• Tuesday, 07 May 2024
logo

Andrew Tate: Ez dijminê jinan im, seks tenê ji bo zarokçêkirinê ye

Andrew Tate: Ez dijminê jinan im, seks tenê ji bo zarokçêkirinê ye

Fenomenê torên civakî Andrew Tate (37) ragihand ku ew “dijminê jinan e” û got, “Seksa bi jinan re ya ji bo kêfxweşiyê tiştekî kerîh e.”

Andrew Tate dê li Romanyayê ji ber destdirêjî û qaçaxçîtiya mirovan were darizandin lê ew dîsa bi posteke xwe ya li ser Xê bû rojev.

“Seks tenê ji bo zarokçêkirinê ye”

Andrew Tate diyar kir ku ew dijminê jinan e û got:

“Seks tenê ji bo zarokçêkirinê ye. Her mêrê ku ji bo xweşiya dilê xwe bi jinan re seksê bike homoseksuel e.

Ferqan wê seksê û mîzkirinê nîne. Oxx, mîz dilê min rihet dike. Tiştekî bêhempa ye.”

Andrew Tate piştî vê parvekirina xwe bû hedefa rexneyan û gelek kesan xwest ku hesabê wî were girtn.

Tate beriya niha jî bi postên xwe yên bi vî rengî hatibû rojevê.

Li hêla din, dema ku doza wî ya li Romanyayê xelas bû dê wî vegerînin Brîtanyayê da ku ji ber gumanên li serê yên sûcên seksê were darizandin.

 

Rudaw

Top