• Thursday, 20 June 2024
logo

Parlamenterê CHPyê: Divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan

Parlamenterê CHPyê: Divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan

Parlamenterê CHPyê Oguz Kaan Salici ragihand ku Doza Kobaniyê yek jî mînakên darizandina siyasî ye û got “Bi nerîna min a wijdanî divê Selahattîn Demîrtaş bê azadkirin.”

Sibe li 22yemîn Dadegha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobanî bi rê ve diçe.

Ji Doza Kobaniyê Hevserokên Berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî di nav de 18 ji wan girtî 108 siyasetmedarên Kurd tên darizandin.

Tê pêşbînîkirin ku 16ê Gulana 2024an dadgeh biryara xwe ya derbarê dozê de bide.

HDP dê bi şandeke berfireh dozê bişopîne.

Herwiha Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî ragihandibû ku ew dê bi şandeyeke mezin Doza Kobaniyê bişopînin.

Nayê pêşbînîkirin ku Selhattîn Demîrtaş bixwe beşdarî rûniştina dozê bibe lê parêzerên wî li salona dadgehê amade dibin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Oguz Kaan Salici îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Doza Kobanî de peyamek belav kir.

“Ne mafê ti kesî ye ku nehiqûqiyê bike”

Salici ragihand Doza Kobanî yek ji mînakên darizandina siyasî ye û got:

“Dibe ku ligel kesên tên darizandin nerîn û hizrên me yên cûda hebin, li ser meselya Kurd nêzîkayetiyên me yên dijber hebin

Ev tiştekî xwezayî ye lê mafê ti kesî nîne ku nehiqûqiyê bike.”

“Divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan”

Oguz Kaan Salici wih pê de çû “Li gorî nerîna min a wijdanî ji bo ku daraz wekî amûreke tolhildana siyasî neyê bikaranîn û biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê li ber çav bên girtin, divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.

Divê têkoşîna me ya ji bo dewlet û serweriya hiquqê di ser hevrikiya siyasî re be.”

“Daraz nabe beşek ji tolhildanên siyasî”

Parlamenterê CHPyê di daxuyaniya xwe de çend mercên sereke yên deweleteke hiqûqê jî rêz kirin berdewam kir:

“Di dewleteke hiqûqê de keşûhewaya siyasî bandor li biryarên dadweran nake. Daraz nabe beşek ji tolhildanên siyasî.

Mafên mirovan ên wekî azadiya raderbirînê û darizandina dadmendane tên parastin û pabendî biryarên hiqûqa navdewletî dibin.”

Serokê CHPyê Ozgûr Ozel jî roja Sêşemê di civîna firaksiyona partiya xwe de Doza Kobanî wekî dozeke siyasî bi nav kiribû.

Ozel ji şandeya dadgehê daxwaz kiribû ku biryara xwe li gorî hiquqa navdewletî û biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê û Dadgeha Destûrê bide.

Ozel herwiha got ku ew dê dozê  bi şandeke bihêz bişopînin.

Doza Kobaniyê

Protestoyên Kobaniyê ku wekî bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn jî tên binavkirin, 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ji aliyê HDPyê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan a ji bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyeyê were rawestandin.

Li gorî raporta Komelaya Mafên Mirovan, 7-12ê Çiriya Pêşîna 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabû, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin.

Herwiha li gorî amarên ajansa fermî ya Tirkiyeyê yên wê demê zerer gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Ji ber protesto û nerazîbûnên di navbera 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ku weke Bûyerên Kobanê jî tên binavkirin li dijî siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelana (HDP) doz hat vekirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 18 kes ji wan bi awayekî girtî, 108 kes ji Doza Kobaniyê tên darizandin.

 Dadegha Mafên Mirov a Ewropayê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta niha çendîn car banga demildest azadkirina Selhattîn Demîrtaş jbo hikumeta Tirkiyê kiriye, lê heta niha Tirkiye ew  biryar bicihneaniye.

Top