de şer çêbû û di encam de birayekî, birayê din bi kêrê kuşt.

Muxtarê gundê Sêkaniya biçûk a li sînorê Başîk ya ser bi parêzgeha Neynewayê Mela Macid ji BasNewsê re ragehand û got, “Êvara yêkşemê li gundê me di encama pirsgirêkeke civakî de nîqaş û piştre jî şer di navbera 2 birayan de hat jiyan kirin û di encama şer û nîqaşê de birayekî, birayekî birayê din bi kêrê kuşt û bi xwe jî birîndar bû.’’

Herwaha got ku kesê hatiye kuştin nave wî Mihemed Ebdulaye û temenê wî 27 sale û termê wî jî ji bo bijîşka dadê ya Duhokê hatiye şandin.

Berdevkê tendurustiya Berdereşê Neşwan Berzincî ji aliyê xwe ve ji Basnewsê re ragehand: “Di encama şer de kesek hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye û kesê birîndar ji bo  nexwaşxaneya Akrê hat veguhestin.”

Li gor agahiyên BasNewsê, kesê kujer 24 saliye û rewşa wî ya tendurustiyê baş e.


 

 

Basnews

Top