• Tuesday, 18 June 2024
logo

Elin Hall: Strangotin hêz û xeyala min a herî mezin e

Elin Hall: Strangotin hêz û xeyala min a herî mezin e

Lîstikvan û hunermenda Îslandayî Elin Halla ku beşdarî Festîvala Fîlman a Cannesê bûye diyar kir ku strangotin hêz û xeyala wê ya herî mezin e.

Elin Halla ku di fîlma When the Light Breaks (Gava Ronahî Diqede) de karaktera sereke ye li Festîvala Fîlman a Cannesê ji nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re axivî.

Elin Hallê amaje bi wê yekê kir ku ew gelekî şanaze ku di fîlmê Gava Ronahî Diqedeyê de wekî karaktera sereke cî girtiye.

“Zehmet e ku ez serpêhatiya xwe şîrove bikim”

Li ser tecrubeya xwe ya fîlmê Hallê got, “Zehmet e ku ez serpêhatiya ku min peyda kiriye, şirove bikim.

Tiştê ku min jiyaye baş û xirab bû. Ji bo min dijwar bû ku meriveke qels û bêkêmasî bilîzim.

Derhêner Runar Runarsson ku pir jêhatî, aram û ji xwe bawer e demek xweş da me û tîmên ku em pê re xebitîn pir baş bûn. Me demek xweş bi hev re derbas kir.

Ew li ser evîn û xemgîniyê ye û di derbarê dîtina xwe de dema ku di nav travmayek emezin a psîkolojîk de ye û ew li ser raz û hevaltiyê ye.

Di fîlmê de karakterên xweş, têkiliyên xweş û dîmenên xweş hene.”

“Min hewl da karakterê bi tevgerên bedena xwe nîşan bidim”

Li ser pirsa “Ji bo rola xwe ya di fîlmê de, te çi kir ji bo ku bikevî hişê karakterê ku wekî tê zanîn ne karaktereke hêsan e? jî Elin Hallê wiha got:

“Rastî, min gelekî lêkolîn li ser wê kir. Min li ser jiyana xwe û mirovên li dora xwe lêkolîn kir. Min hîs kir ku xemxwarî bihayê hezkirina kesên din e.

Min hewl da ku karakter û hestên ku ez di xebata xwe de diyar dikim nîşan bidim û karakterê bi tevgerên bedena xwe nîşan bidim.

Min hewl da ku karakter bi rengekî realîst nîşan bidim, bêyî ku ez travmaya derûnî ya karakterê veşêrim. Diviyabû ku ez rolê rast nîşan bidim.”

“Fîlm çîrokeke rast radigihîne”

Herwiha li ser peyama fîlma xwe jî Elin Hallê wiha got:

“Ez difikirim ku fîlm çîrokeke rast radigihîne li ser tiştekî ku bi her kesî re bi qonaxeke jiyana wan re pêwendîdar e.

Fîlm ji mirovan re mîna neynikekê ye û ji bo kesên ku ji xemgîniyê dikişînin mîna keştiyeke jiyanê ye.

Ji wan re dibe alîkar ku evîna tevlihev nas bikin bibîbîn û fêm bikin. Têkiliyên di jiyana xwe de fam bikin.”

“Ji bo xelkê û rizgarkirina xelkê kar dikim”

Li ser “Ji bilî karê lîstikvaniyê tu dê di hunera stranbejiyê berdewam bikî” jî wiha Hallê wiha anî ziman:

“Pirseke pir xweş e û gelek caran ev pirs ji min hatiye kirin.

Ez difikirim ku hunera ku ez jê hez dikim hêz û xeyala min a herî mezin e, ji ber vê yekê ne girîng e ku ez çi bikim çîrokê vedibêje.

Ez ti ciyawaziyekê nakim ka ez çi dikim.  Ez xwe wekî hunermend dibînim.

Ji bo xelkê û rizgarkirina xelkê kar dikim çîrok wê vedibêje.”

Eli Hall kî ye?

Hunermend û lîstîkvana Îslandayî ye. Elin Halla sala 2022yan ji Akademiya Hunerê ya Îslandayê bi awayekî serkeftî mezûn bibe. Di gelek proje û fîlmên Îslandayê de xelat wertine.

Di rola xwe ya sereke di fîlima Let me Fallê de xelat wergirt.

Ew niha ji bo televîzyonên Îslandayê rêzefîlmekê dikişîne.

 

Rudaw

Top