• Saturday, 27 July 2024
logo

balyozê Vatîkanê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dike

balyozê Vatîkanê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dike

Serokwezîr li gel balyozê Vatîkanê civiya.

îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Vatîkanê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyozê Vatîkanê yê li Îraqê birêz Mitia Lescovar kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîrwerdariya xwe û xatir xwestinê serdana me kiribû.

Balyozê Vatîkanê spasiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bo pêşkêş kirina karasanî û hemahengî kirin li gel balyozxane û hevkarî kirina wî bo serxistina pîwerdariya wî.

Herwiha rola hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo parastin û berevanî kirin ji mafên tevahiya pêkhateyan û bi taybetî mesîhiyên herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Me jî tekez li ser pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan kir û pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo parastina mafên pêkhateyan dubare kir.

Me spasiya balyozê Vatîkanê kir bo hewl û xebatên wî yên bo bihêztir kirina têkiliyên du alî û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

 

Top