• Sunday, 19 May 2024
logo

Gotara Serokwezîrê Kurdistanî ya li dîdara xwendina bilind ya Urdinî Kurdistanî

Gotara Serokwezîrê Kurdistanî ya li dîdara xwendina bilind ya Urdinî Kurdistanî

Îro li Hewlêrê komcivîna xwendina bilind ya Urdinî Kurdistanî bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî destpê kir û di destpêka vê komcivîna han de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir ku, ev jî çend beşeke ji vê gotara haneM;

Bi navê xwedê mezin

Mêwan û amadebûyên hêja gelek bixêr hatin

Bixêrhatina we û mêwanên birêz, şanda şahnişîna Urdinê bo herêma Kurdistanê dikim û spasiya Organîzatorên vê komcivînê dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.

Hêvî dikim di nava wan çend rojan de, encamp û rasipardeyên girîng û bisûd werin pêşkêşkirin û ev dîdara han bibe sedema pêşxistina zêdetir ya xwendina bilind li herêma Kurdistanê de.

Rêzdariya me bo hevkarî û hemahengiya şahnişîna Urdinê ya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê di warên curbicur de heye.

Kêfxweşin ku, têkiliyên dîrokî û dostane li gel şahnişîna Urdinê bi rêberatiya xwedan şiko şah Ebdulahê duyem ku, di qonaxên cuda cuda de piştîvan û hevkarê Kurdistanê bûye, hene.

Birêzan

Pêşxistin û pêşde birina xwendin, navend û dazgehên akademîkî yek ji karên sereke yên meye û dixwazin zanîngeh û navendên akademîkî yên me li gor asta pêşkeftinên bilez yên serdemê bin û bibin alîkar bo prosesa geşe pêdana jêrxana abûriya me.

Raste salên derbasbûyî em rastî çend qirîzên curbicur bûne û me kariye gelek ji wan jî derbas bikin lê çend kêşe û qirîz jî hebin vê ti carî em li ser girîngî dan bi pêşxistin û pêşde birina xwendin û zanîngehan sar nakin, lazime zanîngehên me jî hevkar û alîkar bin bo dîtina çareser bo kêşe û qirîzan ku, derdikevin û bi rêya plan û nexşe rêyên zanistî hevkariya hikûmetê bikin daku, bernameya pir alî ya reforman bidomîne.

Bendewariyên me ji zanîngehan gelek zêdene bo ku, rola xwe ya bibandor ne tenê weke navendên hînkarî û pêgehandinê belku, weke dezgehên zindî yên rewşengerî û bizvênera nûxwazî û dahênanê jî bin.

Em hertim dixwazin aramî û ewlekarî li herêma Kurdistanê, Îraq, dever û cîhanê de hebe, di vê çarçoveyê de jî hertim herêma Kurdistanê hewl daye û kar kiriye bo ku, roleke erênî bo dabîn kirina ewlekarî û asayîşê bilîze, jiber ku, bi tenê di nava rewşeke aram de dikarin kar li ser pêşde birina civakê di tevahiya waran de bikin bo ku, bigehêjin asta welat û civakên pêşkeftî, em di warê samanên însanî û madî de tişteke me ji wan ne kême û tenê rewşeke aram û birêvebirineke jêhatî û dahêner ji me re lazime daku, bigehêjin asta pêşkeftinên serdem.

Careke din bixêr hatina mêwanên birêz dikim û destxweşî li we dikim bo organîzekirina vê komcivînê û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

 

 

Top